Desturê baþûrê Kurdistan ( Beþê þeþem )



Maddeya nohed û sê :

Perlemnto van destelatan dê bikabîne ;
Yekem : biryardan li ser arîþeyên çarenivîsî yên gelê Kurdistana baþûr.

Duyem : pejirandina pêþniyra biîkirina desturê herêmê, bi piraniya 2/3 ya hejimara endamên wê i þertekî ku ji mafên serekî û azadiyê kêm neke ku di desturî de hatiye.

Sêyem : a ) danana yasaya taybet bi herêmê û bi cîkirina wan û hilweþandina wana.
b ) Bi cîkirina awayê bi cîanîna wan yasayên federalî yên ku ji deveya destelatên diarkirî yên hikumeta federaliyê dene.
c ) Danana wan yasayên ku girêda bi destelatên hevbeþ yên navbera destelata federaî û herêmîne.

Çarem : Rakirina serokê hrêmê an jî cîgir wî / wê, bi biraniya dengnenamê perlementoyê, ewjî piþî gunehbar kirina wî/wê ji alyê dadgeha destrê Kurdistanê, yek ji van xaln :
a ) Krkirin berevajiya sunda desturî.
b ) Binpê kirina desturî.
c ) Xiyaneta mezin.

Pêncem : awerî dan bi hikumet û endamên wê û jêsitandina berpirsiyariyê bi piraniya dengên endamên perlmntoyê.

Þeþem : biriyardan li ser siyasetên hvbeþ yê navbera hikumeta herêmê û hikumeta federalî.

Heftem : çavdêrî kirina krên destelata bicîann û li peyçûna serokê civata wezîran û cîgirê wî/wê ûwezîran li gor yasay û rêbaza navxweyî.

Heþtem : Pejirandina xerciya giþtî ya herêma Kurdistanê û hesabên wê yên dawiyê û veguhastin di navbera beþên wê xerciyê û pejirandina her xerciyekê ku têde nehatibe gotin.

Noyem : Pejirandina nexiþeyên giþtî yên pêþde biinê.

Deyem : danana bacê û bi cîanîn û hilweþndina wana.

Yazdeyem : Yek alîkirina rastî û dirustiya endametiyê di perlemanî de.

Dwazdeyem : Danana rêbaza navxweyî ya perlementoyê û iyar kirina milk û texmin kirina xerciya wê û damezirandina fermanberên wê û diyar kirina muçeyên wana.

Sêzdeyemîn : Pêkanina komîteya hertimî û demî û lêkolînê ji wan arîþeyên ku pêwîstin bên zanîn.

Maddeya nohet û çar :

Nabe perlemento dest ji destelata yasadana xwe berde ji bilî ya ku ji benda heftem ya maddeya sed û çarem ya vê desturê de hatiye.

Maddeya noht û pênçem :

Yekem : Endamê prlementoyê ( hesane ) pereyeke diyar kiriye, heye û di gotinan de jî azade ji wê sinura ku di rêbaza navxweyî de hatiye diyar kirin.

Duyem : Nabe sinur ji bo azadaiya endamên perlementoyê bê danîn yan çavdîrî bên kirin, eger razî buna perlementoyê li ser nebe.

Sêyem : Nabe endam perlemento li demê xulên civîna perlementoyê de bên rahiþtin û lêkolîn di gel de bên kirin, ew bi xwe an jî mala wê/wî an jî nivîsîngeha wê/î bê piþkinîn û li gerînê li ser bikin, yan jî bê girtin an ji aliyê tu kesî û rêxistiyan ve bê razîbuna perlementoyê, nemaze di seruberê gunehek a dîtî de be.

Çarem : Endam perlemento ji derve ya civînên xwe, bê razî buna serokê perlementoyê, nabe bê rahiþtin yan lêkolîn di gel de bê kirin, nemaze di seruberê gunehek a dîtî de be, û dibe cardin ligel destpêkirina civînên xwe de, rasterast perlemento bê haydar kirin ji wan karên ku hemberî wê/î hatiye kirin.

Mddeya nohet û þeþem :

Yekem : Perlmento dikare bi piraniya 2 / 3 ya dengên hejimara endaman xwe hilweþîne.

Duyem : Perlemento bi fermana serokê herêmê di van seruberan de tê hilweþandin : a ) Dest ji kar kêþana bêtir ji nîviya endamên wê.
b ) Eger li roja bang kirinê ji bo civînê bo destpêkirina xula hilbijartinê heya heyama ( 45 ) rojan hejimara yasayî ( nîsab ) pêknehat.
c ) Eger perlemento baweriyê bi (30) pêkhatiya wezaretê ya pêþniyar kirî ya cuda yek li pey yek nede.

Sêyem : Yek karmend derdikeve ji bo hilbijartinên perlementoya Kurdistanê li heyama ( 15 ) rojan li roja hilweþandina wê / î û li heyama ( 2 ) mehên beriya dawiya xula hilbijartina xwe.

Maddeya nohet û heftemin :

Li seruberê hilweþandina perlementoyê yan bi dawîhatina xula hilbijartina wê, hilbijartineke nû tê saz kirin, ewjî li heyama ( 60 ) rojan de, li roja hilweþandina wê, yan li heyama ( 2 ) mehan de bi ser bi dawî hatina xula hilbijartina wê.

Maddeya nohet û heþtem :

Eger heyama xula hilbijartina perlementoyê bi dawî bu û bi sedema þerî yan jî karesata xwezayî di þiyan de nebu hibijartineke nû bê saz kirin, wê demê perlemento di erkên xwe de berdewam dibe heya hilbijartina perlementoyee nû û saz lidar xistina yekemîn jivîna xwe.

Duyem : Destelata bicîanînê
Yekem : Serokê herêma Kurdistanê

Maddya nohet û noyem:

Yekem : Herêmê serokek heye binavê (serokê herêma Kurdistanê) ku serokê desteya bilind a bicîanînê û fermandarê giþtî yê hêza pêþmergehêye ( zêrevanê herêmê ) û nunerê gelê herêmêye û di rê ûresmên nîþtimanî û netewî de nuneratiya herêmê dike û hevkariyê di navbera dezgehên fedralî û dezgehên herêmî de dike.

Duyem : Serokê herêmê di cîgirek hebe di erkên xwe de arîkariyê dike û li dema amadenebunê de cihê wê/î digire û cîgirê fermandarê hêza giþtî ya pêþmergehêyejî.

Maddeya sed :

Serokê herêma Kurdistanê, bi dengdana nepenî ya giþtî rasterast ji aliyê welatiyên herêmê tê hilbijartin.

Mddeya sed û yekem :

Awayê hilbijartina serokê herêma Kurdistanê û mercên bebijartinê û çawaniya gunehbar krin û dadgehî kirina wê / î û serubeên i dawî buna heyama serokatiyê ligor yasayî tê diyar kirin.

Maddeya sed û duyem :

Serokê herêmê beriya ku dest bi karê xwe bike, erk û mafên vê sunda desturî li hember perlementoya Kurdistanê dixwe : ( ez sund dixwem bi Xudayê mezinku mafû destkeft û yekîtiyê û berjewendiyên gelê herêma Kurditanê biparêzim û biwawayekî rast û dirus û bi dilsozî erkên xwe bicîbikim û êgîrê desturê Kurdistanê bim ).

Maddeya sed û sêyem :

Wîlayeta serokê herêmê (4) salm û çêdibe cardin di wîlayeteke din ya duyem de bê hilbijartin.

Fethî Gezneyî
Fethigezneyi@yahoo.com
Baþurê Kurdistan, 02.07.2007

Fethî Gezneyî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=536