KOMPLO (1998-2004)

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 15.02.2004


Sedem û biryara betalkirina lîsansa weþana Medya TV û reþkirina ekranên malên Kurdan çi dibe bila bibe, ez vê bûyerê bi nefret þermezar û mehkûm dikim. Her çiqas ez/em ji hin bernamên Medya TV aciz bin jî, ev nayê wê wateyê, ku mirov bi reþkirina televîzyona Medya TV þa bibe. Çumkî Medya TV bi zimanê me yê þêrîn û delal, ku bav û kalên me bi hezar salan e di bin ewqas zilm û zorê de heta roja îro anîne, diaxivî. Û Med TV û Medya TV cara yekem bû di dîrokê de bi awayekî eþkere derewên dijminên Kurdan li nav çavên wan dan û daye xuyan kirin, ku zimanê me çiqas dewlemend e. Betalkirina lîsansa weþana Medya TV jî dîsa baþ rayê me dide, ku Ewropî di pirsa Kurdan de berjewendiyên xwe di ser her tiþî re digirin. Lê yên netewa xwe û berjewendiyên xwe nizanin û an jî nikarin baþ biparêzin Kurdên Bakur, yên xwe di nava siyaseta PKKê de fetisandine ne.

Hingiya Abdullah Öcalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û bi rencîdekirina Kurdan hate teslîmkirin, ji wê demê vir de, çapemeniya PKK/KADEK û an jî KGK her roj qala koployê dike û heta niha bi dehan û sedan senaryo li ser nivîsîne. Lê tiþtekî pir eþkere heye, ku ew naxwazin vî bibînin. Çumkî hefsar ji zû de di destê Kurda de nîne, loma Apocî bi zanehî (yên bi desthilat kêm zêde 20 kes in) hemû siyaseta Bakur anîne di þexsê Abdullah Öcalan de xeniqandine û naxwazin, ku derfet peyda bibe, gelê Kurd rastiyê bibîne.

Ev rastî jî ew e, ku lingê koployê yê yek jî Abdullah Öacalan bi xwe ye. Belê Abdullah Öcalan li dijî gelê Kurd di nav komployê de ye. Çumkî ger ew di nav koployê de neba ewê;

1. Dema ji Sûriyê derket, dê nehata Ewropayê, dê biçûya serê çiyan cem gerîla. Çumkî wî bi destê hin kesan li Ewropa teror kiribû.
2. Dema çû Yûnanistan, Rûsya û Îtalya, dê li Îtalya bima û ji wê derê derneketa.
3. Dema ji Îtalya derket û dîsa çû Yûnanîstan û ji wê derê jî revandin Kênyayê û paþê bi destê zorê hate teslîm kirin, dê rola xwe di zîndanên Tirkan de bilîsta.
4. Dema nikaribû di zîndan û dadigehên Tirkan de rola xwe bilîze, diviyabû destê xwe ji siyaseta Kurdan bikiþanda.
5. Dema nikarîbû van xalên li jorê bîne cih, divet nehata lîstikên serleþkeriya Tirkan û Kemalîzim neparêsta.

Belê Medya TV jî ji sibê heta êvarê propoganda vî mirovî dike, loma ket vî halî. Medya TV bûye qurbana siyaseta kêmaqilan. Kurdên li pê Abdullah Öcalan diçin, ew xwe ji bo wî biqeliþînin jî, Abdulah Öcalan li ber çavê cîhanê, cudahiya wî, ji Misto Kemalê bê bav, Saddam Husên, Hîtler, Mosolînî û dîktatorên din nîne. Yan Apocî vê rastiyê dibînin û yan jî ewê têk herin. Û Ji Abdullah Öcalan re azadî têye xwestin, ger ew îro ji zîndanên dijminan derê, dê bi hemû quweta xwe ji Tirkan, ji Kemalîzimê re kar bike û tevgera Kurd û Kurdistanê tar û mar bike.








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=134