WELCOME TO KURDISTAN

FUAT AKPINAR
Almanya, 17.09.2003

Ya rebî þukur, ez li baþûrê Kurdistanê me. Li ser deriyê Îbrahîm Xelîl wiha hatiye nivîsandin: “Welcome to Kurdistan” (Hûn bi xêr hatine Kurdistanê). Ez li Îbrahîm Xelîl li teksiyeke Kurdistanê siwar bûm û min berê xwe da Duhokê.

D U H O K 23.08.2003

Dema mirov dikeve nava bajarê Duhokê, tiþtên bala mirovan cara yekê dikiþîne, Heykelê Ahmedê Xanî ye.

Duhok bajarekî gelek xweþ, paqij û delal e. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Mamoste Hasan Slêvanî li ser bajarê Duhokê nêrînên xwe wiha anîn ziman: ”Duhok wek keçika nazik e” rastî jî wisa ye.

Duhok wek keçika nazîk e
Pir bedew û xweþik e
Þêrîn û hem rindik e
Bîhn bi fireh û dilrihet e
Pir paqij û dilkêþ e
Bi nîzam û rêk û pêk e

Li Duhokê bîhna mirovan dertê. Ji ber ku ez di warê temîziyê de gelek hesas im, loma pir bala min kiþand, ku bajarê Duhokê bajarekî gelek paqij e. Ev jî xuyaye, ku Þarezariya (Belediya) Duhokê gelek kar û xebatên delal ji gel re dike. Lê ne tenê bajarê Duhokê, hemû bajarên baþûrê Kurdistanê xweþ û paqij in. Lê ez bawer dikim, bajarên din cihê Duhokê nagirin.

Roja ku ez çûme Duhokê, raste rast çûme Parêzgeha (cihê Walî) Duhokê. Ji ber ku wê derê cihê karê serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Mamoste Hasan Slêvanî ye, loma ez çûme wê derê, ku wî bibînim.

Êvarê li baxçeyê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê gelek rewþenbîr û nivîskarên me yên Duhokê hatin ba hev û ez bi dilekî germîn silav kirim. Me heta derengiya þevê li baxçe gelek mijûlî û sohbet li ser babetên cida kir û di dawî de, nivîskarê hêja Remezan Îsa, cihgirê serokê nivîskarên Duhokê û rêvebirê rewþenbîrên Duhokê got, ka em hinek pêkenokên Almana ji te bibihîsin. Me hinek pêkenok gotin û em ji hev belav bûn.

Roja din Mamoste Hasan Slêvanî hate Hotela Sulav, ez girtim û em çûne nava bajarê Duhokê. Wî gelek zahmetî ji bo min kiþand û ez li gelek deran dame nasandin.

Serdana (ziyaret) me ya yekem li cem cihgirê (wekîlê) Waliyê Duhokê berêz Mihemed Hasan Hacanî bû. Ji ber ku wê rojê Waliyê Duhokê bi xwe li derveyî Duhokê bû, loma derfet ne bû, ku ez wî jî nas bikim.

Di hevdîtina wekîlê Waliyê Duhokê de, min gelek agahî li ser Ewropa û pirsa Kurdî dan wî û wî jî di derheqê Baþûr de gelek agahî dane min.

(Ji ber ku ezê di dawiya gotarên xwe de, dîtin, nêrîn û pêþniyariyên xwe û pêwendî û diyaloga di navbera min û hin kesan de çêbû, analîz bikim, loma, naxwazim di pê hevdîtinan de li ser hev yeko yeko dubare bikim).

Di pê hevdîtina wekîlê Waliyê Duhokê re, berêz Mihemed Hasan Hacanî, ez û Mamoste Hasan Slêvanî çûne cem birêz Ebdulxaliq Bapîrî, berpirsê rêkxirawên cemawerî û pîþeyî-PDK li Duhokê.

Di axaftina me ya kêm-zêde (teqrîben) 45 xulekan(deqe) de, ji bo min baþ hate xuyakirin, ku birêz Ebdulxaliq Bapîrî mirovekî gelek jîr û jêhatî ye. Dîtin û nêrînên wî bi ilim û zana bûn. Em gelek li ser siyaseta Kurdan, rewþa baþûrê Kurdistanê û siyaseta Ewropayiyan li ser Kurdan û hwd. sekinîn. Birêz Ebdulxaliq Bapîrî di gotineke xwe de wiha got; ”Gelê Kurd di mêjûyê xwe de, nehatiye guhertin, lê pir bedel dane”.

Di pê vê hevdîtina min bi birêz Ebdulxaliq Bapîrî re, ez û Mamoste Hasan Slêvanî berê çûne liqê PDK yê yekem. Li wir min hevdîtinek li gel birêz Habîb Keleþ kir û di pê re em çûne Pirtûkxana Bedirxaniyan.

Bi rê de bala min pir rêzdariya (rîayeta) ji bo tirafîk û lampa sor re pir kiþand; ez pir kêfxweþ bûm û min ji Mamoste Hasan Slêvanî pirsî, ku ev rêzdarî li Kurdistanê herdem ji tirafîk û lampa sor re wisa ye û ev li seranserê Kurdistanê jî derbas dibe an na? Wî got, li her derê Kurdistanê wisa ye û gelek tiþtekî balkêþ jî; got, hewceyî gotinê ye, ku ez vî tiþtî bêjim.

Mamoste Hasan Slêvanî got; ”berê Ereb dihatin Kurdistanê ji biryar û qanûnên tirafîka me re û bi taybetî ji lampa sor re rêzdarî ne dikirin û Kurdistan wek welat û dewletên Ereban yên din dihasibandin. Me jî nihêrî, ku wiha nameþe, Ereb ji biryar û qanûnên me re rêzdariyê nakin, loma kesên di lampa sor de, an jî ne rêzdarî ji biryarên me re û dijitîya biryarên tirfîkê kirin û hwd., me jî ew digirtin çend rojan binçav dikirin, yanê diavêtin zîndanê. Ji ber bûyerên wiha, agahî him li Iraqê û him jî li welatên Ereban yên din belav bû û niha gava Ereb têne Kurdistanê ji biryar, qanûn û nîzamên me re baþ rêzdariyê dikin”.

Bi rastî gava min ev gotin ji Mamoste Hasan Slêvanî bihîst, ez pir kêfxweþ bûm. Belê, ji ber ku min di nava diwanzdeh salan de, her roj, her dem û her saet bûyerên baþûr diþopandin û dizanibû, ku gelê me di Rojhilata Navîn de demokrasiyeke pir baþ çêkiriye û ev ji dewletên herêmê re wek mînak e. Lê mirov gava van bûyer û diyardeyan bi çavê xwe bibîne, tiþtek din e. Em êdî dikarin ne tenê qala demokirasiya baþûrê Kurdistanê bikin, gelê me serê me diha berjor kiriye û em dikarin sîngê xwe xurt bikin û bêjin, gelê Kurd gelekî bi asil, medenî û þaristanî ye, ku medeniyetê di Rojhilata Navîn de rayê xelkê jî dide.

Em li Pirtûkxana Bedirxaniyan in. Rêveberê Pirtûkxana Bedirxaniyan birêz Enwer Mihemed Tahir e. Ewî zehmet da xwe û ez di pirtûkxanê de gerandim û arþîva pirtûkxanê rayê min da. Arþîva pirtûkxanê gelek dewlemend e. Bi gelek zimanan pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin di pirtûkxanê de hene. Bi zimanê Kurdî, him bi tîpên erebî û him jî bi tîpên latînî gelek pirtûk hene. Di hundirê pirtûkxanê de odeyeke pir mezin heye, ode jî arþîv e. Di odê de bi taybetî biryarên ji aliyê Sadam Husêyn ve bi destan fermandariyên derheqê Kurdan de hatine nivîsandin û îmzakirin; yên orîgînal hene. Sadam Husêyn û nokerên der û dora wî, ne bi biryar û qanûn û nîzam, ji xwe re bi serê xwe û bi kêfa xwe di derheqê Kurdan de biryar dane û gelê me li Baþûr bi biryarên Enfal û jenosîda Helebçeyê qirkirine.

Di arþîvê de navên kesên þehîd ketine hatine nivîsandin. Birêz Enwer Mihemed Tahîr dibêje, pir caran hin nas û xizimên van mirovan, yên navên wan li ser dîwar hatine nivîsandin têne vir û dema navên xizimên xwe dibînin, bi saetan li vir digirîn.

Bi rastî divêt rêya her kesekî ku di Duhokê re derbas dibe, here vê pirtûkxaneyê, van bûyer û îbretên dijminan ku bi me kirine bibîne. Di arþîvê de biryarên Sadam yên bi destan li ser Kurdan dane û gotinên wan li ser Kurdan gotine hene.

Alî Kîmyewî (Alî Hasan El Mecîd) jî di gotineke xwe de ji bo Kurdan wiha dibêje; ”Ezê baþ çavê xwe bidime Kurdan, ezê wan bi dozeran binax bikim”

Van gotinên Alî Kîmyewî jî baþ eþkere dikin, ku van Erebên hov û kevneperest sînorê mirovatî û însanetiyê ne dîtine û ne jî fêr bûne. Vana jiyana xwe li ser qirkirin û talankirina Kurdan domandine.

Divêt bi hemû derfetan van îbretên Erebên hov û kevneperest bi gelê me kirine, bi destên xwe nivîsandine û fermana gelê me dane, bi hemû zimanên cîhanê bêne wergerandin, da ku dinay-alem bizane, van hovana li ser gelê me çi roxandin û hilweþandin kirine.

Di pê hevdîtina Pirtûkxana Bedirxaniyan re, Mamoste Hasan Slêvanî, birêz Enwer Mihemed Tahir û ez, em bi hev re çûne me nanê nîvro li restoranteke gelek xweþik xwar. Min di pê re xwatirê xwe ji birêz Enwer Mihemed Tahir xwest, em ji hev qetiyan û Mamoste Hasan Slêvanî ez dîsa birim Hotela Sulav; min xwe ji bo semînera êvarê amade kir.

Ber bi êvarê, saet kêm zêde 18:00, ez ji Hotela Sulav derketim û ber bi navenda bajêr bi peya meþiyam, ku xwe bigihînim baxçeyê Yekîtiya Nivîskarên Duhok, da ku di saet 19:00 de semînerek ji bo min amade kirine, bidim. Mijara semînerê li ser: ”Ewropî di pirsa Kurdan de çi difikirin?” û ”pirsa serxwebûna Kurdistanê” ye.

Min bala xwe da, ku bi dengê stranên Þivan Perwer “Xanima min, bermaliya min” û di pêre kilama li ser Helebçê navenda bajarê Duhokê li pêþiya Midûriya Polêsê Duhokê dihejîne. Min dît, ku gelek kes li wê derê kombûne, di destên wan de pankart hene û li ser pankartan nivîsîne, ku çalakvan daxwaz dikin, bila Alî Kîmyewî, ewê ku çend roj berê ji aliyê hevpeymanan ve hatiye girtin, li Helebçeyê bêye mahkeme kirin. Ji ber ku ew di kîmyabarana li Helebçeyê û Enfalan de li dijî Kurdan hate bi kar anîn. Alî Kîmyewî berpirsiyar û sûcdarê qetlîamên Enfal û Halepçeyê ye.

Çalakî bi coþeke pir mezin e, keç, xort û ciwanên Duhok û der û dora Duhokê kom bûne û daxwaza wan ji Amerîka ve ew e, ku bila Alî Kîmyewî di dadigeheke li Helepçeyê de bêye mehkeme kirin. Qasî ku ev çalakî bi coþ e, ewqas jî xemgînî ye. Ji ber ku birînên gelê me nû dibin.

Ev cara yekem e, ku ez li baþûrê Kurdistanê beþdarî çalakiyekê dibim û mafê xwe yê demokratîk li Kurdistanê bi kar tînim, ji aliyekî ve pir bi kêf, coþ û sebilind im û li aliyê din jî ji bo bûyerên Helebçe û Enfalan pir bi xemgîn im.

Ji kêf û xemgîniyan, ez pir bi heycan im û hestiyên min dilerizin; hêstirên çavên min ji jor de têne xwar. Ji aliyekî ve jî, ez lê dixebitim, ku nêrîn û hisên çende kesan di derheqê çalakiyê de bigirim.

Birêz Musa Kêste cihgirê beþera liqê PDK di derheqê çalakiyê de wiha dibêje; ” Ji ber minasebeta ku Alî Kîmyewî hatiye girtin, daxwaza me ji welatên hevpeyman heye, bila Alî Kîmyewî li Halebçeyê bêye dadigehkirin”.

Çalakvanekî bi navê Îbrahîm Zêbarî jî wiha dibêje; ”Ez vê rojê wek rojeke geþ ji bo Kurdan dibînim. Daxwaza me ew e, ku bila zalimê Kurdan Alî Kîmyewî ji bo Enfal li Helebçeyê bêye dadigehkirin”.

Min ji Îbrahîm Zêbarî pirsî, ku ji malbata wî çend kes di Enfal û li Helebçê de þehîd ketine. Wî got; ”55 kes ji malbata min di Enfal û Kîmyabarana Helebçeyê de þehîd ketin”.

Di pê van herdu hevpeyvînên ku min bi kurtayî bi du kesan re kirin, biraderê ku min rojek berê li cihê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê nas kiribû got, were radyoya Duhokê, niha bi zindî weþana xwe dike û tu jî nêrînên xwe di derheqê vê çalakiyê de bêje.

Ew biraderê ku bi min re di radyoya Duhok de bi kurtahî heypeyvînek çêkir, berê ez di radyo de dame naskirin û paþê nêrînên min pirsî. Bi rastî ez wisa bi heycan bûm, ku hên jî nizanim min bi tevayî di radyoya Duhokê de çi got. Tiþtên têne bîra min ev in: Min kêfxweþiya xwe li Kurdistan û xemgîniya xwe ji bo gelê me yê di Enfal û Helebçeyê de hatin þehîdkirin, piþtgiriya daxwazên çalakvanan kir û anî ziman.

Semînera li bajarê Duhok

Semînerek ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Duhok ji bo min hatibû amade kirin. Min di semînerê de dîtin û nêrînên xwe li ser gelek mijaran anîn ziman. Ezê di nivîsa xwe ya din de axaftina ku min di semînera Duhokê de kiriye belav bikim.

Çapemeniya Duhokê û bi taybetî Kurdistan TV ya herêmê gelek bi berbifirehî cih da hatina min li Kurdistan û semînera min li Duhokê da weþandin. Roja din li ser dawetiya ku nivîskarê me yê hêja Hasan bixwe di Kurdistan TV de li Duhokê kar dike, ez çûme K-TV ya Duhokê. Kek Hasan li gel min hevpeyvînek çêkir û paþê wek bernameyeke taybetî di roja 28.08.2003an de di Kurdistan TV ya satelaytî de sê caran hate weþandin. Di pê vê hevdîtinê re, min rêvebirên K-TV li Duhok naskirin û pêre berê xwe da Hewlêrê.

Pêwîst e li ser bajarê Duhokê çend gotinan dîsa bêjim. Ez gelek dilþad bûm, ku bajarê Duhokê û bi taybetî Yekîtîya Nivîskarên Duhokê qîmeteke giranbiha didan diyaloga di navbera nivîskar û rewþenbîrên Bakur, Baþûrê Biçûk, Rojhilat û nivîskar û rewþenbîrên li Ewropa û derên din de. Bajarê Duhokê di herêmê de roleke diyaloga di navbera Kurdan de gelek baþ daye ser milên xwe. Ev kar û xebata wan ya hêja dê wek pirekê di nava Kurdan de roleke bi pîvan bilîze. Mirov dikare bajarê Duhokê wek paytexta Kurdistanê ya diyalogê jî di nava Kurdan de bihesibîne. Ji bo van kar û xebatên wan yên delal, ez wan ji dil û can pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwezim.






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=13