Dergeh !



Dergeh !

- 1-
Min, ji zû de, pirtûka penaberekî Suryanî xwend ibû. Ev pirtûk di bin sernavê "Pop Silyo hildikþe azman" hati bû nivîsandin. Nivîser behweriyên xwe li ser zimanê Pop Silyo, derbarî hin dîtinên oldarî û serkanên olan, bi þêweyekî komîk, berçav dike.

Belê, êvarekê Pop Silyo gazî pîreka xwe dike û fermana xwe di guh wê ve tîne, dibêje : "Kerê min êm bike. Xwarina rêwîbûnê, ji min re amade bike. Têrê, hevsar û ciher jî deyne ba kurtên. Lê, bi segurkê re - ango, berî dinya zelal bibe - ez dê bimeþim...".

- Bi kû de, gidî ? - jinê pirsî.
- Ez ê hilkiþim azmên ! - Pop lê vegerand.
Wilo, Pop Silyo hildikþþe azmên û li ber dergehê pêþî radiweste. Li dergeh dide.
- Ew kî ye ?. Dergehvan dipirse.
- Dergeh veke. Ez Pop Silyo me... ma tu kî yî! - Pop dipirse.
- Ez Adam im dergehvanê dergehê pêþî me Fermana vekirinê bi min re nîne û navê te li ba min tune ye...

Piþtî guftûgoyeke tal û tund, Pop dibêje :
- Kuro !.. Adamo, ma ez te nanasim bê tu kî yî !. Tu mafdarî, ko dergeh ji yekî weke Pop Silyo re venakî, ji ber ew te xweþ dinasî !. Ma ne tu serkanê hemî kul, derd û janên mirovaniyê yî. Ma ne te, di ber çila zwe de, em mirov ji buhuþtê koçber kirin. Hîna jî kilîtên dergehan di lepên te de ne, kuro ! ! ?.
Wilo, Pop Silyo li gelek dergehan dide û axaftina xwe bi pêxemberan re - bidergehvanan re - dike. Pê re behweriyên xwe tîne zimên. Lê dergeh li ber venabin...

-2-
Di sedsaliya seyda Cegerxwîn de, ez û Konê Reþ ji hêla Instîtûta Kurdî ya Stanbolê, hatin vexwendin, ko beþdar û hevpariyêdi hin çalakiyên rewþenbîrî de, li Serxetê bikin.

Bi vê mebestê em, roja 18. 09. 2003, ji Binxetê hilkiþiyan Serxetê. Ji Nisêbînê, me berê xwe da Darê, da em cihê bûyera "Reþoyê Darê"- zîndan û bira Berdewêl bibînin.

Dema me berê xwe da Sarinc, Þikeft û Tirbên Darê, dergehvanan polîsan - rê li me birîn. Pirsa nasname û pasporên me kirin.

Lê, me ji wan re negot : "kê mafê dergehvaniya þûn û warên pêþiyên me daye we", em lerizîn.

Me berê xwe da Cizîra Botan. Me xwest Burca Belek bibînin. Lê, dergehvanan - polîsan - Burc ji ber me girtibûn û, ji xwe re, kiribûn hêlîn.

Me nepirsî : "kanîn xwediyê hêlînê ! ?. Kanîn Mem û Zîn ! ?. Kanîn Mîr û Tacdîn ! ?.".Tenha gewdên me, xwe ji ber lûlên tivingên dergehvanan vedizîn...

Li Amedê, me dil hebû, ko qûntareke "Sûra Amedê", ji hêla camiya "Hezretî Suleyman" ve bibînin, lê kilîta dergeh di destên dergehvanan - polîsan - de zingar girtibû. Me mafê pirs û derbasbûnê nebû, lê em ji hêla "Fîs" ê de, bi ser dergeh de qelizîn.

-3-
Zarokên min, li þarê Þamê, doza seredana gora Mîr Celadet Bedirxan kirin. Em ber bi goristana Þêx Xalidê Neqþebendî de hilkiþiyan. Me serê xwe li ber gora Mîr tewand.

Kurê min got : "ez dixwazim derbasî hundirê avahiya gorê bi bim..". Kurik nebih e, lê vê daxwazê serî li min gerand !. Ne kilîta dergeh bi me re ye, ne jî dergehvan nas û amade ye !. Lê, min xwe ji vê pirsê, weke tu mûkî ji mast bikþînî, bi rewanî kiþand. Lêbelê, ne tim bextê mirov rûniþtî ye û dikare, ji meydana pirsên zarokan, serkeftî derkeve. Erê, li bajarê Qamiþlo jî, zarokan, doza seredana gora Cegerxwîn li min kirin. Tew, ez li tiþtekî wisa digerim, da ez hunerên xwe pêþ zarokan bikim û xwe di çav wan de bikim dîk !. Lê, tiþtê bi serê min hat bila bi serê tu kesan neyê !. Belê, ne tenha dergehê gorê girtî bû, Lê dergehê malê jî girtî bû. - Seyda Cegerxwîn di bergeha mala xwe de hatiye veþartin -. Kilîtnebendî bû û te digo, qey dergehvan nînî bû !.

Yabo, ma Cegerxwîn kilîta xwe bi xwe re veþartiye ! ?.- Kurik pirsî. Vê pirsê ez tar û mar kirim.

Min bi madtirþî got : "Kurê min, rawestana zêde, li ber dergehan ne durust e.. ê" û da ez xwe ji vê gerînokê derxim, min yekser çîroka" Faraon û Tercal "jê re hewil da.

- 4-
Dibêjin, Tercal bihîst, ko Faraon ji miletê xwe re dibêje : "Ez xwedayê we me ! " Tercal xwest vî xwedayî bibîne.. Hilkiþiya ber dergehê eywana Faraon û li dergeh da.

- Ew kî ye ? - Faraon pirsî.
Tercal deng nebir xwe û bersiv ne da.Lê, dîse li dergeh da.
- Ew kî ye ? Faraon pirsî.
Tercal deng nebir xwe û bersiv ne da. Lê car din li dergeh da.
- Ew kî ye ? Faraon pirsî.
Gava Faraon bersiv nebihîst, berê xwe da dergeh û dergeh vekir. Dît, va Tercal li ber dergeh e, got:" Pîso, ev tu yî... deng nabî xwe..!".
- "Xwedayê nizanibe kî li ber dergehê wî ye, ew jî ne ti xweda ye. pîs e !" Tercal lê vegerand.

- Ya rast : "Ez û te herdu pîs in, lê yên ji me pîstir ew in, yên behweriyê bi koranî bi me tînin !". Faraon got… Wilo, min zarok tar û mar kirin û xwe ji pirsa dergehên girtî xelas kir.


Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : 23. 10. 2003
Dema weþana nivîsê : 03. 05. 2008



Rezoyê Osê

Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=601