AZADIYA LEYLA ZANA Û HEVALÊN WÊ


FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 13.06.2004


Azadî bê bedel nîne û tu carî bê bedel nayê dayîn. Pir mixabin ev qanûna dinyayê ye. Yên ku di heman demê de aqilên xwe xebitandine û bi destê zorê dinya ji xwe re parve kirine, azadiyê wisa bi hêsanî nadin ti kesî. Loma jî kes nabêje, ha ez vê dinyayê bi te re parvebikim. Bûyerên wiha li her derê yek in. Lê cidayiyek di navbera Tirkan û yên din de heye, ew jî ev e, ku Tirk di pirsa gelan û hindikayiyan de heta dawî înkar dikin û dibêjin, tiþtek wiha nîne. Dema ku êdî mecal ji wan re namîne, ku bi înkariya xwe berdewam bikin, wê hingê dibêjin, ev malê me ye. Tirk wisa pijiyayîne, ku ne fedî dikin û ne jî uzirên xwe ji kesî dixwezin. Her tiþt li cem wan suriþtî ye.

Wek serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê, Hatip Dicle, Selim Sadak û Orhan Doðan di 09.06.2004an de. Çapemeniya Tirk tofanek wisa ra kiriye, ku hindik maye Leyla û hevalên wê wek qehreman îlan bike. Mirov divê qey, Leyla û hevalên wê ne heqaret dîtin, ne cefah dîtin û ne jî ev 10 sal e di zîndanên Tirkan de ne.

Hêvîdar im, ku serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê di xizmeta doza gelê Kurd de berdewam be. Eger Leyla Zana û hevalên wê þaþiyan nekin û di xeta Îmralî de ne meþin, dê bikaribin di siyaseta Kurdan de him li Tirkiyê, him li Ewropa û him jî di cîhanê de rolên pir mezin bilîzin. Lê pir mixabin, ku rewþ wisa nayê xuya kirin, ku Leyla û hevalên wê serbixwe tevbigerin. Ger ew bi gotina Adullah Öcalan ve siyasetê bikin, dê dawiya qehremaniya xwe bînin. Çumkî rêxistina Apociyan, rêxistineke demokratîk nîne, hên jî rêxistineke bi metodên Stalîn û Kemalîzimê kar dike. Loma ew qehremanên, ku apocî ji nav xwe derdixin, qehremanên ji bo demekê ne. Çumkî dema qehremanên wan ji xeta wan der tên û ji wan re ne loyal bin (sedî sed sadiq), wê hingê apocî pir bi hêsanî dikarin serê qehremanên xwe berjêr bikin û karê wan di nav gel de biqedînin. Bi hezaran mînakên wiha hene. Wek Þemo, Osman Öcalan û yên din.

TRT Û ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê Kurdî ji bilî Tirkiyê li ti welatî wek fermî nehatiye qedexe kirin. Sadam Huseyîn jî zimanê Kurdî qedexe ne kiribû. Rejima îranê zimanê Kurdî ti carî qedexe nekiriye. Loma weþana TRT bi zimanê Kurdî, dê di demeke nêzîk de tiþtekî li Tirkiyê neguherîne.

Di dawiya dawîn de derewên pergala îdeolojiya Kemalîzimê derketin holê û pûç bûn. Weþana TRT bi zimanê Kurdî wek sîlek him li rûyê dewleta Tirk û him jî li rûyê mirovên wek Kamiran Ýnan û Bedrettin Dalan jî ket. Gelo Kamiran Ýnan, Bedrettin Dalan û yên din, ku eslên wan bixwe Kurd in û heta niha înikariya xwe û zimanê xwe kirine, dê ji îro þûnde ji þefên xwe re çi bêjin?.

Misto Kemal di komkujiya Dersimê de pir Kurdan jî li dijî Kurdan bi kar tîne. Dema komkujiya Dersimê diqede, wê hingê berê xwe dide Kurdên bi wan re li dijî Kurdan îxanetî kirine. Misto Kemal dibêje, ku ew kesên bi milletê xwe re îxanetî bikin, dê hay hay bi min re jî rojekî îxanetî bikin û hemûyan didin ber gulan û dikujin.








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=184