Ciwanî û Kalî !




Ciwanî û Kalî !

Rojin havînî î bedew, derya Reþ î hêmin.
Gemî ji mirov û qirûqafan miþt e, - ban ji mûnet tanî bi dîzikan barkirî ye.

Rêwîtî dûdirêj û xîzikî ye – Krîm ; Kavkaz ; kenarên Anadolê; Konstantînopol...

Rojeke tîrêjtûj, azmanekî þîn, deryake xemrî, rawestanên bêdawî li derbendên ji ademîzadan miþt û qîjqîja Qumriyan, ko guh li mirov ker dikin, sixêf, qîrên berdestîkên gemîvan : Mayîna ! Vîra ! û ji nû ve hedinandin, guhdarî û riyeke ne lezok di ber çiyayên dûr ve, yên di nav leylana rojika agirbarî de winda.

Rêwiyên serpiþk li sercihên hînik, vala, paqij û fereh hêwirî bûn. Lê, rêwiyên belengaz û bêqewdir li cihên gemarî, di nav þelît û dîzikan de, hêwirî bûn. Bihna dijwar ji her cihî difûre. Gih germ û xweþ e, gih jî germixî û dilxelênek e. Lê, her dimîne cihê bêhntengiyê.

Taybetiya vê bêhnê, taybetiyeke gemiyane ye, ko tevî hêwîbûn û hînkayiya deryayê dibe. Li vir mêr û jinên Rûs in; nêr û mêyên Ukrayînî ne; koçekên Afonî ne; Kurd in; Gurc in... Kurd, - miletekî kovî ye -, ji sibehê tanî êvarê radizên .

Gurc jî, yan distirên, yan cotik direqisin, sivik diqevizin, çengan sivik radixin, lepên xwe vedikin û di nav rêwiyan de mêlevaniyê dikin, bi þêweyekî helperikane diherikin : Taþ – taþ ; taþ – taþ !.

Muqsiyên Rûsan, yên berê wan li Palastînê, tim çayê vedixwin. Mirovekî dirêj î çengdaleqayî, xwediyê riheke ziravik û poreke mûseyî, nivîsekê bi dengbilindî dixwîne, lê jinikeke bi fanêrekî sor û desmaleke kesk î gazane bi ser porekeke reþ î ziwa de berdayî, ko di rex xwaringehê de cîwar bû ye û serbixwe diyar e, awirên tûj ji çavên xwe ji ser wî venade.

Em, demeke dirêj, li ber kenarê derbendekê rawestiyan, Ez peyabûme ser kenêr, û gava zîvirîm, min dît, çawa karwanekî nû ji Kurdên cilherhilî û çekdar bi pêpelûkan ve hildikiþe – peyayên ko li pêþiya wî kalê mezin û hestûgir hildikiþiyan, bi xavikên sipî û qutikên xercûlî bûn, bi qolanên bi zîv kutayî, li ser noqên zirav girêdayî, bûn. Kurdên, bi me re, di rêwîtiyê de, bi komik, weke keriyekî li ser piþta gemiyê cîwar bûyî, tev rabûne ser xwe û yekser gêreke vala vemaliþtin. Peyayên Kalo, ew cih bi mafûran raxistin û balgih danîn. Kalo, rengpaþane xwe li ser derzika piþtê, li ser mafûran, vemidand. Riha wî weke pembo sipî bû, dêmê wî, ji tava rojê hiþkole û qemirî bû. Û çavên wî, yên mêþinî û hûrik, bi rengekî ne normal diçîsiyan.

Ez ber bi wî de çûm, li ser ferdekî Petatan rûniþtim, silav lê kir û bi Rûsî pirsî :
- Ji Kavkaz î ?.
Wî jî, bi zarþêrînî, bi Rûsî bersiv da :
- Dûrtir, ezbenî. Ez Kurd im.
- Bi kû de rêwî dibî ?.
Wî bi mildarî, lê serbilindî, bersiv da :
- Ber bi Stambolê de, ezbenî. Cem Padîþah bi xwe.
Ji Padîþah bi xwe re sipasdariyan dibim, diyariyan :
Heft qamçiyan. Padîþah heft xortên min birin þer.
Tev, tiþtê hebû. Û tev di þer de hatin kuþtin. Heft
caran Padîþah serxweþiya min kir.
Tis ; tis ; tis ! – Wî xortê raserî me rawestiyayî, bê dilêþaneke berbiçav, deng derxist.
Xort xweþik û dagirtî bû, tosin bû û çixare di dest de bû.
Ji Grêkên Kêrçî bû :
Kumekî Þamî î gêlasî /rengqeresî – wergêr /, qutikekî xercûlî bi êlekekî sipî re ,þerwalekî cûm î li gor modê û soleke gulyaxkirî bi piþkokên ji kêlekê ve girtî – Kalekî wisa û bi tenha xwe ma ye ! – wî, bi serhejandin, got.
Kalo, li kumê wî nerî.
- Çi hovik î, - bi asanî bersiv da – va tê kal bibî, lê ez ne kal im û nema kal dibim. Çîroka Meymûn dizanî ?.
Xweþkoko, bê behwerî biþirî :
- Çi Meymûn ?.
- De baþ e, bibihîze !. Dizanî, ko xwedê erd û azman afirandin ? .
- Belê, dizanim.
- Piþtre, xwedê mirov afirand û ji mirov re got :
Tê, mirovo, sih salî li ser rûkê zemînê bijî – Tê jiyaneke xweþ bibûrînî, tê kêf bikî, tê behwer bî, ko her tiþtê li ser rûkê zemînê, xwedê ji bo te tenha afirandiye û saz kiriye. Tu bi vê danê kêfxweþ î ?.

Lê , mirov hizirî :
Jiyaneke wisa xweþ, lê tenha sih sal jiyan ! Oy, xwedo, hindik e ! – Dibihîzî ? – devbiken kalo pirsî.
- Dibihîzim, - xweþkoko bersiv da.
- Paþê, xwedê Ker afirand û ji Ker re got :
Tê rahêjî baran û kunan, wê mirov li te siwar bibin û bi rotikan li serê te bidin. Tu bi demjiyaneke wisa kêfxweþ î ?.
Lê, Ker zirî, girî û ji xwedê re got :
Ez û hevqas emir ?. Xwedo, tenha pazdeh sal emir bi min bide. - Van pazdeh salan bavêje ser emrê min – mirov ji xwedê re got, - ji kerema xwe, ji para wî bi min bide ! – Xwedê qîma xwe anî û wilo kir. Wilo, emrê mirov bû çel û pênc sal. - Bi rastî ji mirov re xweþ ket ? – Kalo, bi lênerîna xweþkoko, pirsî.
- Ne xirab derket, - wî ne bi piþtrastî bersiv da, bê ko zanibe, bê ko jê re diyar be, ev çîrok tev ji bo çi ye.
Paþê, xwedê Seg afirand û sih sal emir da wî jî. Tê, xwedê ji Seg re got, nobedariya malê xwediyê xwe bikî, behweriyê bi kesekî xerîb nayênî, tê bi rêwiyan de bireyî, ji netebatiya nava xwe bi þevan xew nakî. Erê, dizanî, Seg yekser zûrî :
Oy, nîvê vî emrî ji min re xîþ bike, Xwedo !.
Lê mirov dîse ji xwedê xwest :
Vî nîvemrî jî bi min bide !. Xwedê, ew jî kire ser emrê mirov de. - Niha, emrê mirov çiqas çê bû ?.

Bû þêst, - Xweþkoko bi girnijîn got.
- Belê, xwedê, piþt re Meymîn afirand, sih sal emir da wî jî û got, ko wê bê zehmetkêþî û xemhilgirî bijî, lê wê dêmeke ne sipehî li ser be – Tu dizanî, tazî ye, bi qermîçonk e, birûyên rût di eniyê de çandî ne – û wê tim hewil bide, ko lê bête temaþakirin,da herkes ji xwe re pê bikene.
Xweþkoko pirsî :
- Dêmek wî jî ev emir nepejirand, û nîvê vî emrî ji xwe re xwest ?.
- Erê, nepejirand, - Kalo got, û pê re xwe dirêj kire tîrika Kurdekî nêzîk û ji dest girt. -Belê, mirov ev nîv jî ji xwe re, ji xwedê, xwest, - wî got, û dîse xwe vemidand.
- Bêdeng ma û li devereke hemberî xwe dinerî, em ji
bîr kirin.
Piþt re dest bi axaftinê kir, bê ko berê xwe bide kesekî :
- Mirov sih salên xwe, yên resen, mirovane jiya – dixwar, vedixwar, dikete þeran, di dawetan de xwe dihejand, ji jinên ciwan û keçikan hes dikir. Lê, pazdeh salên Kerane kar kir, mal da hev. Û pazdeh salên Segane malê xwe parast, bi rûtirþî di ber de reyî, bi þevan xew nekir. Erê, piþt re rahol bû, kal bû, weke wî Meymûnî. Wilo, herkes bi serhejandin bi kalbûna wî dikenîn. Belê ev tiþt tev wê bi serê te bên, - bi ken Kalo ji Xweþkoko re got,û dûvkê tîrikê di nav dinanan re digerand.
- Çima ev yeka bi serê te ne hat ? – Xweþkoko pirsî.
- Bi serê min ne hat.
- Çima ne hat ?.
- Yên weke min,kêm in, - bi tundî Kalo got. – Ez ne bûme Ker, ne bûme Seg, - Çima ez ê bibim Meymûn ?.
Ez ê li ser çi kal bibim ?.



Wergerandina : Rezoyê Osê
""""""""""""
ÎVAN BÛNÎN
Nivîsên berhevkirî di 9 "tom" an de.
Weþanên çanda hunerî / xudojstvinnaya lîteratûra /,
Mosko 1966,tom 7.




Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina nivîsê : 15. 02. 2004
Dema weþana nivîsê : 02. 05. 2008



Rezoyê Osê

Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=600