KADEK Û SIYASETA NOYRODERMÎTÎS

Dewleta Tirk û serleþkeriya Tirk di salên 1980î û 1990î de ji gelê xwe re her roj di çapemeniyê de bi gotinên vala digotin, emê havînê koka terorîzmê biqelînin. Gava havîn diqediya îcar digotin, emê payîzê kokê li terorîzmê bînin û payîz jî diqediya vê carê digotin zivistan, zivistan diqediya, digotin baharê, bihar jî diqediya, carek din dîsa ji serî de dest pê dikirin û hwd. Ev gotinên wan bi sal û deman berdewam kirin û heta îro belkî bi hezar carî jî dubare bûn.

Hingiya Abdullah Öcalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û bi rencîdekirina Kurdan hate teslîm kirin, PKK/KADEK jî ji wê demê vir de nizane çi bike. Nexweþiyek ketiye nava PKK/KADEKÊ û ez ji vî nexweþiyê re dibêjim, nexweþiya noyrodermîtîs.

Ji sala 1998an virde, dezgehên ragihandinê yên PKK/KADEK ji bilî gotinên vala ji Kurdan re tiþtekî nabêjin. Di daxuyaniyên wan de ewqas çewtî hene, ku mirov êdî nikare bêje, PKK/KADEK ji bo Kurdan çi dixweze?

Tiþtê ez li ser pir aciz dibim ew e, ku li gor daxuyaniyên tên dayîn, PKK/KADEK him ji pirensîbên Kurdan dûr dikeve û him jî bi vî awayî serê Kurdan bi gotinên bê bingeh tevlihev dibe.

Bi taybetî di van daxuyaniyan de, ku gerîlayên Kurd þehîd dikevin, jêre têye gotin, ku gerîla jiyana xwe ji dest daye.

Gerîlayên Kurd berî her tiþtî mirovên þervan in, têkoþer in, qehremanên gelê Kurd in û her wiha mirovên bi bîr, bawer û xwedî þeref û namûs in. Gerîlayên Kurd barê rizgarkirina Kurd û Kurdistanê dane ser milên xwe û biryara xwe ya þehîdbûnê ji bo gelê Kurd dane. Tu kes û dezgehek nikare ji wan re bêje, gerîla jiyana xwe ji dest dane. Gerîlayên Kurd þehîd dikevin, ew jiyana xwe ji dest nadin.

Ez dixwezim li jêr ji çapemeniya PKK/KADEKÊ du mînakan bidim, ku ew derheqê gerîla de çi dibêjin?



15 Kewçêr, Çarþem-2003


”Li gorî daxuyaniyê, ji bo bersiva êrîþa Artêþa Tirk a di 10 kewçêrê de li navçeya Dêrsim, Pûlûrê li devera Bîlgeçê li dar xistibûn û têde 4 ,,gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn,'' hêzên gerîla çalakiya xwe ya li Þemzînanê pêk anîne.”



15-Ekim 2003 Çarsamba



Halk Savunma Kuvvetleri (HPG), geçen hafta Dersim'de 4 gerillanýn yaþamýný yittirdiði olaya karþý Hakkari'nin Þemdinli ilçesinde Türk ordu birliklerine yönelik bir misilleme saldýrýsý gerçekleþtirdi. Bu eylemde, 10 askerin öldürüldüðü bildirildi.

Ew kesên ku bi vî awayî bi pirensîpên Kurdan bilîzin û hefsarê xwe bidin destê komara WC, gumaneke mezin li ser wan heye û mafê wan nîne, bi van metodên xwe vîn û îradeya gelê Kurd li Bakur temsîl bikin. Ew ancax dikarin bibin peyayên dijminan.

Lê ez ji alîkî ve pir dil rihet im, ku ew kesên van gotinan didin nivîsandin û wisa difikirin, hejmara wan - bi baweriya min - ji bîst kesan derbas nabe. Loma ez van gotinan nakim malê PKK/KADEKÊ bi tevayî. Yên van gotinan dibêjin û dikin bi taybetî kesên di nava PKK/KADEKÊ de bi dest hilat in.

Desthilatiya wan kesên ku hefsarên xwe dane destê dijmin, dê di demeke pir kurt de li nava dev, çav û rûyên wan bikeve.



FUAT AKPINAR


Almanya, 17.10.2003




Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=16