DEWLETA TIRK JI TiRKUMANA Û KERKUKÊ MA BÊ HÊVÎ !

M. Þerif MÜÞTAK


DEWLETA TIRK JI TiRKUMANA Û KERKUKÊ MA BÊ HÊVÎ !


Xwe hilavêtina dewleta Tirk a þowen û dagirker bawerî neda Tirkumana. Tirkuman ji bo hilbijartinên li Baþûrê Kurdistanê û Iraqê, heroj bi qûfla tên xwe tavêjin gelê Kurd, xwe têxin di bin bazkên Kurd û kurdistanê de. Bawerîya xwe bi gelê Kurd tînin û ji tirkîye paþ di kevin. Terorîstên bi navê islamî û netewa Ereb derketine holê baweriya gelê ereb li wa nemaye, ji wan tejî bûne, pêwiste ew jî bêne hiþyar kirin, di tarîyê de mane, ji bo wa ronahî gelê Kurde.

Heftîk ma ji bo hilbijartinên Kurdistana federel û Iraq. Rojev hilbijartine, bila hemu Kurd kar û barên xwe baþ bi zanibin. Kî bi pênûsa xwe, bi þexsîya xwe û heger ko yek li kurdistanê bê, bi la bi kolan û mala bi kevin, ji bo kurd beþdarî hilbijartina bibin arîkar bin. Xwe bighênin hemu insanên kêmnetewa, wa li xwe bi pêçin û dengê wa bistênin. Tirkuman ne li gel dewleta Tirkin. Tirk fêr bûne tiþtên piçûk mezin dikin, þeng û þepala xwe mezin nîþan didin. Þowenin, kultura wa inkar kirine. Dewleta wa di kevê ber hilweþandinê ko kesê wa nasnakin di bêjin qey xwûrtê dinya yê ewin. Em virên wa jî iþkere bikin û giranîya xwe berdin ser hilbijatina. Bila kes nebêjê ez li derveyî welatim ti ji mi nayê, ev ne rastê. Xwe bighênini cîranê xweyê kurd, ereb, asurî, kildanî û tirkuman wa rehnî bikin. Bi telefona, name, internet û tevayê rêyen bersiv û agahdarîyê bi kar bînin û bi din pêk anîn. Kesên li Kurdistana baþûr û Iraq, roja hilbijartinê pêþîvanîya ser sindoqên denga bikin. Kesên ku hun bi zanibin wê dengê xwe ji bo feyda gelê Kurd bi kar bînê wa bi kiþînin ser sindoqên denga. Herkesê ko xwe welatparêz û berpirsîyar dibînê bila þev û rojên xwe bikin yek. Wextê dîroka kurdistan-Kerkuk û polîtîqa dagirkera rexnekirin, lêkolîn kirin zehfe. Li hilbijartina vegerin û bila herkes bi fikirê ka çawa dikarê dengekî li dengê gelê kurd zêde bikê. Her dengek fetihkirina cebhekêye,dest xistina peymaneke dîplomasîye. Em dev ji edebîyatê berdin li hilbijartinên Kurdistana azad vegerin.

Rojên kevin tên bîra kêmnetewên li Kurdistana Baþûr dijîn. Di zanin dewleta Tirk ji boyî wa bi Iraq û Sedamê dîktatör re ti problem çênekirine û li ba xwe nedîtine. Ew Îro bi saya berxwedana gelê Kurd û Kurdistan azad dijîn. Pêwiste ku Tirkman dengê xwe bidin lîsta Kurd Kurda li Kurdistana Baþur mafên demokratîk û insanî daye tevayê kêmnetewan, herkes xwe azad dibînê, Tirkuman bi qefla xwe tavêjin nav çeng û perên gelê Kurd. Bi deng danê jî li gel gelê Kurdin. Dengdana Kerkuk a gelê Kurde û wê bi bê azadîya hemu kêmnetewan.

Azadîya kêmnetewên li Kerkuk bi Kurd û Kurdistana Baþur ve girêdayî ye. Tirka ticara arîkarîya Tirkumana nekirine. Ew bi xwe birçîne û heroj li ber deryê xelkê di gerin, bi perê faîzê û karê mafya yê dewletê di meþênin.

Dijminahîya tevayê cîranên xwe dikin, tevayê gelan di bin xwe re dibînin, gelên weke Ermenî Asurî û Kildanî qelandin. Dîrokê salaye li qirkirina gelê Kurd di xebitin. Zilmin, zalimin û dagirkerin. 31 sale qibris vegirtine, kûrê serokê Tirkên qibrisê çû peseporta Rom wergirt. Mezin taxivin piçûk dibin, bilind di firin nivz di kevin û fedî nakin. Her wextê dilopên xwînê ji devê wa di kevin. Tecawizî heyîna neteweyên cîran, sîyaseta cîhanê û tîra tavêjin ezmana.

Çi problemên Tirkumanên Kurdistanê bi hêvîya Tirkîye ve hene, ma notirvanên Iraqin ?

Türküman baþ dizanin, ku ne zanibin jî, divê bi zanibin ku dewleta Tirk, di xwazê wa ber qûrbanî xwe, dewleta xweya dest bi xwîn û dev bi xwîn bikê. Tirk ne aþiqê çavên kesêne.

Rejîma Bees a Sedamê dîktator ku li serê gelê Kurd û kêm netew Aþûrî, Keldanî û Tirkumana kir, li serê gurê çol û çîya nekir. Tirkumana di vê wextê de ji ber zilma Sedam ne di karîn bêjin o xweþ bi vê seetê, an bi vê rojê. Gelek kes di hepisxane û îþkencexana de kûþtin, seqet kirin, bi dîrokên sala hiþtin di heps û zêndana de. Gelek jê bi sêpîyan ve daleqandin, gelek dane ber gûla kûþtin, malên wa þewitandin, talan kirin û penabir ketin.

Karê Tirka ji bo tevgera gelê Kurd û Kurdistan bi ser nekevê. Dewleta Tirk ji bo Tirkumana, ji Iraq û Sedamê dîqtator re, rojekê gotineke ku mêþ pê bi êþê ne di gotin. Zilma Sedam li ser Kurd û kêm netewên li Kurdistanê dikir, ji bo tirkîye bazirganî û payeke baþ bilind bû.

Bi xwîna deh hezaran Pêþmerge, dest ketîyên gelê Kurd, Tirkuman asurî û Kildanî li jîyanê hiþyar kirin. Van kêm netewa di pratîka tevgera Kurd û Kurdistan de demokrasî, mafên xweyê demokratîk û insanî bi tevayî, ji destê gelê Kurd weke dîyarî, perû û xelat wergirtin. Di bînin ku Kurd, ji tevayê gelên rojhilata navîn demokratirin. Ji demoqratîk bûnê, demokrasîyê û azadîya bêhtir hes dikin, modernin. Tirkuman ne dînin ku xwe bikin kevrê qûnê, pêleyîstok û berxwerê Tirkîyê.

Ji sala 1970-5 û ji sala1991-2005 a kêm neteweyên ku li Kurdistana Baþur dijîn, bi saya tevgera agelê Kurd û Kurdistana Baþûr 2 cara bayê azadîyê li wadaye û temijandine;

1 - Wexta serokê nemir Mustafa BERZANÎ sala 1970 û bi destxistina Otonomî
2 - Îrojî Kurdistana Baþûr a Federel.

Tirkuman mafên ku gihayîn wa, nadin bi þöwenîzm û inkara dewleta Tirk. Bêhtirên Tirkumana di zanin kû Tirkîye ne demoqrate û ti mafa jî nasnakê. Tirkumanê ku ji ber zilma Sedam bazdayîn, bi penabirî hatine Tirkîye ji nêza û birça dimrin. Gelek jê ji birçî bûn mecburî dizî û parsê bûne. Hinek ji wa, ji birça bûne qontra û ji dewleta Tirk re Kurda di kûjin. Dewleta Tirk di qemerîyê qûl nadê bi pîlaxên wa, ji xeyrî wa bikê qatil û bikê Kurd kûj.

Daxwaza dewleta Tirk a ji bo Kerkuk, 2 egerên giring hene;

1 - Xeyala ku careke dî bibê xwedîyê axa Ereba. E v jî jêre di bêjin „Heyhat“
2 - Gelê Kurd bi mînê lawaz û her bin dest bê. Lê rêya azadî û serxwe bûnê roj bi roj vedibê

Dewleta Tirk di zanê kelha zilmê wê bi destê gelê Kurd bê hilweþandin. Ji ber ku Kurd aþtî xwazin, demoqratin, li gel mafên demokratîk û însanîne. Tirk û dewleta xwe çar bi çar li dijî vê jîyanê ne. Lewma li kîjan perçên kurdistanê ku Kurd ling didin berxwe, Tirk êrîþ dikin.

Tirkîye di xwazê þer ji Iraq xilasnebê, tevlîhev kirin li hesabê wêye, tilya wa di þerde ye. Tevayê çapemenîya wa arîkarîya terora li Iraq dikê. Fihêtnakin di bêjin „Em li dijî terorêne“

Li dijî hemu destketîyên neteweyî ê gelê Kurd derdikevê, dikê û nakê, nikarê li Kurdistana Baþûr tevlî hevîya çêkê, bê çare maye. Ji bê çaretî heroj xetên sor nîþan didê û Kurda tehdîd dikê. Hêrs bûna Tirka nîþan didê ko bêhtirên Tirkumena gûh nadin leq, leq û þeq, þeqa wa. Hingî xetên sor nîþandan û hatin heþifandin, bawerîya Tirkumana jî li wan nemaye. Libên ji Tirkmena hevaltîya Dewleta Tirko dikin, gelek ji wa kontra dewleta tirkin, hayê wa ji kûþtina Kurda û leþkerên Emerîqan heye. Ev jî bê þike. Ne vale bû ku telîs ketin serê leþkerê Tirk.

Alîgirên Partîya Nîjadperest a Tirkman hindikin. Piþtgirên dewleta Tirkîye ewin, ew bi xwe behtirên wa kontrane, mafyane û bi navika xwe girêdayî ne bi dewleta ko tarî a Tirkîye ve.

Tirk di bêjin „Kes nikarê bi rêyên ne fermî mudaxeleyî axa hin dî bikin“ Lê ew bi xwe heroj sînorên Kurdistanê di bin lepên xweyê qirêj de di eçiqînin, guh nadin peymanên navneteweyî.

Gotina serhatî di bêjê „ Ku ecelê bizinê tê diçê nanê þivanê xwe di xwê, an di bezê ser gidîþa dexla xelkê“ Vêca ez hêvîdarim ku Dewleta Tirk dev ji xwarina nanê þivanê xwe û bezîna ser gidîþên dexla xelkê berdewam bikê.

Georg Bush dûhî roja pêncþemê 20.01.2005 dêlindêzîya wî a sund xwarina serok dewletîyê bû Di axiftina xwede vekirî got „Bila hemu kesên di bin darê zorê de dijîn û bê hêvîne bila bi zanin: Emerîqan ne çavê xwe li zilma li wan têt kirin digirê û ne zaliman efû dikê. Çaxê hun ji bo rizgarîya xwe tê koþîn bikin, emê li ba hewe bin.

Gelê Kurd dîrokê sala ye ji bo azadî û serxwe bûna xwe li ber xwe di dê. Bi sedhezara þehîd daye. Bi milyarên dolara xesar zîyan bûye. Bi deh hezar gertin, birîndarî çêbûye. Gûnd, bajarok, bajar, dexil, daristan û tevayê Kurdistanê agir dîye û hatîye þewtandin. Berxwedan berdewame. Em gelê Kurd di bin zor û zilmê dene. Zilma li ser gelê Kurd heroj bilindtir dibê.

Me axa ti gelan ne girtîye bin destê xwe, me kes ji ser axa wa bi darê zorê ne kirîye penabir. Em gelê Kurd li ser axa bav û kalên xwene. Li ser axa xwe di bin zorê dene û bi zorê têne penabir kirin. Ez hêvîdarim ku gotina Georg Bush bi bê tarîx ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistan.

Bremen Þemî, 22. 01. 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=333