Silavek ji bo Merwan Osman : Êdî bila çalakî ranewestin !



Silavek ji bo Merwan Osman : Êdî bila çalakî ranewestin !


Êdî bila Kurdên Rojava li Ewropa ji xwe re nûnerîtiyekê ava bikin, da ku yekdeng bin !

EZ wek mirovekî kurd ji Kurdistana Rojava deng û dilê xwe diyarî birêz Merwan Osman dikim ! Bila êdî ev çalakî bibe destpêka çalakiyên bêrawestan !

Ji Tevgera Kurd û kesên serbixwe tê xwestin ku em bênavbir li dar bin û dengê xwe êdî ji guhê Ewropiyan nebirin û bila bi rojane qêrîna me li ber guhên wan be, ji ber ku dengê te tune be, tu tune yî !

Dem gihaye wê astê ku her çalakiyek bi çi awayî be jî deng dide û bandora xwe dihêle û ji ber ku wa diyar e ku partiyên me ta radeykê mane bêkêr ! Ji herkesî tê xwestin ku tevbilive û berî herkesî van partiyan bikiþîn qada çalakiyan, ji ber êdî ev bêkêrî bûye bela serê millete me û wa diyar e ku gereke endamên civatê li benda van partiyan nemînin, ji ber ku ev libendeman ewqas dirêj kir ku êdî bûye pirsgirêkek mîna pirsgirêka bê kî berê çêbûye, mirîþk an hêk . . !

Bila êdî di demake kurt de partiyên çalak ji yên neçalak bêne diyrkirin û hingê pêwîst e herkes û di serî de endamên partiyên neçalak bêdeng nemîn û partiyên xwe bajon qata çalakiyan û berî herkesî gerek e rewþenbîrên kurd dengê xwe bilind bikin û reþ û spî ji nav hev derxin û bêlayane nemînin! Ji bo ku yekdengiyek ava bibe, bi mebesta ku Ewropî dengê me bilindtir û çalaktir bibihîzin !

EZ wek keskî serbixwe bi heman hestên xwe li gel birêz Merwan Osman im û hêvîdar im ev çalakiya ku wî li dar xistiye, deng vede û encaminan bi dest xîne !

Ingilistan 31 / 01 / 2005


Mervanê Keleþ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=307