ERÝÞÊN PKK ê, QAÞO KONGRA - GEL LÝ DÝJÎ KURDÝSTANÝYAN


ERÝÞÊN PKK ê, QAÞO KONGRA - GEL LÝ DÝJÎ KURDÝSTANÝYAN

JÝ RAYA KURDÝSTANÊ RE

Kurdistaniyên hêja !

Almanya, 13. 07. 2005 — Dîsa wek caran ewrên reþ û tarî li ser kurdperwer û welatparêzên Kurdistanê digerin. Bêbextên Kurdan desthilatdarên PKKê, nokerên Abdullah Öcalan kuþtin û qetilkirina kesên ji wan vediqetin, muxalefetê dikin û kesên siyaseta wan rexne dikin dikujin. Apocî siyaseta kuþtinê jixwe re kirine pîþe, ku bikaribin li ser piya bimînin û ji dewleta Tirka Kemalîst re xizmetê bikin.

Min di nivîsa xwe ya din 22.06.2005an de li ser tehdîdan bi zanetî nav nedan, da ku li ser vê mijarê lêkolînê çê bikim û meselê hinekî ronî bikim. Ji aliyê min ve mesele çareser bû. Ez gihîþtime wê qeneatê, ku ev tehdîd dîsa ji aliyê desthilatdarên PKKê, Apociyan hatiye kirin. Çimkî ew tehdîda ku ji min re hat, di heman rojê, di heman demê û di heman saniyê de ji pir kesan re jî çûye. Ji wan kesan yên bersiv dane min nivîskarên Kurd birêz Hasan Kaya, serokê berê yê Înstîtuya kurdî ya Stenbolê û birêz Can Kurd e. Ev îspat ronî dikin, ku ev karekî bi organîze ye. Ti kes bi serê xwe ne tiþtekî wiha dike û ne jî di hiþê xwe re derbas dike. Ev tehdîda di 13.06.2005an de bi rêya vê mailê tolhildan_intikam@yahoo.com ji bo min û ji bo pir kesên din hatiye birê kirin.

Çavkanî : http://www.efrin.net/kurdi/nuce/2005/06/24-1.htm

Ez bi vê nivîsê beyan-îlan dikim, ku ger li dijî min yan jî li dijî kurdperwerkî din li Ewropa, bi çi sedemê dibe bila bibe, êriþek bi lêdan an jî qetilkirin pêk were, berpirsiyarê wê çeteya ji van kesan e, CEMIL BAYIK, DURAN KALKAN, MUFTAFA KARASU, ALI HAYDAR KAYTAN Û BI TAYBETÎ JÎ SEROKÊ QAÞO KONGRA-GEL ZUBEYIR AYDAR E.

Divê em tiþtekî baþ fêhm bikin. Sedem çi dibe bila bibe, mafê ti partî û ti kesî nîne, ku biryara kuþtina yekî din bide. Bi taybetî Kurdên li Ewropa bila li hiviya wê rojê nemînin, ku hetanî ew bêne kuþtin, qetilikirin. Divê ji niha ve her kurdperwerek, welatparêzek ji PKK, qaþo Kongra – Gel dikeve þikê here polês agahdar bike. Ev çi mantiq e, PKK, qaþo Kongra – Gel ji dewleta Tirk re aþtî û agirbestî dixweze, lê Kurdistaniyên ku wan rexne dikin û dibin mixalefet ji aliyên wan ve têne kuþtin. Bila her kes miqatî xwe be û hêsabê xwe baþ bike. Apociyê dest pêbikin, ku dîsa wek berê welatparêzan li Ewropa jî bikujin. Jixwe ji niha ve hin nîþan jî hene. Tehdîda bi e-mailan li dijî min û li dijî pir kesan û bi taybetî jî nivîsa di maplera http://www.nasname.de, ku ekîbek bi fermana CEMIL BAYIK ji Ermenistanê þandiye Ewropa nîþan didin, ku Apociyê li Ewropa jî mirovan bikujin. Ez jî wek gellek kesan di wê qeneatê de me her ferdek ku tehdît li ser heye, divê here vê pirsê bi polês re biaxive, ku jêre çareyekê bibîne. Bila Apocî bêjin, ew ajan û xayîn in. Ti kesek bi vî tiþtî ku jiyana xwe biparêze nabe ajan û xayîn. Caþ û xayînên herî mezin, bi îspat hatine mohrkirin Abdullah Öcalan û nokerên wî ne. Dema welatparêzek hat kuþtin-qetilkirin êdî dereng e, ku mirov li ser wî lorî û goriyan bike. Divê her kes ji niha ve bersiveke wisa bide Apociyan, ku ew êdî qet nikaribin tiþtekî wiha bikin. Bila ti kes di pirsa jiyan û nemanê de mitewazî nebe. Mafê ti kesî nîne, sedem çi dibe bila bibe, kesekî din bikuje. Loma bila ti kes agahdariya ji bo jiyana xwe li ba polêsên Ewropa neke pirsgirêk. Ev mafê wan yê herî demokiratîk e, ku di tengasiyê de here derdê xwe ji polês re bibêje.

Di kuþtina Hikmet Fidan de tiþtê paradoks ew e, ku Apocî ji alîkî ve qetilkirina Hikmet Fidan di çapemeniya xwe ( Roj - TV, Özgürpolitika, Dicle Haber, Mezopotamya Haber Ajansi û hwd. ) de wisa didin xwiyakirin, ku Hikmet Fidan ji aliyê dewletê ve hatiye kuþtin û ji aliyê din ve jî li her derê di Komelên xwe de dibêjin, me xayînek temîz kir, ji holê rakir. Eger ev bûyer ji aliyê dewletê ve bihata bikaranîn, dê Apociyan bi taybetîl li Amedê wek cînayetên din, ku ji aliyê dewletê ve hatibûn kirin, qiyamet rabikirana ser piyan.

Niha li Amêdê û li her deverên Kurdistanê ji aliyê PKK, qaþo Kongra – Gel ve her roj bi dehan û sedan welatparêz têne lêdan û jiyana wan di talûkê de ye. Ez bi taybetî bangî Amedê dikim. Amed layîqî bêdengiya bêbext û qeleþ nîne. Divê Amed bersiv bide. Ger Amed bersiv nede, wê di bin tawanbariyeke pir mezin de bimîne.

Hêjayî gotinê ye, ku kesên berê ji PKKê veqetiyane û yên niha vediqetin berpirsiyariya xwe jî li hemberî gelê Kurd ronî bikin. Çimkî heta ew kincên xwe yên qirêj ku di dema di nav PKKê de bûn neþon û xwe zelal nekin, dê ev pirsgirêka kuþtina mixalefetan her dem di rojeva PKKê de bimîne. Divê ew kesana berê rastiyê bêjin, ku berpirsiyariya wan di nav PKKê de çi bû? Destê wan di xwîna Kurdan de heye? Ew der mafên kuþtin û lêdana welatparêzan de çi dizanin ? Ewên qatîl in û ewên li welatparêzan dane, birîndar û seqet hîþtine mecbûr in xwe teslîmî edaletê bikin. Çimkî bila ew baþ bizanibin, ku ew nikarin xwe ji sûcdariyê xelas bikin. Heta ew van pirsana çareser nekin, berpirsiyariya xwe neynin cîh, hesab nedin, ti tiþt çareser nabe û ew nikarin xwe li dijî PKKê jî biparêzin.

Di cîh de ye, ku mirov ji bo zelaliya cînayetên PKK, qaþo Kongra – Gel hin nimûnan ji nivîsa Osman Öcalan bide. Osman Öcalan di pê kuþtina hevalê xwe yên wê demê Sîpan ROJHÝLAT re di nivîsa xwe de di 10. 12. 2004an de li ser cînayetên di nav PKKê de û bi taybetî bi destê CEMIL BAYIK, DURAN KALKAN, MUFTAFA KARASU Û ALI HAYDAR KAYTAN ve hatine kirin wiha dinivîsîne :

PKK nin siyasi þiddet pratiði bi kez daha Kürt Özgürlük Hareketinin gündeminde yerini aldý. ( Dijwariya ( þîdet ) siyaseta PKKê di piratîkê de carekî din dîsa kete rojeva tevgera azadiya Kurd )

Û wiha berdewam dike :
Ben kaybediyorsam, herkes kaybetsin yaklaþýmý, PKK nin muzdarip olduðu yaklaþýmdýr. ( Lê nêzîbûna PKKê wiha ye, ger ez winda bikim, bila her kes winda bike ).

SÝPAN Rojhilat arkadaþýmýzýn katledilmesi, yeni bir siyasal þiddet kampanyasýnýn baþlatýlmasýnýn startýdýr. Kampanya PWD giriþimcilerini hereflemekle sýnýrlý kalmayacaktýr. Çok geçmeden bütün yurtsever demokratik güçler, aydýnlar ve kiþiler kampanyanýn hedefi haline geleceklerdir. Çünkü kampanyanýn baþlatýldýðý koþullar ve amaçlarý daha öncekilerden farklýdýr. Ayrýca iþin gerisinde Türkiye’ nin statükocu güçleri, Ýran ve Suriye rejimleri bulunmaktadýr. Siyasal þiddet kampanyasý özgürlük hareketini baþarýsýzlýða uðratma senaryosunun hizmetindedir. Güney Kürdistan’ da kurulan Federasyona müdahale edemeyen ve parçalarýn özgürlük mücadelesini bastýrmak için aþýrý þiddet uygulamaktan çekinen statükocu güçler, PKK nin kullanýlmasý yolunu seçmiþlerdir. Çaresizliðin bataðýna saplanan PKK’ nin Güney Kürdistan Federasyonuna saldýrtýlmasý süpriz olmayacaktýr.

( Bi qetilkirina hevalê me Sîpan Rojhilat destpêkeke nû ji bo kampanyaya þîdetê ya siyasî hate avêtin. Armanaca vê kampanyayê wê ne tenê di sînorê berpirsiyarên PWD ê de bimîne. Dê zêde dem derbas nebe, ku hemû hêzên welatparêzên demokratîk, ronakbîr, kes wê bibin armaca êriþa vê kampanyayê. Çimkî sedemên destpêkirina vê kampanyayê û armancên wê ji berê cidahîtir in. Herwiha di paþ vî karî de hêzên rejimên statûkoparêz yên Tirkiyê, Îran û Sûriyê hene. Kampanya siyasî ya þîdetê di xizmeta senaryoya ku lê dixebite tevgera azadîxwaz biþikîne. Ewên nikaribûn destdirêjî-midaxele Federsyona ku li baþûrê Kurdistanê hatiye avakirin bikin û ew hêzên statûkoparêz yên newêrin bi karanîna þîdetê tekoþîna azadiyê li perçên din biþikînin, wan rêya ku PKKê bikar bînin hilbijartiye. Ji ber ku PKK di bêçaretiya litavê de hatiye çikandin, loma dê ne suprîz be, ku ew li dijî Federasyona Kurdistanê bêne gurmijandin, gijgij kirin. )

Û Osman Öcalan wiha berdewam dike :
Geçmiþ dönemlerde de þiddet PKK nin temel bir politikasý olmuþtur. Kürt özgürlük hareketine karþý hep kullanýlmýþtýr. Örgüt içinde ve dýþýnda þiddet uygulamak Kürt siysetine egemen olmanýn vazgecilmez politikasýna dönüþtürülmüþtür. Yeri geldiðinde bunun nasýl ve niçin sorularýna cevap oluþturacak tarzda açýklanmasý gerekecektir. ( Di demên berê de jî þîdet bingeha siyaseta PKKê bûye. Her dem li dijî tevgera azdiya Kurd bi kar aniye. Di nav partiyê de û li derî partiyê bi karanîna þîdetê bûye hatina dagerandina jênegera serweriya siyaseta Kurd. Dor were, ev çawa û çima hewce be, ku bi þêweyekî pêkanîna bersivên pirsan bê îzahkirin.

PKK ( Kongra - Gel ) Kürt halkýna karþý imha-inkar siyasetinde direten egemen rejimlerin hizmetindedir. ( PKK - Kongra - Gel li dijî bexwedana siyaseta tunekirinê û înkariyê di xizmeta rejimên serdest de ye. )

Osman Öcalan di vê nivîsa xwe de pirsa NASIR-Faruk Bozkurt jî tîne rojevê û dibêje, ji ber ku Nasir di sala 1999an de di pirsa Abdullah Öcalan de rastî fahm kiribû û li dijî siyaseta Apo derdiket, loma ew hate girtin, jê rapor hate xwestin û di dawî de ew ji helwesta xwe ya durist venegeriya û ji aliyê Cemil Bayik, Duran Kalkan Mustafa Karasu û Ali Haydar Kaytan ve biryara qetilkirina wî hate dayîn. Osman Öcalan dibêje, Faruk Bozkurt di 30.08.2002an hatiye qetilkirin. Oasman Öcalan dibêje, Cemîl Bayik berê qetilkirina Faruk Bozkurt înkar kir, wan xwest îftira bavêjin YNKê. Lê di Kongira gulana sala 2004an de li ser rexnên tûj ew mecbûr ma îtirf bike, ku wan Nasir-Faruk Bozkurt kuþtiye. Osman Öcalan di nivîsa xwe de li ser Cemil Bayik, Duran Kalkan, Mustafa Karasu û Ali Haydar Kaytan dibêje, ku ew rêveberên PKKê yên kûr-nehênî ne. Osman Öcalan dibêje, vana ji bo cînayetê gellek hêzên taybet amade kirine, wan bi pereyên ku ji nav gel hatine berhevkirin teþfîq dikin, ku welatparêzan bikujin.

FARUK BOZKURT mirovekî bi bîr û bawer bû, ew aþiqê Kurdistanê bû. Wî jî wek pir xortên Kurd yên durist baweriya xwe bi belengazekî wek APO anî bûn. Lê baweriya Faruk Bozkurt ji Kurdistanê re ji ya Abdullah Öacalan xurtir bû. Faruk Bozkurt bi xwe ji Erzeromê, navça Qereyazî-Karayazi, ji herêma gogsî ji mintîqa geliyê berazan bû.

Osman Öcalan wekî din dibêje, ku rejima Kemalîstan li Tirkiyê, rejima Îslam ya Îranê û rejima Sûriyê di pirsa baþûrê Kurdistanê de ketine nava telaþan, lê yên xwe li îmdada wan digihîne PKK ye. PKK dijminayiha baþûrê Kurdistanê dike. Jixwe ev dijminahî di axaftina Cemîl Bayik de di Kongra Ewropa de jî bi awayekî eþkere kifþ dibe.

Van gotinên Osman Öcalan li jorê hemû îspat in, ku hefsarê desthilatdarên PKKê di destê dijminan de ye û PKK cînayetan li dijî welatparêzên Kurd bi kar tîne. Osman Öcalan vegere partiya xwe ya berê, venegere, ew nikare ti carî înkariya van gotinan bike. Ev gotinên Osman Öcalan ne tenê desthilatdarên PKKê yên niha girê dide. Her wiha Osman Öcalan jî li dijî gelê Kurd berbirsiyarê van kirinên bi qirêj e. PKK, qaþo Kongra – Gel di destên dijminan de bûye wek lîstokan. Carê yek bi kêfa dilê xwe wan bikar tîne.
http://www.welatparez.com/articles/2004/10/2004-10-12c.php

CEMIL BAYIK di axftina xwe ya Kongira Ewropa de di 06.07.2005an de welatparêzan tehdîd dike û wiha dibêje “Bunlara geçit vermeyeceðiz. Bu çok önemlidir.eðer hainleri bitirmesek onlar bizi bitirir.” ( Em nahêlin vana derbas bibin. Ev gellek girîng e. Eger em xayîna xelas nekin, ewên me xelas bikin. )

”Bizim onlarýn çalýþmalarýný kökünden bitirmemiz lazým. Bu temelde çalýþýyoruz ve sonuç alacaðýz.” ( Divê em karê wan ji kokê ve xelas bikin. Em li ser vê bingehê kar dikin û emê encam bistînin )

CEMIL BAYIK li ser Kurdistana azad jî wiha dibêje “sözde federal devlet kurdular “ ( qaþo dewleta federal damezirandin.
http://www.welatparez.com/articles/2005/07/2005-07-06e.php

Ez sedî sed di wê baweriyê de me, ku dewleta Tirk ji destpêkê de rol daye Abdullah Öcalan, ku ew tevgera Kurd tar û mar bike, bike kirîmînel, terorîst û bikaribe cîhanê di pirsa Kurdan de bixapîne, bi nêrînên xerab li dijî Kurdan bide nêrandin. Çimkî kirinên ku bi fermandariya Abdullah Öcalan û ekîba wî ya jor li dijî gelê Kurd çêbûne, dûrî mentalîta Kurdan e. Kuþtina zarok, jin, kal, pîr û kesên bê sûc û bê guneh di dîroka Kurdan de tine ye. Ev siyaseta bi destê nokerê generalên Tirk, bi destê Abdullah Öcalan ve kete nav tevgera Kurdan.

Di dîroka Kurdan de pîvanên mêranî û mêrxasî cihekî pir payebilind digire. Mirovên mêr û mêrxas bi bêbextî û qeleþî têkilî ti kesî nabin û wan bi dizî, bi fen û fûtan ji piþt de nakujin. Mêrê mêrxas rast e, dirust e, her tiþtî rasterast bi mêranî û bi cesareta xwe dike. Mirovên bêbext û qeleþ, qeþmer in, teres in, tirsonek û bizdonek in. Ew tenê ji xwînrijînê re dibin. Çavên wan sor e, beloq e, jiyan ji bo wan çend quriþ e. Çimkî ew mirovên xwefiroþ in, ji xênî talankirin û qetilkirinê ti îdealekî wan nîne. Ji ber ku Apocî ji dewleta talanker re xizmetê dikin, loma pirensîb û pîvanên mirovan li cem wan nîne.

Da ku mirov siyasseta dewleta Tirk ya kûr-nehênî û siyaseta Abdulah Öcalan li ser Kurdan fêhm bike, divê mirov paþde here û siyaseta generalên Tirk, ku cara yekem di sala 1960î de cûnta anî ser text, serokwezîrê wê demê Adnan Menderes û hevalên wî hemû ji aliyên generalan ve hatin girtin û paþê li Îmralî hatin xeniqandin. Heta em Kurd vê pirsê þîrove nekin, ji hev dernexînin, em nikarin pirsa îxanetiya Abdullah Öcalan li ser Kurdan ji hev derxin. Ezê di nivîseke berfireh de li ser vê pirsê bisekinim.

Almanya, 13. 07. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=388