Helbesta, Ciwanê Abdal : KESER


KESER

Ey keserên minî taybet
Kengî hûnê ji min bipijivin..?!
Qe ji kevrê arbeþkê hilpekiyane
An ji qefala payizê hilperikîne
Ji ber dîwarê bendewariya
Dereng zayîne,
Ey keserên biçûk û mezin tev
Tev hêsir û azarên sar û germ,
Bi rengê aþtî-xwaziyên pîrozî
Hûn cotek kevok difirînin,
Di kêlîkekê de dibin baran
Û li zeviyê yarê dibarin havîngeh,
Di kêlîkekê de dibin berf
Û li gasîna yaro dibarin rondik
Ey keserên þêrîn çi sert û çi nerm
Mêvanê xewnên minî nîvco
Yên dawiya þevê têne serdan..
Qene hûn jî ji minin..
An hûn diyarîne ji yarê
An beravêtiyê soz û pêrgîbûnê ne
Ji hezar hêvî û omîda rijî keliyane,
Ji berê de,
Li dilê hercarî dimeyan
Û ji evîna dilbijokî diqijilîn,
Ey keserên bûne perçak ji min
Siwarbin.. li gemiya xwe siwarbin
Û hevsarê demê biser min'de berdin.


Ciwanê Abdal

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=212