HÝLBÝJARTÝNA ALMANYA FEDERAL Û CÝHNEDAYÝNA NAMZETÊN KU ESLÊN WAN KURD ÝN



HÝLBÝJARTÝNA ALMANYA FEDERAL Û CÝHNEDAYÝNA NAMZETÊN KU ESLÊN WAN KURD ÝN

Almanya, 09. 08. 2005 — Ji ber ku di 18.09.2005an de dê hilbijartin li Almanya Federal çêbibin, loma ev demek e þewata hilbijartinê bi Almanya girtiye û ez jî li ser vê babetê xerîk bûm, ez lê dixebitîm, ku di lîsteya partiya PDS de, ewa ku navê xwe guhert û kire partiya çep “Die Linke.PDS” li herêma NRW ji bo mebûsiyê bibim namzet. Mixabin ji ber gellek sedeman, partiya Die Linke.PDS di lîsteya herêma NRWê de cîh neda ti kesekî ku eslê wî/wê Kurd be. Bê guman di vir de kêmasiyên me Kurdan jî ne hindik in. Her çiqas Kurdên welatparêz bi salane li Ewropa li ser Kurd û Kurdistanê kar û xebat kiribin jî, lê ji bo dîplomasiyê ti tiþtê ber bi çav nekirine. Jixwe astengiyên me yên herî mezin jî ew in, ku di warê lobî û dîplomasiyê de em di sînorekî de mayîne. Em ji qiralan qiraltir in, di her karî de xwe wek þampiyonan dibînin, dibin Înternasyonalîst û mînternasyonalîst, lê di pirsa diplomasiyê de di sinifê de mane. Gotinek pêþiyên me heye û dibêjin, divê em berê þûjinê dixwe re bikin, paþê derziyê di xelkê re bikin.

Di lîsteya partiya Die Linke.PDS de li NRW (ku þansên wan pir mezine wek mepûsê parlamena Almanya bêne hilbijartin) du kesên ku eslên wan Tirk in hatine hilbijartin. Ez gellekî lê xebitîm, ku ji kesên di navenda partiya PDS de li herêma NRW berpirsiyar re bêjim, baþ e, ku we deriyên xwe ji Almanên ku koka wan biyanî ne re vekiriye, lê divêt ew deriyên xwe ji Almanên ku koka wan Kurd in re jî negirin. Bersiva hin kesan wiha bû, “kesekî bi kompetent, ‘yanê bi desthilatdar, karbidest’ heta niha di nav PDS de li herêma NRW nebû ku em alîkarî bidinê” Bersiva hin kesan jî wihabû, “me cîh daye YEK-KOMê, Feleknas Uca” û ewqas. Belê mixabin PDSê qedera dîplomasiya Kurdî daye destê Feleknas Uca. Feleknas Uca jî heta niha bi karên xwe qedera dîplomasiya Kurdan hewaleyî Xwedê kiriye. Ez naxwazim zêde li ser Feleknas Uca bisekinim, lê di cih de ye, ku mirov bêje, Feleknas Uca koka xwe di malpera parlamena Ewropa de wek Êzdî tenê daye naskirin. Êzdayetî ola Kurdên Êzdî ye û hurmeta me jê re heye û ew perçek ji civata Kurda ne. Hêjayî gotinê ye Feleknas Uca daye pê boçika YEK-KOMê û heta niha di nav siyaseta Ewropa de tiþtekî ber bi çav ji Kurdan re nekiriye. Ji ber ku feqîr û belengazê ji siyasetê bêpar e, wê xwe di nav siyaseta teng de fetisandiye, loma heta roja îro jî rojek, ji rojên Xwedê derneketiye rojnamek, an jî televîzyonek Ewropa û tiþtek li ser Kurdan negotiye.

Tirk jî vala nasekinin. Ji ber ku partiyên din, bi taybetî jî partiya SPDê ya Sosyal Demokratên Almanya êdî wek berê li Tirkan nanêre, loma Tirk ji xwe re li cihên nû digerin. Wek tê zanîn di pirsa komkujiya Ermeniyan de di navbera Tirkan û Almanan de gellek nakokî çêbûne. Tirk dixwezin derewên xwe yên der mafê komkujiya Ermeniyan de jî bi her kesî bidin pejirandin, lê hingiya li ser vê pirsê di parlamena Almanya de biryar hate girtin, êdî ew derewên wan yên di pirsa Ermeniyan de li cem Almanan jî pere nakin.

Ji ber ku çember li Almanya roj bi roj ji siyaseta Tirkan ya li ser înkarî û derewê teng dibe, loma mirovên wek Hakki Keskin ku dijminahiya Kurdan dikin, dixwezin bi ketina parlamena Almanya roleke sereke ji siyaseta dewleta Tirk re bilîzin. Her çiqas gellek kes li dijî namzetbûna wî derketin jî, mixabin Hakki Keskin li Berlinê di partiya PDS di rêza çaran de hate hilbijartin.

Rola PDS bi navê nû yê “Die Linke.PDS” çima wisa bi yekcarî zêde bû ?

Êvara ku hilbijartina herêma NRW di 24.05.2005an de li Almanya ji partiya SPD ( Partiya Sosyal Demokirat ) re bû tofan, di heman êvarê de serokê SPD Franz Müntefering daxuyanî da çapemeniyê, ku ew êdî mecbûr in li Almaniya Federal hilbijartinan çê bikin, çimkî ji ber ku CDU ( Partiya Xiristiyanên Demokirat ) piraniya dengan di parlamena ( Bundesrat ) ku herêman temsîl dike de dest û lingên wan girêdaye û ew nikarin bi vî rengî hukumetê li Almaniya bimeþînin, loma di heman rojên dawî de serokê SPD yê kevin Oskar Lafontain daxuyaniyek belav kir ku ew hazir e bibe namzetê WASG ( Partiya Alternatîva hilbijartinê ji bo kar û mafê sosyal ). WASG partiyek nû ye û piraniya wan, wan salên dawî ji partiya SPD veqetiyane. Ji ber ku programên PDS û WASG gellek nêzîkî hev in û ji ber ku ev partiya nû ye û dem rê nade bi serê xwe têkeve hilbijartinan, loma desthilatdarên herdû partiyan pê razîbûn, ku bi hev re di bin navekî nû de, navê Die Linke.PDS têkevin hilbijartinan. Li gorî anketan dê ev partî ji sedî 10 dengan zêdetir bigire. Ev jî tê wê wateyê, ku benda %5 an dê ji partiya nû re ne problem be.

Almanya, 09. 08. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=395