Yekin yan na ?



Yekin yan na ?

Seyid, Mella û Sofî ketne pê hevdu û çone cem deravek xweþ ketin nav baxekî keske tijî êmîþ û tiryê vê giheþtî bû. Bi dilkî kul li tiryê baxevan xarin, nehêlan ser xwe avatek. Dema çave xudanê baxi ket van her sê bêdîna, bi dil dêje mi çênabe bikim þer tev sê zirpîya, dibe yekyek li nav rez van bikim der ez.

Dibê sofî : eva yek sahibê ilme û yê din seyid û serwer, û ev tacin li xelkê ra, eger xarin li tiryê min, minet baran kirim lavo. Zikat û xomse nav baxî, heqê mella û seyyid bû. Çima hatî bi talanê rezê xelkê dikî vêran te bo navê xwe kir sofî, ridîn tirçik, tu þerma van riha nakî ? Tu nabêjî xudê bîna û agahe ? Çima dizyê dikî bêdîn, çima xaliq tu nabînî ? Mela, seyid dikin mêze dibêjin raste ev peyva. Li heq em nabihorin baxevan bîne tu darê xwe ku em tev te bidin sofî ku carek din kesek wek vî neçit nav bax û baxata neket berpê keda xelkê. Gelik þivda gelik qut dat bi destê herdu yarê vî û kir cendek li bin pênan û mistê xwe.

Dema sofî li van kir dûr dibêje melle ev þexsa li nesla ali yasîne li xwîna van du nevyê vî Hesenî yan hosêynîne, bi qedr û qîmetin evro, li ser me sîbera van nûribarane. Dema seyid dike mêze li baxê me gulek sed gul dide zêde, dibe berket li baxê me. Leva em çav dikin sirde li pêlava þerîfe vî ku ev dê bibte þafii bo me heþrê da. Ema mella meger nînî tu ser destûri pêxemper ? Meger bara herîm û der, te bo feqyan nekir cencer ? Dibêjî van nekin dizyê li dîvaran neçin evraz, çima te der mi iþkandin ? Heramî girte pêþya xwe li min bûyî dizek îro. Te malê min bitalan bir, tu wek ker bê serî bo hatî kadînê ? Te zik malê heram kir pir, te dînê vî firote tiryekî erzan, tu þeyadî û fêrî xarinek miftî, ninî miftî, derevker ! Nagirit renga, xenêya te bi tiblan da, seyid zanit tu þeyadî, te bo ûþyek tirî destûri ceddê vî li bin pê kir dibit darê ciza bînî, dibit tenbîhi bî îro. Seyid jî bû dijî mella û mella kirne beyna xwe û dane ber refes, pêna, heta înane ber kuþtin.

Dema kabra, bi lêba tefriqa çoyî, mela sofî, kutan û kirneder baxî û ma gel seyidê tenhadibê seyid tu evladê mohemed mostefa nînî, veledizna ! Tu bîjî nabe vê nesla moseffa hatibî dunya, ne dizbû ev moellim bû li dinyayê. Nezanê diz çima dêjî li nesla mostefame ez ? Hemî komel li dinyayê dizanin pake ev nesla, seyê reþ nabe nûra heyveþev bînit. Tu fasiq bûyî hatî nav rezê min da. Ezê te bidme darê ter ku piþta te biþêlînin, heta dinya te ser piþta xwe pavêje bigiryan bî. Nebêjî ez li nûrê me, dizî tarîtiyê tîne nikare bête ber nûrê. Bi vî terzî xudanê baxekî bêder hevalên quldire pir ker bi destê hev kirin çalê bi darê tefriqê qut dan….!

Senendec 08. 11. 2005

Behri Tevîl
Vezn : Mefaîlon

Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=427