Lolo... Lêlê !



Lolo... Lêlê !

-1- Berî ko globalîzm bikeve çerxa xwe de, her tiþtê awarte, di terazûya hevalbendiyê de, normal dihate dane qebûl kirin. Lê, nayê wê radeyê, ko dawî ji awartedariyê re nîne û xêr û guneh, di dîroka mirovaniyê de, hemkûfî hev in.

Belê, di bûyereke siyasî de, dema gundiyan, li gundê Elî - Fero, berxwedan di ber bidestxistina mafên cotkariya xwe de kirin, rêxistinên siyasî hemberî axayê gund rabûn û hevalbendiya cotkaran kirin. Lê, axê hewara xwe gihande hevalbendên xw. Hevalbendên axê bi tank û topan piþtgîriya wî kirin û gundiyên birîndar avêtin zîndanên xwe. Hinga hevalbendên cotkaran, ji bêçareyî, destên xwe di ber xwe re berdan û gotin : " Zor zane...!".

Wilo jî, dema gundiyan, li Tilþiîra Aþîtan, berxwedan di ber bidestxistina mafên niþtewariya xwe de kirin, axayê gund hemberî rêxistinên siyasî rabû û hevalbendiya cotkarên xwe kir. Lê, xwediyê tank û topan hewara xwe gihandin hevalbendên xwe. Rêxistinên siyasî ev hewar pejirandin û piþtgîriya hevalbendên nû kirin, da gundiyan ji ax û ava wan dûr bikin. Hinga hevalbendê cotkaran, ji bêçareyî, destên xwe di ber xwe re berdan û got : "Zêr zane...!".

-2-
Dema berjewendiyên globalîzmê dikevin bin baskên nijadperest û serhiþkan de, boþelan radibin, pêl leme - lemê dikin, bahoz û bablîsok xakê rêj dikin. Hinga awartedarê qels û xizan dibe, cih ji xwe re nabîne û jan xwe diberde mêjiyê hestû. Êdî, sitemkarî nayê perdekirin û kujtardarî nayê veþartin. Wilo, dadgehî ji azmanan dadikeve xwar, cilik ji bin lingên gunehkaran tê kiþandin û zarokên Xatûn û Cêriyan namînin. Ango, dibe Mihdî - zeman û gur bi mihê re diçêre........

Li min negirin !. Ez nema karim bi zelalî bihizirim û ramanên xwe, bi rewanî, bi dar ve bikim. Bi kurtî, mejiyê min ji kêfan re hildiperike, li hev dikeve û weke girara rijî hev nagire. Belê, nûçe dibêjin, va SEDDAM HUSÊN hate girtin.... Erê, ez nema zanim çi bêjim !. Tenha ez dizanim, ko kujwerê Kurdan, kujwerê miletên Iraqê û neyarê mirovaniya bêguneh hate girtin...

Bêgoman, Georg W. Bosh jî weke min, eger ji min ne bêtir, wê bi kêf be. Lê, wê ew jî nizanibe, di kêlîkên nêzîk de, peyvên xwe çawa bi dar ve bike... Hêde, vê nûçeyê çîvanokeke gelêrî di bîra min anî....

-3-
Çîvanok dibêje, ko rojekê Tercal xwe kire hevalrêyê rêwiyekî gundî û xwest feneke mirovane lê bike. Gote yê rêwî : "Em ji vê meþê westan. Were em, bi dorê, li koklîka hev siwar bibin...!". Yê rêwî ev pêþniyar pejirand. Wilo, li hev kirin, ko her yek ji wan qederê stiranekê li koklîka hevalrêyê xwe siwar bibe. Belê, Tercal dora pêþî da yê gundî.

Piþtî yê gundî li koklîka Tercal siwar hat û lingên xwe di ser milan re, ber bi jêr de, berdan, li xweþiya wî hat. Hinga dest bi stirana xwe kir, got : "Lo lo...lol lolo... de lo lo... de lolo lolo......".

Yê gundî, bi vê xwînsariyê stirana xwe berdewam kir. Tercal westa, bihn lê teng bû û xwe nema girt, got : " Birako, ka stirana te bi dawî nehat ! ! ". Yê gundî lê vegerand, got : "Ev lolo ye, hîna lêlê bi þûn de ye!".


Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : Yekþem, 14. 12. 2003
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008



Rezoyê Osê

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=605