BIJÎ KURDISTAN, BIJÎ SERHILDAN ! ... YAN KURDISTAN YAN NEMAN ! ...

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 17.03.2004


Gelê me ev cara yekem e, ku bi vî awayî li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê serî radike û ji bo mafê xwe yê çarenûsî li berxwe dide.

Serhildana gelê me li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê pilan û pirojeyên dewleta Sûriyê, Îranê û dewleta Tirkiyê li ser Kurdan tevlihev kir. Çumkî ew wek her dem ji xwe wisa bi bawer bûn, ku dê bikaribin di nav çend rojan de serhildana Kurdan li kîjan perçê dibe bila bibe ji holê rabikin.

Bê guman baþûrê Kurdistanê ji hemû Kurdan re ji her alî ve cesareteke pir mezin e. Ev cara yekem e, ku di dîrokê de li seranserê Kurdistanê û tevahiya cihanê hemû Kurd baþ dizanin, ku ew êdî bê xwedî nînin; ew li xwe xwedî derdikevin. Ev bûyer ji Kurdan re çavkaniya moraleke pir mezin e. Loma êdî ne hêsan e, ku dijminên Kurdan pêþiya serhildana Kurdan bigirin. Serhildan dê roj bi roj pêde here. Ez bi bîr û bawer im, ku êdî tu kes nikare pêþiya vê pêvajoya nû bigire û êdî rojên rêjîma dewleta el-mixaberat (Sûriyê) têne jimartin. Textê Beþar Esadê tûle êdî diheje.

Eger dijminên Kurdan hinek ji dîrokê fêhr bikirana, dê bizanîbana, ku ew bi kuþtin, lêdan û îþkencan nikarin koka gelê Kurd bi qelînin. Bila dijminên Kurdan baþ bizanibin, ku þehîdên serhildana Þêx Seîd, Agirî, geliyê zîlan, Dersim, Mehabad, þehîdên Enfal, Helebçe, Hewlêr, Qamîþlo, Amûde, Efrîn û bajarên Kurdistanê yên din nayên ji bîrkirin û emê rojekê van xerabiyên wan fitîl fitîl di pozên wan re derînin.

Kurdistan ji bilî Kurdan ji tu kesî re nebûye welat û nabe welat jî. Loma belkî rev jî bi destê wan nekeve, ku ew ji Kurdistanê bicehnimin û herin.

Kurdistaniyên hêja!

Kêmasiya Kurdan ya herî girîng niha ew e, ku li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê organîzekirina gel bi rêk û pêk nîne. Divê Kurd zû refên xwe bikin yek û bi yek dengî tev bigerin û neyên lîstikên dijminan.

Ne tenê li Kurdistanê her wiha li Ewropa jî wisa ye. Divê Kurdên Ewropa xwe dûrî çalakiyên kilasîk, ku bi salan e hatine kirin, bikin. Bê guman dilê me hemûyan li ser þehîdên me diþewite. Lê belê wek tê zanîn, dewletên Ewropa di pirsa Kurd û Kurdistanê de durû ne û heta niha ji bo Kurdan tiþtek nekirine, mirov dikare bêje, dewletên Ewropa li dijî doza kurdî ne. Eger armanca me ew be, ku em gelên Ewropa ji tevgera xwe re qezenç bikin, divê çalakiyên wek êriþ li ser balyozxanan û çalakiyên wek gireva birçîbûnê neyên kirin û kara wan ji Kurdan re nîne. Eger li Ewropa li hemû herêman bi awayek fermî çalakî bêne amadekirin dê kara wan ji Kurdan re zêdetir be.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=163