BÊHNA DEVÊ ONUR ÖYMENÊ GENÎ, DÝ XWAZÊ SEROKÊN KURDA LÝ BEXDA BÝDÝN KÛÞTIN !

M. Þerif MÜÞTAK


BÊHNA DEVÊ ONUR ÖYMENÊ GENÎ, DÝ XWAZÊ SEROKÊN KURDA LÝ BEXDA BÝDÝN KÛÞTIN !


Wexta ko sîyasîyên Tirko bûyera Kurd û Kurdistanê nîqaþ dikin, bi mejî û zimanekê wilo þîrova dikin, gelek camêrên Kurd li rastî û heqîya xwe di kevin þikê, wê ji aþ û bajar anîn, ji dendik a þebeþ kirin mehser, serê Kurdên dilpaqij kirin weke danê di Cohnî de bê kûtan, wê cîhan li serê wa reþ û tarîkirin. Vêca Tirko hem me di kujê, digrê, talan dikê, ser de me di kê terorîst, serokên Kurda dikin serok eþîr, me dikê sinfê sisê-çarê û me têxê ber linga.

Lê ya herî rastî ewe ko 85 salê dewleta Tirk çikir û nekir gelê Kurd û Kurrdistanê ji xwe re yek ba nekir. Tirk di bêjê "YE û Emerîqan nêrînên xwe kirine yek, ko dewleta Kurd bê ava kirin û sînorên dewleta Kurd û Yahudî bighin hev." Gotin pir xweþe, em hêvîdarin ko rast bê, rast bi kevê, de qene Tirko ji vê tirsê xilas bê, Kurdên li Anatolya yê di rûnin jî bi Tirka re karibin federasyonekê ava bikin, Anatolya bi bê qantonîya Svîsre.

Rojhilat, bakûr û baþûr bibê yek Vêca Tirko hingî di sîyasetê de nîjadpereste, wexta ko taxivin sînor li ber devê wa namînê, wexta ko mebest gelê Kurd û Kurdistan bê, perde di çirê ji terbîye û exlaq re bê sitar dibin, derpîyên sîyasetmedar û rojnamevanên wa di kevin ser gozeka wa, ji dêla tifê, ji devên wa tipkên xwûnê di pekin, wê wextê ko kesekê Kurd bi dest wa bi kevê, ji hidet û hêrsbûnê xwe, wê dev bavêjin saqa wî û wê gez bikin, di þibin weke bikevin êþa harîyê! Hikmeta Tirko û serok leþkerîya wa berya hilbijartina, piþtgirî ji helbijartinan re kir. Niha jî di bêjê hilbijartin ne demoqratîk bûn, di kê qîr û weweylê. Roja 7 ê sibatê ji bo ihtazkirina hilbijartina li Kerkuk Tirkumanên bi Tirko re ko ji sedî hejmara wa yeke, daxwaznamek dane meqamê berpisîyarîya hilbijartina. Pêþîyên me dibêjin "Kero ne mire, bihare" Vêca êdî ne ihtiraza hilbijartina, ne xetên sor, ne tehdîdên ko lêþkerên tirko herin baþûr nema pere bikin. Tirko ketîye di valeyîka kûr de, li nav hev ketî ye, sîyasetê serast nakê û nikarê serast jî bikê. Leþker û Leþker, sîyasî û sîyasî xwe bi xwe, li nav hev ketine. Leþker þerê hev û þerê sîyasîya bi hevrê dikin. Dijatîya dewletê heroj kûrtir di bê, dewleta ko di dewletê de a piçûk jî nikarê weke dema borî rola xwe bi leyîzê ko bêjê "sore sore, sipîye sipîye."

Pirsgirêka gelê Kurd ketîye di nav tevayê pirsgirêkên Tirko de. Ji problemên dizîyê bigre heya mizgevtê, dibistanê, karbendî, karkerî, broqrasî, bazirganî, leþkeri û hemû tevgerên kulturî, sîyasî û ne sîyasî de.

Onur Öymen Arîkarê serok partîya CHP di got " ma ne þerme ko dewleta meya mezin û bi qewet nikarê bamberîya 2 serok Eþîra bikê, lê Tayip Erdogan bi xwe nizanê çi dikê, ko em deryê Xabûr bigrin Kurd wê bi fetisin. Berzanî di bêjê emê dewleta Kurd avabikin, bila, lê Ereb qebûl nakin, herçar teref dijminin, ni karê jîyanê bi domînê, di nav Iraq de gelek Kurd hene, sibehî nikarin bi ti dera ve herin. Di bê ko siba serokên Kurda li Bexda bên kûþtin, Kurd vê di zanin. Lê di nav Kurda de nîjadperestîyê dest pêkirîye, serê wa germe, bawer dikin ko Mesud Berzanî ji bo avakirina dewleta Kurdî rast di bêjê, lê ev ne gengaze" Onur Öymen ê rûwê sextekar ê sosyal demoqratên Tirko, bê þermi û bê hempa dewletên dagirker li dijî gelê Kurd vexwendinî þerê navxweyî dikê, hê ji niha lêdigerin û di xwazin hazirîyekê bidin kirin ko di meclisa Bexda de derbekê bavêjin rêberên Kurda, firsetên ketî dest gelê Kurd vale derxin. Lê o¬nur Öymenê ko bêhna genî ji dev derdikevê di zanê Kurd bûne bereqiran û direh ketine nav lepên wa, hûn nikarin xwe bi kuþtina Kurda û kûþtina serokên wa xilas bikin !

Bila balkêþ bê ko tiþtên o¬nur Öymen di gotin, piþtî avakirina hikmeta Iraq Tirko di karê bi wasita Hîzbûlaha ko dewleta Tirko bi xwe avakirî bighê Parlemena Iraq û derbna bavêjin berpirsîyarên Kurda. Serokê Emerîqan Georg Bush cara didowa sûnda serok dewletîya Emerîqan xwar.

Gelê Îranê û Surî vexwendinî berxwedanê kir û got "Ko hûn li berxwe bidin emê piþtgirîya hewe bikin."

Îro zilma li Bakkurê Kurdistanê li kûderê heyê, ma Bakûrê Kurdistanê jî ber bi banga Georg Bush nakevê ?

Lê "xwedî yê mirîya korin." Ez bawerim berya hilbijartinên li Emerîqan çêbin, biryara hilweþandina rejîma Îran û Surî hatîye standin. Tirko weke "Korê di tarîyê de" maye heyîrî û di tirsê vêcarê dor bighê Roma Reþ !

Tirk di bêjin proja rojhilata navîn çawa bi cih di bê, gelo emê karibin vê carê nehêlin gelê Kurd bi sernekevê ?

11.02.2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=348