SEXTEKAR LI SEXTEKARAN DIGERIN

Eger di dinyayê de xelateke ji bo sextekariyê heba, dewleta Tirk dê her sal xelata yekemîn bigirta.

Dewleta devrût ne tenê sextekar e û her wiha tecawizker e û her roj tecawizî mafê gelê Kurd dike. Tecawiza mafên Kurdan têra wan nake, îcar keç û jinên Kurdan jî bûne nîþana êriþa tecawiza wan.

Dewleta Tirk dest davêje namûsa Kurdan û tecawizî Kurdan dike. Kurdên bêfam jî her roj bi derewan xwe dixapînin û qala biratiya Kurdan û Tirkan dikin.

Tirk nikarin bibin birayên Kurdan, ji ber ku Tirkan mafê gelê Kurd tecawiz kiriye. Kesên mafên Kurdan tecawiz bikin û Kurd hên jî bi îsrar qala biratiyê bikin, ew ne tenê bê fam in, her wiha ehmeq in jî. Ew çend Tirkên ku ji mafên Kurdan re rêzê digirin, em Kurd wan hesab nakin.

Serdozgeriya Dadegeha Bilind li Tirkiyê biryara der barê mehkûmkirina rêveberên DEHAP'ê de da û ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) re þand. Biryara ku der heqê DEHAP’ê de hatiye girtin, têye gotin, ku rêveberên DEHAP’ê sextekarî kirine. Biryara Dadegeha Bilind a der barê DEHAP'ê de, ku li Tirkiyeyê rojeva siyasî dagirtiye ji bo YSK'ê hate þandin û YSK'ê jî redkir, ku li Tirkiyê ji nû ve hilbijartin çêbibe.

Çapemeniya Tirk û alçaxên wek Oktay Ekþi bi rojan li ser vê mijarê û bi taybetî li ser sextekariya, goya ku DEHAP’ê tawanbar dikin û dibêjin DEHAP’ê sextekarî kiriye. Lê alçaxên wek Oktay Ekþi qala sextekariya dewlet, çapemenî û sextekariya xwe nakin.

Ji ber ku hemû biryarên Tirkan heta niha der heqê Kurdan de bi sextekarî hatine girtin, loma ew der heqê Kurdan de çi biryar bigirin, Kurd wan nasnakin. Çumkî tu biryareke ku Tirk ji bo Kurdan pozîtîv bigire nîne. Dewleta Tirk der heqê Kurdan tenê du tiþtan dizane.



1 . Sextekarî



2 . Tecawizî



Dewleta Tirk ev heþtê sal e li dijî gelê Kurd sextekariyê dike. Alçaxên wek Oktay Ekþi qala sextekariya dewleta xwe ya tecawizker nakin û bi kirinên xwe û dewleta xwe memnûn in, loma ew her roj êriþî Kurdan dike, Kurdan bi sextekariyê tawanbar dike.



* * *





ARTÊÞA TECAWIZKER



Serleþker, arteþ û leþkerê tecawizker yê Tirka devrût, vê carê jî bi biryaran Teskereya ku di roja 07.10.2003 de di parlamena wan de hate girtin bi bihaneyan dixweze, ne tenê here Iraqê û her wiha here baþûrê Kurdistanê û li herêma Selaheddînê bi cîh bibe û li wê derê desthilat be.

Ez nizanim Tirk henekên xwe bi cîhanê dikin, sirtûkiyê dikin an jî vî cesaretê ji kû digirin?

Gelo Tirk dizanin, ku çûyîna wan a Selaheddînê xewn û xeyal e an na? Belê ez dikarim bersiva vê pirsê bidim. Loma ku Artêþa Tirk a tezacwizker bi darê zorê here baþûrê Kurdistanê, dê Kurdistan ji Ordiya tecawizker re bibe gola xwînê.

Gelo mimkun e, ku Kurdên baþûr bihêlin, Tirk dest û milên xwe li ba bikin û herin Selaheddînê. Kurd ev diwanzdeh sal e, ku bi canên xwe, malên xwe û hemû hebûna xwe welatê xwe yê baþûr Kurdistanê bi bihayeke pir giran parastiye û li ser piya hiþtiye.

Lê ez bawer dikim, ku êdî dewleta Tirk hêdî hêdî be jî dawiya xwe tîne. Ji ber ku Tirkan di Rojhilata Navîn de her kes ji xwe re kirine dijmin, derfeta ku dewleta Tirk di herêmê de li ser piya bimîne tune ye. Dewleta ku tenê di herêmê de 200 mîliyon dijminên wê hebin, ne mimkinn e, ku ew dewlet li ser piyan bimîne.

Ji bilî herêma Rojhilata Navîn, di cîhanê de jî dostên Tirkan nemane. Tirkan heta niha di saya geostratejiya xwe de li herêmê îstîfade dikir. Qîmeta Tirkan êdî wek berê nemaye. Ew çend dostên Tirkan yên li Ewropa û li Amerîka hene, ji aliyê Tirkan ve bi peran û mal hatine stendin. Tirk ji bo karê lobî di cîhanê de bi mîlyaran dolar peran direþînin û loma cirîtan davêjin. Lê dawiya siyaseta sextekar û tecawizker dê rojekê zûtir biqede. Ez dîsa dibêjim, ku emrê dewleta Tirk ji deh salan derbas nabe. Ji ber ku Tirk sînorê tu tiþtekî nizanin û hov in.




FUAT AKPINAR



Almanya, 15.10.2003




Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=15