Mehîr



Mehîr

-1-
Di serboriyeke folklorî de, dîkê malikeke gundî winda dibe. Bav ji xortên malê re dibêj e : "Li dîkê xwe bigerin !". Lê, xort ji xwe fedî dikin. Gotina bavê xwe di ser guhên xwe re tavêjin û li dîk nagerin.

Piþtî demekê, kerê malê winda dibe. Bav dibêje : "Li dîk bigerin !".

Wilo, çêlek jî winda dibe. Bav dibêje : "Li dîk bigerin !". Dema hesp winda dibe, dîse bav dibêje : "Li dîk bigerin !".

Hinga, xortên malê bi zivêrbûn bersiva bavê xwe didin : "Em dibêjin, hespê me gormendî bûye, tu dîk di bîra me tînî. Ma em ê li dîk siwar bibin ! !". Bav bi nermî li wan vedigerîne : " Roja dîk gormendî bû, we dest nehiland. Eger hinga hûn li dîkê xwe bigeriyana, ne ker, ne çêlek û ne jî hesp gormendî dibûn ! ".

-2-
Me, di sala 1962 an de, nasnameya xwe winda kir. Me nizanî çawa û li kû lê bigerin. Em li vir ketin, li wir ketin, lê kesekî guh li me nekir. Wilo, ji bêçarî, nav û zaravên me hatin guhertin. Me, li gorî zanebûna xwe, bizav kir. Loma, me sloganên "Yekîtiya bênasnameyên cîhanê" rakirin û xwe bi wan mijûl kir.

Me, di sala 1973 an de, gundên xwe winda kirin. Me nizanî çawa û li kû li wan bigerin. Em li vir ketin, li wir ketin, lê kesekî guh li me nekir. Wilo, ji bêçarî, navên gundan û rengê xaka wan hatin guhertin. Me, li gorî zanebûna xwe, bizav kir. Loma, me sloganên "Yekîtiya birçiyên bêxak" rakirin û xwe bi wan mijûl kir.

Me, wilo jî tûrikê salan da milê xwe û bizava xwe kir, tanî dem û sal û reng jî li ber me winda bûn û hatin jibîrkirin. Lê, me ji bîr nekir, ko em mirov in. Me siloganên "mafê mirovaniyê" rakirin û xwe bi wan mijûl kir. Lê, ne kete bala me, ko hinga wê jimara mirovan li ser gokeze mînê pir dibe û em dê bibin guneh karên hevpar kirina gepa nanê mirovin din. Me qîma xwe bi birçîbûnê anî û siloganên xwe di ber xwe de berdan. Lê, dem gelek triþtên ko ne li bala mirov in jî tîne bala mirov.

-3-
Dibêjin, Smaîlê dîn, berêvarekê giha gundekî. Xwe li odê girt û bû mêvan. Axê zanîbû, ko Smaîlo ji hêkên qelandî hes dike. Lê, qewêtiya þîva mêvanê xwe, bê ko bi nav bike, kir. Gava þîv hat, dît va mehîr e, got : "Law,hûn zanin, ko Smaîlo ji hêkên qelandî hes dike. Ev çi mehîr e,we li ber daniye !. Ez di þûna wî de ba, min ê mehîra we di ser dikê re kup bikira ! ! ".

Smaîlo, bi vê gotinê re, yek nekir dido, rahiþte mersefa mehîrê û di dikê re kup kir, got : "Xalo, tiþtê ne li bala mirov jî, tu di bala mirov tînî..!".


Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : 10. 12. 2003
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008


Rezoyê Osê

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=607