Rêwî Bi Karwan e.


Ev helbest Diyarî Mamosta; Konê Reþ' e.

Rêwî Bi Karwan e.

Rêwiyo ..
Ez karwanim
Xweþ dimeþim
Narawistim li kendal û li newala
Balindê min bilind difire
Venaxwe ji cihok û gola
Dimeþim li pêþ xwe
Li dû xwe venagerim hola.

Rêwiyo ..
Karwanê min bi rê keti'ye
Xunc û çîçek vebûne li gula
Stêra min hilati'ye
Li þeva reþ diçêre
Ji dilê min derhati'ye
Seh direyin
Tozê dimijin
Ya ji þopa min elor bûye.

Rêwiyo ..
Qebqeba mine
Karwan bi rê de dere
Konê-çardeh stûnî pêre
Û ez
Stêra geþim û xweþ dimeþim
Û
þîrê spî meyaye
Destê min bi heyvane
Barê min
Tev hêvî û xwezî yê pêþerojê ne
Tev êþ û derdê rojan ne
Yê hatine dotin
Ji evîna yar û welat û gel
Lê belê
Ez hêviyan li dila diçînim
Barbanga heþîn
bi barana evînê re tînim
Û kurzek gul didim destê evîndara
êþ û derda ji xwe re dihêlim
De bihêre destarê demê
Ev dil liber teye dîgar
Bi lepê hevrmêþî dipêçim ..

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Ez karwanim
Bi Konê Reþim
Reþim bi sê rengan
Kesk û sor û zer im
Û li barbanga nêzîk dimeþim.
Gotinê min geþin
û pêgên min rewþin
Li hespê demê diqelêþim.
Geh bi lîrandin
Û geh bi lorandin
De bitewîne
Ta bigihêm aso yê keskesorê.

Rêwiyo ..
Dilê min li-yane
Birîndarim bi sê caran
Yek ji hêla yar ve
Yek ji hayê heval ve
Yadî. dem û çerxa feleka lal ve.


Ev helbest Diyarî Mamosta; Konê Reþ' e.

20. 05. 2006


Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=460