REJÎM TERORÎST, SEROKKOMAR TERORÎST TAM LAYÎQÎ HEV HATÝNE


REJÎM TERORÎST, SEROKKOMAR TERORÎST TAM LAYÎQÎ HEV HATÝNE

Almanya, 11. 08. 2005 — Ev qedera gelê Kurd e, ku bi sedsalan e li Rojhilata Navîn ji destên rejimên çavsor dikþînin. Dijminên Kurdan hemû xwînxwar in û Kurdistanê wek milkê bavên xwe dibînin. Dema dilê wan bixwaze û her tiþt ne li gorî daxwaza wan be dikarin pir bi hêsanî li dijî Kurdan qetliyaman jî bi kar bînin. Dijminên Kurdan doh li Mihabad, li Agirî, li Dêrsim, li Geliyê Zîlan, li Helabçe, li Qamîþlo, li Hewlêr û îro dîsa li Mehabad, li Seqiz û deverên din li Rojhilatê Kurdistan ji gelê Kurd re kirine gola xwînê. Ti ferqek biçûk jî di nav dijminên gelê Kurd de nîne, lê rejima Îranê ya faþîst û terorîst heta niha bi kirinên xwe li tevaya cîhanê eþkere daye îspatkirin, ku ew xwe ji terorê þûnde venagirin, serok û rêberê Kurdan yên wek Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî bi qeleþî û bêbextî qetil kirine.

Rejima îslam ya Îranê bi destê Xumeyniyê paþverû û kevneperest di sala 1979an de hate damezirandin. Di pê damezirandinê re rejimê zêde dem wenda nekir û êriþî Rojhilatê Kurdistanê kir. Pêþmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê di bin serokatiya þehîdê nemir Dr. Abdurrahman Qasimlo de bi lehengî li dijî rejimê di ber xwe dan. Lê felek xayîn e, dijmin bêbext e, ji bilî teresiyê ti tiþtekî nizane.

Bê guman mirov dikare li ser bûyerên niha li Rojhilatê Kurdistan li ser kêmasiyên Kurdan bisekine û bêje, agahdarî di der mafê bûyerên van rojan de li Rojhilatê Kurdistan dibin ne wisa zelal in. Lê li aliyê din ew dewletên dikarin kamera têxin karxana ku li Îranê, li Îsfahanê ku têde madeya ûranyûm ku pê bomba atomê tê çêkirin, ger ew dewletana bixwezin dikarin hay hay der mafên Kurdan de agahdarî ji rejimê bigirin û li dijî wê têkevin dewrê.

Dema sola hemwelatiyên Amerîka û Ewrûpiyan li derveyî welatên wan xwar dibe, ew dewletana di heman demê de çapemeniya xwe dikin dewrê, qiyametê radikin ser piyan û gelên xwe teþfîkî çalakiyên aþtiyane dikin. Lê li Kurdistanê bi dehan û sedan kesên bê sûc û aþtîxwaz di kolanan de têne gulebarankirin û kuþtin, deng ji ti kesî dernayê. Li milê din, nayê fêhmkirin ku çima Kurdistana azad wisa bêdeng maye û li gorî agahdariyan destûr nayê dayîn, ku çalakvan van bûyerên rûreþ li ser axa welatê xwe yê azad, mafên xwe yê demokratîk bi kar bînin, li dijî rejima Îranê protestoyan çêbikin. Belkî mafê herkesî heye, ku ji bo mafê xwe, Kurdan bikin qurbana berjewendiyên xwe, lê mafê Kurdistana azad tine, ku mafê Kurdan têke qurbana menfeatên xwe.

Almanya, 11. 08. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=396