REWÞA ME KURDAN BÊYÎ DEWLETEKE SERBIXWE STÛXWARÎ Û SÊWÎTÎ YE

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 02.03.2004


Ramana serxwebûna dewleta Kurdistanê roj bi roj di nav Kurdan de geþ dibe. Bê guman fikir û ramana serxwebûna Kurdistanê nû nîne. Ji bo vê armanca xwe, gelê me bi sed hezaran qurban daye. Her Kurdekî welatparêz bi hesreta serxwebûna Kurdistanê ye. Gelê Kurd bi hesreta wê rojê de ye, ku ala Kurdistanê him li her derê Kurdistanê û him jî li pêþiya avahiya UNO li New York ê li ba bibe. Lê ji ber ku dijminên Kurdan bi nifaqên xwe yên bi qirêj her dem di nava Kurdan de bi fen û fûtan siyaseta xwe ajotine, loma ramana serxwebûnê heta niha di nav Kurdan de bi yek dengî nehatiye parastin. Ev cara yekem e, ku hêdî hêdî be jî ev raman roj bi roj pêþde diçe.

Êriþên xwekuj ku li Hewlêrê bi hovane li dijî gelê me pêkhatin, bîr û baweriya yekîtî û mijara serxwebûna Kurdistanê di navbera Kurdan de gelek nêzîkî hev kirin. Bûyerên li Baþûr û çalakiyên Kurdan li Ewropa û bi taybetî pêvajoya nû di cîhanê de rayê me didin, ku êdî tîrik ber bi serxwebûnê ve ye. Ez bawer im, êdî veger, an jî bi rê de mayîn ji vê rêya pîroz nîne.

Ji bo ku ramana serxwebûna Kurdistanê di nav civata Kurdan de kok û bingeh bigire û ev raman sist nebe, hewcedariya me bi îdeologiya Kurdî heye. Divê îdeologiyek wisa di nav Kurdan de li ser bingeha netewa Kurd û Kurdistanê amade bibe, ku êdî tu kes di pirsa serxwebûna Kurdistanê de nebêje, çima? Serxwebûn, bêje kengê serxwebûn.

Ger Kurd di pirsa serxwebûnê de heta niha bi îsrar bana, dijminên Kurdan dê di pirsa Federasyonê de lavayî Kurdan bikira. Lê pir mixabin tu partiyek Kurd heta niha li gorî daxwaz û dilê Kurdan di pirsa serxwebûna Kurdistanê de tevnegeriyaye. Pirsa serxwebûnê her dem di nav lêvên serokên partiyên Kurdan de maye.

Cihûyan (Yahûdî) ji tunebûnê welatek ji xwe re avakirin. Lê em bi mîlyonan Kurd li ser axa xwe ne û êdî þerm e, ku dewleteke me ya serbixwe tune ye. Divê em di vê mijarê de cihûyan ji xwe re bikin wek mînak û wek rêber. Îdeologê dewleta Îsraîl di sala 1896an de di pirtûka xwe ya ku li ser derd û kelemên cihûyan nivîsîne de wiha dibêje:

"Wenn ihr wollt, ist es kein Märchen" Theodor Herzl (1860-1904)

(Ger hûn bixwezin, dê ne xeyal be)

Belê ger em jî bixwezin, dê ne xewn û ne jî xeyale be, em ji cihûyan pir biavantaj in. Çumkî Kurd li ser axa xwe ne. Cihû di despêka sedsala 1900î de bi hêjmarên kêm ji Ewropa û derên din vegeriyan Filîstîn û kêm zêde 50 sal þûnde dewletek wisa ava kirin, ku îro di dinyayê de dewleteke sûper e. Yanê em dikarin bêjin, ku cihû ji tinebûnê derketin û bûne dewlet. Em Kurd li ser erdê xwe ne, em çima nebin dewlet?. Faktorên nedewletbûna Kurdan, tenê dijminên Kurdan û dostên wan nîne. Faktora herî girîng û mezin Kurd bi xwe ne û bi bîr û bawer ji daxwazên xwe re kar nekirine.

Ezê di pêþerojê de dîsa vegerim ser vê mijarê.

Nivîsên min ji meha çaran sala 2003an heta niha di pirsa serxwebûna Kurdistanê de nivîsandine evin:

1. KURDINO MERDINO PIR XWEÞ SERXWEBÛN

ALMANYA 09.04.2003

http://www.geocities.com/mehname40/40/nirxandin2.html

(çavkanî malpera MEHNAME)

2. SERXWEBÛNA KURDISTANÊ LI BAÞÛR ÎLANKIRINA WÊ ÇIMA NA?

ALMANYA 14.05.2003

http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/ilankirinaserxwebunakurdistane.html

(çavkanî malpera PENA KURD) Û

http://www.rasti.nu/serxweb%C3%BBna_kurdistan%C3%AA_li_bas%C3%BBr.htm

(çavkanî malpera RASTÎ)

3. RÊ JI DEWLETA FILISTÎN RE VEBÛ DOR, DORA SERXWBÛN Û ÎLANKIRINA DEWLETA KURDISTANÊ YE

ALMANYA 01.06.2003

(çavkanî malpera AVESTA KURD)

http://www.avestakurd.net/Avesta46/akpinar.htm

4. SERXWEBÛNA KURDISTANÊ

ALMANYA 11.06.2003

http://www.dengekurd.com/nuseran/Fuat_akpinar/akpinar01.htm

(çavkanî malpera DENGÊ KURD)

5. DENGÊ SEXWEBÛNA KURDISTANÊ ROJ BI ROJ BILIND Û GEÞDIBE

Almanya, 18.08.2003

http://www.kobani.net/Malper/nerin/partuk/dengeserxwebune.htm

(çavkanî malpera KOBANÎ)

6. EWROPA DI PIRSA KURDAN DE ÇI DIFIKIRE? Û PIRSA ERXWEBÛNA KURDISTANÊ

Almanya, 25.09.2003

http://users.skynet.be/yekiti/gotar1/gotar26-09-2003.html

(çavkanî malpera PARTIYA YEKÎTÎ YA KURD LI SÛRIYA)

7. LI SER BAÞÛRÊ KURDISTANÊ

Almanya, 16.11.2003

http://www.rizgari.org/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=316

(çavkanî malpera RIZGARÎ) Û hwd.

http://www.kdp.info

www.efrin.net

www.rojname.com

www.niviskar.com

www.qamislo.com

www.hevgirtin.org





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=138