Qelem

Seyid Feysel Moctevî


Roja pênûsê li me û hemî gelan pîroz be.pênûsa ku dergehê zilm û tarîtiyê girêda û bera nûrê da nav gelên bin dest û belengaz.kila edlayîyê li çavê sitemkara kiþand û kulûlkê azadîyê li deþta sare zilmê de çand, zistana sar û tezîye bêdengîyê,li bilbilê gulistanê kire biharekî xweþ û rengîn.

Qelem


Qelem tu ji kîderê hatî bi fermana kê ra hatî?
Bi tekmîla ziman hatî? Bu kêm kirna xama hatî?

Bi her destûr û fermanek ku tu hatî bi xêir hatî
Bi ser çav û dilê nesla beþer hatî ti xêir hatî

Bi rêkek dûr di gel Rojê li bu berqa dila hatî
Serendîbê xelat bûy tu di gel bûk û zuva hatî

Bi mêwanxaneya iþqê tu peyk û ermexan hatî
Bi çeng û naxon û kuçkan tu peykana beyan hatî

Piçûkê Adem û Hevva bu dermanê evîna xwe
Bu runahiyê bi kilçî û kilê sobhane te hevce

Tu dayim hemreh û hemzadê texyîr û tehevvol bûy
Tu geh ber bûy û geh diþnek li fûlad û li asin bûy

Heta ku tu miraz û metleba dil da bi kevrê req
Biselmînî û jînavî di dîrokê bikî berheq

Li nav kevrê nivîsî da li naw xiþtê sufalîda
Li pexla bajêr û gunda li naw xar û muxaranda

Nigehbanek vefadar û xedûmek bê temenna bû
Nivîsîn ah û derdê gel li naw serma û bahozan

Bi pêþrefta olûm û seneta hazir qelem ker bû
Li beyna sirvet û feqrê bi çavê zolmetê der bû

Qelem girtin þikandin kirne hebsê da ku Roj reþ bit
Bibîte yek þevek tarî ku qanûn naw de vinda bit

Qelem rabe bi herbê ra bixona xwe miyesser ke
Dewama jîn û ayîna li pêxasan moheyya ke

Xeva þîrîn li ser zalim mokedder ke mokedder ke
Li qesran bîneder bîne bi tolek xweþ vî aza ke

Ku binvîse ji mezlûma Seyid berga teberrayê
Bike mizgîn gulîstanê qelem derket li zindanê


Helbest : Mesnevî
Vezn : Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin
Behr : Hezec Mosemen Salim


Senendec, 02. 07. 2005


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com

mojtavy@hotmail.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=383