DEWLETA ÇETE LÝ ÞEMZÎNAN XWE DA DEST



DEWLETA ÇETE LÝ ÞEMZÎNAN XWE DA DEST


Almanya, 07. 04. 2006 — Dewleta Tirk bi kevneþopiya xwe, ya ku bi hezar salan desthilatdariya Osmaniyan, heyþtê salan qaþo komara modern, xûyê xwe yê pîs bernade. Gotinek Tirkan heye, li ser kesên ku xûyekî wanê pîs hebe wiha dibêjin, “huylu huyundan vaz geçmez” ( miroveke / kî hînî xûyekî bibe, xûyê xwe bernade ) Ev gotinên han tam layîqî dewleta Tirk in. Jixwe Tirkan bi bûyerên li bajarê Þemzînan li Bakurê Kurdistanê dîsa dane îspatkirin, ku çetetî û talankerî xûyê wan e, mesleg û pîþeyên wan e. Pirsgirêka Tirkan ya herî girîng ehlaq e, çimkî ehlaq dûrî mantiqê wan e, ew herdem bi vî mantiqî tevdigerin û dê wisa jî berdewam bikin. Ji ber ku Tirk dûrî ehlaq in, loma li hemberî cîhanê ne þerm û ne jî fedî dikin. Tirk wisa jixwe bawer in û bawer jî dikin, ku dê dinyayê bikin hevpariyên ehlaq û xûyên xwe yên pîs.

Li Navçeya Þemzînan, ku bi bajarê Colemêrgê( Hakkari ) ve girêdayî ye di 09.11.2005an de teqînek serê sibê di pirtûkxaneya Kurdekî de ku navê wî Umut e hate teqandin û di encamê de kesekî bi navê Mehmet Zahir Korkmaz jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû. Di pê vê bûyerê re tevlihevî li Þemzînan çêbû û gelê bajêr nerazîbûna xwe nîþan dan û ev bûyer bi rojan protesto kirin, ku heta ev pirsgirêka kete rojeva Tirkiyê. Çapemeniya Ewropa jî heta niha gellek berbifireh li ser vê meselê sekiniye û komentatorên rojnaman li Ewropa agir dipijiqînin Tirkan. Wek nimûne þîroveyên rojnama “Die Welt” û ya “Tagesspiegel”.

http://www.welt.de/data/2005/11/14/803345.html
( Çavkanî, rojnama Alman Die Weltl )
http://www.tagesspiegel.de/politik/index.asp?ran=on&url=http://archiv.tagesspiegel.de/archiv/12.11.2005/2171458.asp#art
( Çavkanî, rojnama Alman Tagesspiegel )

Wek tê zanîn generalê Tirk Yaþar Buyukanit di destpêkê de li wan kesên ku pirtûkxana Kurdan bombe kiribûn xwedî derket û ji wî yekê re ku bi sûcê bombebarankirinê hatiye tawanbarkirin gotibû, ”ez wî nas dikim, ew kurekî baþ e”. Belê çima ew kurik ji generalê Tirk re ne baþ be, kî çi zane ku destê wî kurikî heta niha ketiye xwîna çend Kurdan? Lê zêde dem derbaz nebû ku ew gotinên Fermandarê Hêzên Bejahî orgeneral Yaþar Buyukanit ji aliyê Ferhat Sarikaya bi Îdanameya Þemzînan ve di qirika wî de ma û ew jî bi çete avakirinê hate tawanbarkirin. Dozgerê bajarê Wanê Ferhat Sarikaya di îdanameya xwe de dibêje, ku generalê Tirk Yaþar Buyukanit erkê xwe bo xerabîyan bi karaniye û bi daxuyaniya xwe ya ku ewî gotibû ”ez wî nas dikim, ew kurekî baþ e”, xwestiye destdirêjî pêvajoya dadekirina bûyera li Þemzînanê bike. Lê ji ber ku generalên Tirk ji pêþeroja xwe ditirsin, loma ew bi hemû çivan li pêþiya vê pêvajoyê derketin û niha lê dixebitin ku dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya tawanbar bikin ku xwe ji tawanbariyan xelas bikin.

Serokwezîr û serokkomarê Tirkiyê yê kevin Süleyman Demirel û serokwezîrê kevin Bülent Ecevit li ser bûyerên li Þemzînan dermafê dewleta kûr-nehênî de îtiraf kirin ku li Tirkiyê du dewlet hene.

Süleyman Demirel di televîziyona Tirkan NTV de di roja 16.11.2005an de li ser dewleta kûr - nehênî wiha got :

Süleyman Demirel : Ýki devlet var ( Süleyman Demirel: Du dewlet hene )
Türkiye’de iki devletin olduðunu söyleyen 9. Cumhurbaþkaný Demirel, “Ufak bir zorlukla karþýlaþýnca sivil devlet devreden çýkýyor, derin devlet devreye giriyor” dedi. ( Serokkomarê 9an yê Tirkiyê got, ku li Tirkiyê du dewlet hene, ‘dema hinekî astengî dertê dewleta sivîl ji dewrê dertê, dewleta nehênî dikeve dewrê’ )
http://www.ntvmsnbc.com/news/349780.asp
( Çavkanî malpera televîzyona NTV )

Bülent Ecevit jî wiha dibêje, "Türkiye'de bir derin devlet olayý var" ( Li Tirkiyê pirsgirêka dewleta nehênî heye ) ( Çavkanî malpera rojnama Hürriyet ) http://www.hurriyet.com.tr/gundem/3544213.asp

Tirk çiqas jî bixwezin bibin endamê Yekîtiya Ewropa, lê armanca wan ne ew e ku ji þaristanî û medeniyeta Ewropa îstifade bikin ku ew him di warê siyasî, civakî, û him jî di warê aborî û teknolojî de pêþde herin. Dewleta Tirk dewletek kîndar e, zordar e, xwînxwar e, talanker e, bi fen û fût e. Ew bi mantiqên xwe yên qasî ku mantiqê çivîkan tine bawer in ku xelkê bixapînin. Dewleta çeteyan êdî diheje, rojan dijmêre, nikare li ser pîyan bimîne. Jixwe di pirsa Kurdistana azad de jî Tirk ketine depresiyonan, rast e ku mirov bêje traûma derbas dikin. Dewleta Tirk bi provakasiyonên li Amedê û deverên bakur û Kurdistanê û bi îþkencekirin û kuþtina zarokên Kurdan jî didin xuya kirin, ku ew ne amade bûn, ne amade ne û dê ti demê jî ne amade bin, ku tevgera Kurd û Kurdistanê di dilên xwe de bihebînin û ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Bi nimûneyekî din jî divêt em niyeta Tirkan baþ nasbikin ku ew di dermafê Kurd û Kurdistanê de sond xwarine û siyaseta wan li ser Kurdan ev e, Kurdan berî hev bide, ji hev re têxe dijmin û wan bi rê ve bibe, hemû heyiyên Kurdistanê ji xwe re bikar bîne, Kurdistanê tar û mar bike.

Yek alternatîvek Kurdan tenê li hemberî dewleta Tirk heye. Hemû hêzên Bakur bi îtifaq li hemberî rejima Tirk bi hemû derfetên rewa - meþrû tekoþînê bidin ku rejimê têxin çokan û Tirk bê çare bimînin, lêborîna xwe ji Kurdan bixwezin, lavayî Kurdan bikin û bibêjin werin em li hev werin. Wekî din ti tiþt Tirkan nayîne rê.

Ka li vê fêþê(acêbê) binêrin! Dewleta ku hên jî dibêje, goya ew dewletek “Üniter” in, ( yanê yek gel, yek ziman û yek ol ) ev 10 sal e li bakurê Kurdistanê radyoyek bi navê Dengê Dîcle li dijî Kurdan bi zimanê Kurdî, lê ne radyoyek bi fermî ye, radyo bi dizî ye, cihê wê jî li Amedê ye û dewletê heta niha negotiye ku ew radyo ya wan e, bi kar tîne. Lê vaye tespîtek ji rojnama Tirkan di Zamanê de îspat dike ku dewleta Tirk xwediyê vê radoyê ye.

Êdî ne hewceyî þîrovê ye jî, rojnama Tirk Zaman di 05.08.2002an de li ser yasayên Yekîtiya Ewropa di rojnama xwe de dermafê vê radyoyê de wiha dinivîsînie :

AB yasalarýyla devletin radyosu da kurtulacak ( Radyoya dewletê jî dê bi yasayên YE xelas bibe )



Diclenin Sesi Radyosu, 5 yýldýr Güneydoðu'da Kürtçe 'korsan' bir biçimde Kürtçe yayýn yapýyor. PKK terörüne karþý devletin mesajýný Güneydoðu halkýna TRT frekansý ile Türksat uydusu üzerinden ulaþtýrdýðý belirtilen radyo, AB yasalarý ile artýk yasal zemine kavuþmuþ oldu. ( Hate ragihandin ku dengê radyoya Dîcle, 5 sal e li baþûrêrojhilat bi Kurdî bi awayek ‘korsan’ weþanê dike. Radyo li dijî “terora PKKê” bi frekfansa TRTê li ser satelîta Türksatê peyama dewletê digihîne gelê baþûrêrojhilat )

Devlet kendi önünü açtý ( Dewletê rê jixwe re vekir )

Diyarbakýr’da devlet adýna korsan Kürtçe yayýn yapan Dicle’nin Sesi radyosunu, Meclis’ten geçen ve anadilde yayýn yapýlmasýný serbest býrakan AB paketi çerçevesinde deðerlendiren akademisyenlere göre son düzenlemelerle devlet kendi önünü de açtý. ( Radyoya dengê dîcle li Diyarbekirê bi navê dewletê, bi zimanê Kurdî bi awayek korsan weþana xwe dike. Li gorî nirxandina akademîsyena li ser serbestberdana weþana zimanê zikmakî ku di çerçova pakêta YE di meclîsê de derbas bû, dewletê bi yasayên vê dawiyê pêþiya xwe vekir.
http://www.zaman.com.tr/2002/08/05/politika/h11.htm

Almanya, 07. 04. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=456