WEK GUFTÛGOYEKÊ LI GEL NÎZAR AGRÎ:



WEK GUFTÛGOYEKÊ LI GEL NÎZAR AGRÎ:

REWÞENBÎR LÊBORÎNÊ DIXWAZE
DEMA KU BAWER BE KU EW ÞAÞ E
NE JI BO KU XWE CELID BIKE !!! þ


Belê rewþ‏‏‏‏enbîrê rast ji cegerdariya xwestina lêborînê diyar dibe lê cegerdariya lêborînxwestinê nayê wê wateyê ku ew xwe celid bike û bigihê sînorên xwekuþtina ramanî û xwedayina ser riyên xwe bidarvekirinê û giriyê li ser bermayan !!??

Rew‏þenbîr gotina xwe ya pêbawer dib‏êje û dihêle ji dîrokê re !!!

Rewþenbîr li bende namîne ku xelk jê re piþtî her gotarek‏ê li çebka xin û bêjin eferim te tariya me ronî kir !!!

Gotina rewþenbîr ya rast cihê xwe bi hêminî li nav rûpelên dîrokê dikole !!!

Encama gotina rast ne adinî rojê diyar dibe !!!???

Rewþenbîr mîna siwaran pênûsê – þûrê – xwe di firtona yekem de û bi hêsanî ji destê xwe bernade û ji ser piþta hespê xwe nayê xwar !!!

Nîzar Agrî ez jî ne bi pir nerînê te re bûm ‏û ta radeykê min hin nerîn‏ên te þaþ didîtin û ji min re cê pirsên mezin bûn lê her dem cegerdariya nerînên te li cem min cê rêzê bûn !!! Û tucarî guman li cem min li ser te ç‏ênebû ye ku tu dixwaze masiyan di ava girikî de bigire !!!‏

Helbet mafê te ye ger tu ji nerînên xwe ên “þaþ” ( dema tu ji þaþbûnê bawer be ) vegerî lê ne ji mafê te ye ku tu pênûsê xwe ji destê xwe bavêje ji ber ku ew ji sermiyanê miletê te ye , di dîrokê de gotina rasteqîn buhayê wê bilind e û tu bi xwe zane ku pir rewþenbîran çendîn qelenê giran dane ji ber ku gotina ku ew pê bawer bûn gotine û li benda tu qezencan nemane û her û her ji gotina ku ew pê bawerin ji ferhenga cîhana afirndina xwe ne avêtine !!!

KESÊ siyasetmedar dikare reþbîn be lê tucar û tucar ne ji mafê kesê rewþenbîr e ku reþbîn be ji ber kesê kewþenbîr çavê gelê xwe ye dikare carna rwerewkê bibîne lê riyên reþ û xitimî ne cîwarê wî ne !!!

Dema yekî rewþenbîr gotina ku rast dibîne dibêje ne ji ber ku ew li taç û serayan digere dibêje ji ber ku bi destxistina taç û serayan pir hêsantire ger mirov gotina çewt bibêje !!!

Mane tenê kesê bi xwe nebawer dikare ji cirîda rewþenbîrî bireve û bixwebawerî qet ne ewe ku mirov ji “ þaþiya “ xwe venegere lê “ rev “ jî ne çareye û ne jî ji mafê kesê rewþenbîre !!!

Tev li ku ez ba‏‏‏‏þ dizanim ku gotara te rengek ji rengê tiracîdiya ken e lê dîsan min mat dihêle !!

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

TÊBÎNÎ : Ev gotar bersiva gotara EZ ÞAÞ BÛN ya N.Agrî ya ku bi zimanê Erebî di Afaq Kurdistan , Amûdê.com de weþya ye !!

Ingilistan 16. 05. 2005.

Birayê we : Mervanê KELEÞ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=379