WEYLÊ! MALA DEREWÇIYAN ÞEWITÎ

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 18.02.2004


Dema li herêma Serhadê yek ji yekî re derewek mezin dike, jê re dibêjin, ”weylê mala derewçiyan þewitî”. Serokwezîrê Tirkan qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan di gel televîzyona Tirkan Kanal D di bernama Fatih Altaylý de di 16.02.2004an de wiha dibêje, ”Kürtler benim caným ciðerim” (Kurd can û cîgerê min in) û rojnama Hürriyet jî di 18.02.2004an de ev gotinên Recep Tayîp Erdoðan kiriye sernûçe (manþet).

Ê baþ e, madem ku Kurd can û cîgerê Recep Tayîp Erdoðan in, ew çima di her derfetê de kîna xwe li dijî Kurdan direþîne û Kurdan tehdît dike?.

Ka binêrin qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan ji vir demek berê di der mafên Kurdan de di rojnameya ereban de, ya bi navê ”Havadîs”, ku li Beyrûtê têye weþandin, di meha yekem a sala 2004an de çi? Dibêje, ew derbarê mafên Kurdan de wiha dibêje, “Eger li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê li dijî wê jî þer bikin”.

Ev ne cara yekem e, ku qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan derbarê mafên Kurdan de wisa kîna xwe direþîne. Ewî berê jî rûçikê xwe rayê Kurdan dabû û di roja 24.12.2002an de li Moskovayê bi karkerê Kurd ê ji Qersê yê bi navê Zülfikar Boran re li ser kêþeya Kurd kete nava niqasan û got: ”Ez dibêjim kêþeyake wiha tune ye.”

Bê guman ev gotinên serokwezîrê Tirkan qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan ne ji dil de ye, ev gotinên sexte ne û Recep Tayîp Erdoðan ji ber ku hilbijartina herêman nêzîk maye, loma dixweze bi van gotinan, bi hest û hisên Kurdan bilîze û Kurdan bixapîne, ku Kurdên Bakur partiya wî hilbijêrin û rayên Kurdan ji DEHAPê re neçin.

Hêviya min jî ew e, ku Kurd rayên xwe nedin partiya Recep Tayîp Erdoðan, bidin namzetên xwe yanê DEHAP ê û dîsa neyên lîstikên Osmaniyan.

Gotineke Tirka heye, dibêjin, ”Yalancýnýn mumu yatsýya kadar yanar” (mûma derewçînan heta razanê vêdikeve)

Ez jî dibêjim, derewên Tirkan dê di demeke kurt de vemirin.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=135