ÇI JI DESTÊ TE TÊ, KEREM KE!

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 27.05.2004


Kurdistaniyên hêja! Sîrwan Hecî Berko, navê wî yê rast Siruan Hadsch-Hossein, xwediyê malpera Amûde, derew û îftirayên xwe vediþêre, ka û giha tev li hev kiriye, ew min di malpera xwe de 27.05.2004an bi nûçeyek bi manþt bi ”derew û gefxwarinan” tawanbar dike û dibêje, ger ez jê lêborînê nexwezim, dê li dijî min dozê vebike.

Sîrwan Hecî Berko careke din jî baþ eþkere dike, ku karê wî muxbîrçitî ye. Sîrwan Hecî Berko ji min dixweze, ku ez jê lêborînê bixwezim û ew jî dest ji dozê ber de. Û Sîrwan Hecî Berko nameyek bi zimanê almanî, bi rêya e-mailê ji bo min bi rê kiriye û di maila xwe de wiha dibêje:

Ich fühle mich durch Ihren Arikel bedroht und sehe dadurch meinen guten Ruf als kurdischer Journalist sehr beschädigt.
(Ez ji destê gotara te xwe di bin tehdîtê de dibînim û wek Rojnamegerekî Kurd yê bi îtîbar, îtîbara min hatiye þikandin)

Sîrwan Hecî Berko hin tiþt bîhîstine, lê nizane bi cih bîne. Madem ku tu ewqas bi îtîbara xwe difikirî û dizanî, hîngê kî wî mafî dide te, ku tu bi îtîbara heyiyên Kurdistanê bilîzî? Û wan birîndar bikî.

Lê Sîrwan Hecî Berko dixweze bi van gotinên min yên ku min di 25.05.2004an de belav kirine bi kevirekî du çûçikan bixîne. Çumkî ew bawer e, ku ger li dijî min dozê li Almanya veke û qezenc bike, wê hingê dikare dîsa dozê ji bo îtibara xwe veke û ji min peran bigire. Armanca tehdîda Sîrwan Hecî Berko ev e. Yanê dîsa pere ye.

Min li Sîrwan Hecî Berko derew nekirine û karê min ji derewan jî nîne. Ger ew ewqas ji xwe bawer e, bila dozê li min veke, ku ezê çawa bi þahîd û îspat tûka wî di dadê de bi wî bidim alastin.

Sîrwan Hecî Berko nizane, ku bi kê re govendê digire. Çumkî serê min bilind e, eniya min vekiriye. Ez li ser nan û sifra kesî nînim û ji bo peran pirensîpên xwe nafiroþim û ji bo berjewendiyên xwe rûn ji kesî re nahelînim. Û ez bi bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê tekoþîna xwe didomînim, mineta min ji tu kesî jî nîne û ji kesî jî natirsim. Loma jî ez xwe bi hêz û quwet dibînim.

Bûyerek din jî heye, ku hewceyî gotinê ye, ez vê jî bêjim, da ku Sîrwan Hecî Beko baþ bêye naskirin. Ew mirovekî wisa malperest e, ku di dema serhildana Qamîþlo û deverên din de li Rojavayê Kurdistanê, wêneyên þehîdan (resim) bi peran difroþe çapemeniya Îngîlîz. Paþê hin kes pê dihasin û jê hêsab dixwezin. Ew jî qurnaziyê dike û bi lêborînekê xwe ji nav vê qirêjiyê der dixe.

Min di nivîsa xwe ya ku di 25.05.2004an de li ser Sîrwan Hecî Berkobelav kir, van gotinên li jêr yên li ser nivîskar Jan Dost nivîsîbûn û Sîrwan jî di nûçeya ku di malpera xwe de belav kiriye qala van tiþtan qet nekiriye:

Zimanê Sîrwan Hecî Berko pir dirêj bûye û ewî bi muxbîrtiya xwe nivîskarê hêja Jan Dost ji Medya TV da avêtinê. Wek tê zanîn, nivîskar Jan Dost di malpera efrin.net de nivîseke bi zimanê erebî nivîsîbû û hin rexne li PKK kiribûn. Sîrwan Hecî Berko muxbîrtî li Jan Dost kir; di malpera xwe amude.com de bi kurdî nivîsand, ku Jan Dost li ser sifra PKK rûniþtiye û rexneya wan dike. Li ser vê muxbîrtiya Sîrwan Hecî Berko nivîskar Jan Dost ji Medya TV hate avêtin. Ev yek dide xuyakirin, ku çiqas Sîrwan Hecî Berko xwe di nav raya giþtî de li hember PKK dide xuyakirin; ew di rastiyê de muxbîrciyê wan e.

Û dixwezim gotinên li ser hozanê meyê efsane Þivan Perwer jî dubare bikim.

Sîrwan Hecî Berko ji vir demek berê bi êriþên qirêj çû ser hozanê me yê navdar Þivan Perwer û xwest wî di nav gelê Kurd de reþ bike. Sîrwan Hecî Berko di malpera xwe de li ser Þivan Perwer wiha dinivîsîne: Þivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroþe?

Gotinên wiha bê edeb û bê ehlaq ji bo Þivan Perwer ancax karê provokator û dijminan in.

Belê niha dixwezim ji Sîrwan Hecî Beko bipirsim, ma îtibar û rûmeta te tenê heye?

Di 14.04.2004an de nivîskarê Kurd Hekar Findî ji Duhokê der mafê Malpera Amûde û xwediyê malperê Sîrwan Hecî Berko de nameyek vekirî þand û hûn dikarin vê nameyê di malpera Mehname de û nivîsa nivîskar Qadir Diyarî di malpera Qamîþlo de li jêr bixwînin.

http://www.geocities.com/kovaramehname/51/name.html

http://www.serhildanaqamislo.com/pencere1/nuce_.php?g_nr=10018








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=179