EM XWE LÝ BER CEGERDARIYA CÝWANÊN KURDÝSTANA ROJAVA ( BAÞÛRÊ BÝÇÛK ) SERÇOK BÝKÝN !



EM XWE LÝ BER CEGERDARIYA CÝWANÊN KURDÝSTANA ROJAVA ( BAÞÛRÊ BÝÇÛK ) SERÇOK BÝKÝN !


Wek li her derê ciwan ew in ên ku bi cegerdariya xwe û bi xwîn , nerîn û xwendina xwe a cûda ji serdma xwe re dibin pira guhertinên nû nemaze dema rew‏‏‏‏‏‏‏‏þ digihê astên ku riyên kevin êdî çirûk dibin û p‏‏êwistî bi desgehên guherî xwe dide pê‏þ !

Wek me dît û bihîst çi di roja yekemîn salvegera serhildana 12ê Avdarê û çi di þeva Newroza vê salê, sala 2005an de CÝWANÊN KURD li QAMÝÞLO bi metodeke wêrek û kontrol kirî du çalakiyên bi ser keftî organîze kirin , heger em bi çavekî nêz û bi hûr bûn li van herdû çalakiyan bineren dê mirov wan wek du birûskên ku nî‏þanên nû didin bibînin , nîþanên ku wa diyare ku ciwan xwe ber bi destxistina qedera gelê xwe de dibin û êdî xwe berpirsiyar dibînin û tên qata liv û lebatê û wek diyare ew nema bi raman û liva kevin a Tevgera Kurdî razîn e û wê li bende fermanên wê ên demtêbihurî nemînin !

Ev herdû çalakî ku bibin destpêkek bi rêbaz û piroje û bi rengên demoqratîk û aþityane û bi xwekontolkirinek þaristanî dê riyeke nû û bi serkeftî ji bo GELÊME me vekin !

Ji Tevgera Kurd tê xwestin ku xwedî li van ciwanan derkeve û rê li ber wan negre û bi çavekî dîrokî li van çalakiyan binere û serpêhatiyên xwe têxin xizmeta van ciwanan û wan destek bikin û rê bidin kesayetiyên ciwan ên zanyar û ektîv ku ciyê xwe di nav gel de ava bikin û diyar bin ji bo ku gel li wan guhdar be û wek wan bilive !

Êdî tirsonekiya siyasî û rêxistinî nema me digihîne tu astan û ji her kesî re êdî diyare ku demek nû li Rojhilata Navîn rû dide ‏û em bixwazin an nexwazin dê bi ser keve îca ger em jê re ne amade bin dê wek pir caran wê dem di ser me re derbas bibe û emê li paþ bimînin !

Ciwanîn me ên zana reþwenbîr û çalak ç‏êbûne em rê bidin wan û xwedî li wan derkevin ku hê b‏êtir xwe bi pê‏þxin û bibin siyasiyên pispor û muhterif ji ber ku siyasiyên hawî nema bi kêrî me tên !!!

Ger em rê nedin nifþên nû û xwedî li wan dernekevin emê bibin rêbendek tarî li pêþ wan û emê riyên azadiya gelê xwe û civata xwe bi derngî bixin !

Lê gereke CÝWAN jî bizanibin ku erka wan dîrokî ye û li gor wê xwe organîze bikin û di pêþî de di nav xwe de demoqrat bin û guh bidin hev û rê bidin hev û li serê hev nebin dîktator û ne NERCÝSÎ BÝN !!!!


Ingilistan, 22 / 03 / 2005

* * * * * *

Birayê we : Mervanê KELEÞ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=319