LÝ BAÞÛR BER BÝ SERXWEBÛNA KURDÝSTANÊ Û LÝ BAKÛR ÊÞA ZÝRAV DÝ RÊSÊ !



LÝ BAÞÛR BER BÝ SERXWEBÛNA KURDÝSTANÊ Û LÝ BAKÛR ÊÞA ZÝRAV DÝ RÊSÊ !

Bremen - Almanya, 08. 07. 2005 — Êþ nikarê xwe ji belabûnê deynê, lê belê ko pirsîyar ji bo çareserîya belayê hebê, bela diçê, êþ bi xwe di sekinê. Li bakûrê Kurdistan bela êþa zirav hingî diçê ferehtir dibê. Dewleta dagirker û rejîm weke erdê zibilkirî heroj pê xwirttir dibê. PKK weke berfa ji serê çiyê bi gindirê û hingî bi gindirê mestir bibê, ew jî di þaþîyên xwe de weke gûloka berfa di gindirê, hingî diçê gûloka þaþîyên wê mezintir dibê.

Çareserîya pirsgirêka Kurd ne girêdayî ye bi dagirkeran tenê ve. Ko Kurd (tevgerên Kurd) ne amade bin tikes nikarê pirsgirêkê çareser bikê. Wexta ko mi dest bi nivîsa xwe kiribû di rûpelên internêtan de Kuþtina Îbrahîm fîdan mi xwend. Bûyer ne ronî bû, lê weke ko PWD-K belavoka ji bo çapemenîyê belav kirî, kûþtina wî welatparêzî bi fermî têxê alîyê PKK. Ko ev bûyer rast bê rewþ xirabtire û ava serê gelek welatparêzên dî jî di kelê. Ev êrîþ ji alîyê kî ve hatibê kirin, dijî tevgera netewa Kurd a demoqrat e. Ez þermezar dikim.

Bûyerên ko xirabin di nav Kurda de tên kirin, her wextî hatîye gotîn „leyîstokên dijminin.“ Wexta ko miho xwe ne parêzê leyîstokên bêne kirin, ewil miho jê berpirsîya re ji nûve miho li dijmin di qelibênê.

25.12.2004 de mi nivîsek bi ser nivîsa „ Li Baþûr Daxwaza Serxwebûna Kurdistanê û Li Bakûr Bela Êþa Zirav“ nivîsî bû. Ez di xwazim nêrîn û þîrova xwe careke dî bi naverok li gor rojevê û wext nû bikim. Di wêneyê rewþa Bakûrê Kurdistan de bêçaretî hêja di þêlê, tevlîhevî berdewame, bela êþazirav mezintir dibê. Êþ û jana birînê didê nava kezebê. Vêca ko rastî tê nîqaþkirin, gelek kes, derdor vê kêmasîyê li ser xwe qebûl nakin û di bêjin ne raste. Bi gotinên bê biha sûc-kêmasîyên xwe axê didin ser û xwe ji bin bar dertînin

Ev çi wateye û ji çi wateyê tê ?

Gelê kurd bi gelenperî welatparêze, di xizmeta xwe de amadeye, bi maddî, manewî fedekare û bê pa fedekarî kirîye. Dewletên dagirker, ji vê rewþa gelê kurd agahdarin û ji vê rewþê bawerin. Kêmasîya herî mezin tevger û sîyasetên Kurd, þaþîyên kû kirîn, nehiþtine gelê Kurd bibê xwedîyê rêxistineke netewe û demoqrat Pêvajoya muzakere destpêkirina Tirkîyê û YE, ji bo çareserîya vê kêmasîyê bilez û bez anîye danîye pêþya me. Îro li bakûrê Kurdistan tevgera ko karibê daxwaza gelê Kurd bi germayî hembêz bikê nîn e. Dîrokê sala ye tevayê rêxistinên sîyaseta kurd, herkes dibêjê “ezim ne kesê dîye”. Di zanin jî ko ev gotin neraste û ji bo gel nabê bersiv. Rêxistinên Kurd berjewendîyên xwe danîne peþya berjewendîyên gelê Kurd.

Bi bawerîya mi di sedeman de di nûqtên ku ji rastî û ne rastîyan re bûne bingeh hene. Nav û nîþan jî evin

1-Li Baþûrê Kurdistanê kîjan tevgerên sîyasî hatibin damezrandin, perspektîfa þerê çekdarî qebûl kirîye. Xwe li hember dewlet û rejîmê bi çekdarî parastin e. Ko naqokî di navbera herekên kurd de jî derdiketin, li hemberî hev jî xwe bi çeka di paristin. Sîyasetên kurd li baþûrê Kurdistanê xwe bi gelê xwe dane fêhmkirin , ko êrîþ ji kûve werin, ew amadene xwe bi çeka xwe bi parêzin. Hemû sîyasetan qebul dikirin ko xûna hemû tevgerên sîyasî bi hevre tê rijandin. Tevgerên sîyasî xwe bi çeka xwe, li hamber hev, hemberî dewleta dagirker û rejîmê azad hesdikir. Ji ber vê sedemê sîyasî li hember hev bi sînor bûn. Wexta ko ji bo wan sînoran bê rûmetî cêdibûn, hingê di bû sedema þer. Kesekê ne dikarî mineta þehîdên xwe li hev bike. Herkes xwedî þehîd bû, bi hevre ji sehîdan re rêz di girtin.

Girsa sîyasetên kurd ferehtir di bû. Ji bo karê sîyasî alternatîf ne yek alî bû. Wexta ko li hember þexsîyeta, malbata, gunda û eþîra þaþîyeke sîyasî çêdi bû, altenatîf hebûn, ew diçûn bi tevger ke dî re, tevlî kar û xebatê dî bûn. Ji ber alternatîfa sîyasî ne yek alî bû, rûmeta partîyên sîyasî bi girsa kurd re, bi xwe derdiket holê. Partîyên sîyasî weke KONGRA GEL(PKK-KADEK) ji kesayetîyên Kurd re ne digotin “alçak, xayîn…” ji bo pera kes tehdît ne dikirin û bi keyfî kes nedihat kûþtin an cezakirin. Çiqas xebat bi pêþ de di çû, di nav hereketên kurd, dewlet û rejîmê de, cida bûn kûrtir di bû. Îro jî li Baþûrê Kurdistanê gavên sîyasî ne ji jor, ber jêr de, ji jêr ber bi jor de hildikiþê. Ji hikmê zatî (Otonomî) ber bi jor de Kurdistaneke bi Iraq re Federe bûye fermî û îro jî bi berhev kirina 2 milyon imze ji bo NY daxwazîya dewleteke azad û serbixwe hatîye daxwazkirin û ev daxwaz bi germî berdewame. Ez hêvîdarim ko NY rûmetê bidin vê daxwaza gelê kurd.

2-Bakûrê Kurdistanê ne mîna baþûr sîyaset bi rêk û pêk kir. Kîjan partîya sîyasî a kurd, hate damezrandin “Go ez ne kese kê dî“ Çendî bêhtirîn tevgerên kurd, perspektîfa þerê çekdarî qebûl kiribin jî, lê ne bi îstiqrar xwe dane ber bar. Weke genimê li ser werîs bê rêzkirin, derketin pêþya gel. Kîjan partîya sîyasî 2 sloganên bi hiþkî avêtin, ji ber zor û zilma Roma Reþ kirî, gûhên girse a welatparez ma li ser wa. Ji bo pêþdetir ti hazirî ne hate kirin. Wexta ko „gerandina awarte“ hat, tevayê herekên sîyasî weke nehka li ber ketî tert û belabûn. Hêvîya gel li wan nema. Ji xwe ew bi xwe jî ketibûn qirika hev. Em hevalbendên wa ê ko ketîn zêndana, di zêndana de mabûn bê xwedî, zarokên wa(me) birçî mabûn.

Alîgirên partîya bi îmkanên xwe þehreza bi bûn. Partîzan ji pêþengîya partîyan bêhtir pêþ de çobûn. Gelekên partîya ji hev qet bûn. Xûna nû ne kete nav partîya, bi tevayî îro jîya wan di ser 45 re ye. Di bê ko li zora hinka herê lê ezê bi bêjim ko, ew kesên ne dikarîn xwe bi meþênin, bûne asteng nehiþtin rêxistin xwe nû bikin. Dewleta Româ Reþ ji vê rizî bûnê gelek feydekirî ye.

Berya gerandina awarte werê û heya niha, PKK ne têde, di nav sîyasetên Kurdistana bakûr de nîqaþa tifaqan, yekêtîyan, Platforman…….hw tê nîqaþkirin, lê hê jî negihaye encamekê. Serê sedê not berpirsîyar di cihê xwe dene û gelekên wa ji gûherandina cîhanê jî bi paþ de mane.

Ez di zanim ev gotin ji bo kesna weke dijûnaye, lê ezê ji bo mafê gel vê bi bêjim. Rêxistina PKK çawe bû û çawe çêbû ez nakevim vê nîqaþê, lê ev rewþa xirab ji bo xûrt bûna PKK bû firseteke mezin. Ji xwe sîyaset radîqal di meþand. Wexta ko valeyî derket holê PKK xwest, wê valehîyê jî dagrê. Ji propaganda çekdarî karê xwe dî ti bû. Ji ber altarnatîfeke dî xwîya nekir, wan çikirin, ew rastî hate xwîyakirin.

Çek hilgir weke tevgera Kurdistana baþûr ji derveyî PKK kes nebû. Þaþî, xeletî û rastî çi bikiran weke wan bû. Kesên li dijî xeletîyan jî derketan ew „elçax, xayîn, unsûr,..“ bûn. Ez bi xwe di bêjim ko îro þaþîyên ko KONGRA GEL (PKK, KADEK) li di jî gelê Kurdistana Bakûr dikê, partîyên ji derveyî wa jî, ne bi qasî wan jî bê, lê ew jî ne hindikî xwedîyê sûcin. Ko ji dil xwestin hebê miho dikarê xwe ji þirîkatîya vî sûcî xilaskê.

KONGRA GEL bi dengê þerê çekdarî, ji jor dest pêkir nivz ket. Soz da gelê Kurdistanê got „ezê dewleteke serbixwe, yekbûwî û azad avakim“ Gel li her çar perçên kurdistanê li xwe pêça û îro hêvîya dewleteke azad, dewleteke federe û otonomî jî bi gel re nemaye. Îmralî wergerên (tercûman) xwe girtine, berdane nav gel û di xwazê gelê kurd bi hêvîya komara demoqratîk bikê kemalzade, li dijî mixalefeta Kurd hiþktire

Gelê Kurd li ber xwe di dê ko, çawe xwe ji vê êþa zirav bi parêzê. Weke 30-40 sal berê gel li benda rêxistinên xwe ye. Lê gelê Kurdistan vê care kesê efo nakê. Firset hêja heye, muzakere destpêkirina di nav Tirkîye û YE de, ko kurd xwe bi rêxistin bikin ji bo Tirkîye gelê kurd asteng a sîyasîye. Kurd alîyê sisêyê ne. Sîyaseta kurd a ber bi jêr di çê, mecbûre dîsa ber bi jor hilkiþê. Ji bo vê yek çareserî heye. Rêxistin û þexsîyetên kurdewarî bi milgirî rabin, li ber xwe bidin. Þaþîyên di nav tevger û sîyasetên Kurd de zû ne dereng bêne çareserkirin sîyaseta wextane rêbazîya baþûrê Kurdistan e. Bingeha çareserîya pirsgirêka Kurd îro eve.

Bremen - Almanya, 08. 07. 2005


M. Þerîf MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=386