TALANKER GEFAN LI MIN DIXWIN, MIN TEHÎDT DIKIN !!!

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

TALANKER GEFAN LI MIN DIXWIN, MIN TEHÎDT DIKIN !!!


JI RAYA GIÞÎ RE

Ji min re di 13.06.2005an de gefxwarinek(tehdît) bi posta elektironîk ( E-Mail : tolhildan_intikam@yahoo.com ) hat ku di babetê de dibêje “FERMANA KUÞTINÊ JI BO WE”. Ji ber ku dubare nebe, ne pêwist e, ku li ser vê mailê bisekinim, hûn dikarin vê e-maila bi tehdît û heqaret hemî li jêr bixwûnin.

Ev ne cara yekem e û dê ne cara dawîn be jî, ku li dijî min tehdît bêne kirin. Ez cara yekê di salên 80î de li rastî tehdît û êriþan hatim. Ez wê demê bi êriþeke lêdanê birîndar jî bûm. Di pê re jî sê caran li dijî min sûîkast hate çêkirin, ku ez her carê bi leva mû ji wan sûîkastan xelas dibûm. Ji salên 80î heta niha li dijî min ti demê tehdît ne sekinîne. Tenê hin caran kêm bûne û hin caran jî hatiye rawestandin. Ez guman dikim jî, ku ev tehdît ji aliyê kî/kê ve têne kirin. Ezê di nivîseke din de çi tiþtên dizanim binivîsînim.

Gelek welatparêz di salên 80î de ji welat derketin, ku canê xwe ji destê dijmin xelas bikin. Lê ji ber ku hinek ji wan þaþî û xerabiyên partiyên Kurdan dîtin, ji wan veqetiyan û bûne mixalefet, mafê xwe yê demokiratîk bi kar anîn û ew partî li ser þaþiyên wan rexne kirin. Ji ber ku tevgera Kurdên Bakur ti demê ji demokirasiyê fêhm nekiriye, loma ew kesana bûne armanca êriþan û li Ewropa bi dehan welatparêz hatin qetilkirin. Ez jî wê demê di lîsta kesên ku bêne qetilkirin de bûm. Lê bextê(þansê) min hebû, ku her carê ji ber êriþan xelas dibûm. Mixabin, ew welatparêzên hatin qetilkirin wek min ne bi bext bûn.

Nexêrxwazên tevgera Kurd li dijî welatparêzan nexweþiya bi tehdîtkirinê, þantaj, îftira û di dû re jî qetilkirinê wek tîfo û kolera di Kurdan gerandin, ku dermankirina wê jî ne hêsan e. Kurdên bê pirensîp tehdît û qetilkirin ji xwe re kirine ehlaq û armanca wan ew e, ku min û welatparêzên bi bîr û bawer bi dûrxisina ji helwesta wan ya durist li ser tevgera Kurd û Kurdistanê ye. Çimkî ew dizanin dinya ne tenê ji dijmin re her wiha ji wan fînfonekên derewçîn re jî teng bûye, ku dawiya rojên wan jî hindik maye. Van tehdîtkaran him li welat û him jî li Ewropa bi van metodên xwe yên xerab ziyanek pir mezin dane tevgera Kurd û Ewropa ji welatparêzan re herimandin. Bi rastî tiþtê ku ez pê diêþim ew e, ku tehdît bi destên Kurdên noker têne kirin. Ger tehdît rasterast ji dijminê me Kurdan be dê qet ne xema min be. Mantiqa kesên xêrnexwaz ev e, tu ne ji min î, tu li dijî min î.

Min di jiyana xwe de ji bilî kar û xebatê, bi keda xwe, bi xwêdana eniya xwe ti ziyanek nedaye tevgera Kurd. Lê bila her kes û her partî bizanibe, ku dema yek zerarê bide gelê Kurd, ez qelema xwe wek derzî di çavên wan re dikim.

Ez ti carî ji helwesta xwe þûnde venagerim, çimkî helwesta min helwesta Kurdayetiyê ye. Ez hêz û quweta xwe ji bîr û baweriya xwe ya ji bo Kurd û Kurdistanê digirim. Ez ji tehdîtên ti kesî re nabêjim eywelleh. Wujdana min rihet e, eniya min vekirî ye, serê min bilind e.

Ez dizanim barê tevgera Kurd ne barekî wisa hêsan e, min ev seriya daye ji bo vê rêya rast, riya Kurdistanê û ji bo vê oxirê. Quweta ti kesî nikare min jê vegerîne.

Bila ewên rûyên wan li ba her kesî sor dibe, bila ewên rûreþiyê ji tevgera Kurd re dikin û bila ewên bi saya tevgera Kurd xwe bi pênc quriþa firotine û rantçîtiyê dikin, tehdîtan davêjin û welatparêzan qetil dikin ji pêþeroja xwe bitirsin.

Banga min ji her kes û her partiyên ku bîr û baweriya xwe bi mirovatiyê, bi pîvanên demokirasiyê anîne heye, ku em hemû bi hev re dijî van tehdîtkaran derên û wan wisa pêþandin(teþhir) bikim, ku ew êdî niharibin bi vî mantiqa gemar ku bi salane bi hezaran welatparêz ji destên wan dikþînin. Divêt em dengên xwe bilind bikin ku bila êdî ti welatparêzek çi li Kurdistanê, çi li Ewropa zerarê ji wan nebîn in.

Hêvî û tika min ya dawîn ew e, ku kesên vê emailê tolhildan_intikam@yahoo.com nas dikin, min agahdar bikin.



Almanya, 22. 06. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de



* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


Nîþe : Nama bi tehdît û heqaret ku di 13.06.2005an de bi posta elektironîk ji bo min hat.


Mon, 13 Jun 2005 16:27:29 -0700 (PDT)
Von: "TEYRE´BAZ TOLHILDAN !!!!!!!!!!!!!!!" Zum Adressbuch hinzufügen
Yahoo! DomainKeys bestätigt. Diese Mail wurde gesendet von yahoo.com. Weitere Informationen
Betreff: FERMANA KUSTINE JI BO WE!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!
An: fuadsipan@yahoo.de


TEYRE´BAZ TOLHILDAN !!!!!!!!!!!!!!! wrote:
HUN MISKIN PIS EDRESA WE KET DESTI ME BOY WE ROJIN NEZIK DAVIYE WEYE!!!!!!!!! PIS XAYIN LANAT

NOT: Diji mafe Kurdan kek xarabi karkir ;; mafe me heye em we qeraja le hole rakin.

TOLHILDANIN KURDISTANE
KOMIN TEYRE BAZ

KÜRDISTAN INTIKAMCILARI
INTIKAM SAHIN GRUBU ENTERNATIONAL







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=378