SOSRETEKE GÝRAN Û NEDÎTÎ




SOSRETEKE GÝRAN Û NEDÎTÎ


Kurdistaniyên hêja !

Almanya, 26. 06. 2006 — Di roja 25. 06. 2006an de civîna Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd li bajarê Bielefeldê pêk hat. Min berê agahdariya civînê di pir malperên înternetê de xwendibû. Bi xwe jiyana min wisa ye, ku bi awayekî giþtî ez roja yekþemê naçim ti cihekî û ez wê rojê bi malbata xwe re derbas dikim. Lê bêlê, ji ber ku ev civîn li bajarê ku ez lê dijîm pêk dihat, min pêwîst dît, ez herim li vê civînê beþdar bibim. Beriya ku ez herim civînê, min bawer dikir ku dê pir Kurdistanî werin vê civînê û ezê bikaribim pir hevwelatiyan bibînim. Ji ber ku peydabûna altêrnatîveke demokratîk li bakurê welatê me daxwaza me hemiyan e, armanca min ew bû ku ezê li ser civînê û kar û xebata vê Grûpa Kurd nivîseke erênî, yanê pozîtîv binivîsînim.

Lê min nizanîbû, ku ew civîn civîna berpirsiyarên hin partiyên tayabet e, yên ku di nava vê grûpa xebatê de cih girtine. Min di civînê de mepûsê kevin birêz Mahmut Kilinç jî dît û me li hal û demên hevdu pirsîn. Lê belê tiþtê bi fêþ ew bû, ku berpirsiyarê grûpa xebatê li Ewropa Siracettin Kirici xwest ku ez ji civînê derêm. Behaneya vê yekê jî ew bû, ku goya civîn tenê ji kesên hatine vexwendin-dawetkirin re vekiriye.

Bi rastî ez matmayî mam. Min jî li ser wan gotinên wî jêre got, ku gava tiþtek di çapemeniyê de bê weþandin, mana xwe ew e, ku ne bi dizî ye, ji her kesî re vekirî ye û hûn nikrin min ji civînê biavêjin. Paþê kêm zêde nîv seatî gengeþî bi dizî di navbera wî û mirovên PSKê de çû û hat. Siracettin Kirici her carê hevalê min Mehmet Turan, yê ku ez bîst sal e li bajarê Bielefeldê nasdikim, wek qasid diþand ba min û digot, divêt ez ji civînê derêm. Min jî got, ez dernayêm, heger agahdariya civînê di çapemeniyê de der neketiba.

Ji xwe qet agahdariya min jî çê nedibû, ku ez bêm vê civînê û min got : Ez ji civînê dernayêm, heger niha feriþtahê wan jî were nikare min ji civînê derîne. Dema mirov agahdarî li ser civînekê di çapemeniyê de belav bike, êdî mirov nikare ji kesan re bibêje, tu dikarî beþdar bibî û ewê din nikare beþdar bibe. Lê ez bawer im ku van belengazan hên pîvan û qanûnên civînan, her wiha rêzik û rêpîvanên çapemeniyê jî li Ewropa hîn nebûne. Siracettin Kirici dît, ku ez xwe ji helwesta xwe þûnde nadim û ji civînê der nayêm, wî vê carê jî bangî birêz Mahmut Kilinç kir, ku ew min îqna bike.

Di dawî de birêz Mahmut Kilinç hat ba min û got, mirovên PSKê naxwazin tu di civînê de bimînî; wan gotiye, yan Fûad ji civînê dertê, yan ewê ji civînê derên û an jî dê PSK teþqeleyekê derxîne. Birêz Mahmut Kilinç her wiha ji min tika û daxwaz kir, ku ez bi berpirsiyarî tev bigerim û ji civînê derêm. Wî her wiha got, ew helwesta mirovên PSKê wek helwesteke antî - demokratî dibîne û ewê li ser vê mijarê jî binivîsîne. Min jî xatirê wî ne þikand û ez ji civînê derketim. Beriya ku ez ji derî derêm birêz Mahmut Kilinç, Siracettin Kirici, mirovekî din ku ez navê wî nizanim û hevalê min Mehmet Turan em dîsa li ser derketina min ji civînê axivîn û min ji Siracettin Kirici re got, ku ezê li ser vê sosreta We binivîsînim. Min her wiha jêre got, ku bi baweriya min, we bi vê helwesta xwe îro dawî jî li grûpa xebata xwe anî. Min bi berdewamî ji Siracettin Kirici re got, niha tu û van mirovan, hûnê bi vî siyasetê Kurdistanê rizgar bikin!!.......tew lolo, tew lolo....... Min xatirê xwe ji birêz Mahmut Kilinç xwest û ez ji civînê derketim. Ez bi birêz Mahmut Kilinç bawer im, ku dê ew van gotinên min di gotara xwe de piþtrast bike.

Kurdistaniyên hêja !

Ez di sala 1995an de ji PSKê veqetiyam. Lê PSK hên jî bi min re dijminahî û kîndariyê dike. Bi rastî bi vê helwesta wan, gunehê mirov bi wan tê. Ez di vê mijara li jor de qet pêwîst nabînim, ku gengeþiya pirsgirêka demokrasî û antî-demokirasiyê jî bikim. Va malmîrata demokrasiyê tiþteke wisan e, ku her kes li gorî xwe dinirxîne. Niha mirov here ji Þêxên Ereban re jî behsa demokrasiyê bike, dê bibêjin ew ji her kesî demokratir in.

Ez vê helwesta Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd li hêviya raya wijdana gelê Kurd û Kurdistanê dihêlim.

Ji endam û berpirsiyarên PSKê Abûbekir Saydam, Yilmaz Çamlibel, Ahmet Çamlibel, Fetah Timar, Riza Katurman û çend kesên din beþdar bûbûn.

Almanya, 26. 06. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=466