ÎTALYA BÛ ÞAMPÝYONÊ KÛPA SALA 2006 AN




ÎTALYA BÛ ÞAMPÝYONÊ KÛPA SALA 2006 AN


Almanya, 14. 07. 2006 — Havîna sala 2006an li Almanya bi heycan û coþeke pir mezin derbasbû. Hemû taximên di maça Kûpayê de beþdar bûbûn ji bo ku Kûpayê werbigrin li ber xwe dan. Ew hêsabên ku di despêkê de li ser Kûpayê dihat kirin hemû tevlihev bûn û di dawî de di roja 09.06.2006an de li Berlînê Îtalya li hemberî Firansa berê 1-1 ma û paþê di pê nîv saetê dirêjkirinê de bi golên penaltî 6-4 bi ser ket, Kûpa sala 2006an wergirt û di cîhanê de bû þampiyonê yekem. Di navbera dema lîstika topê de bûyereke tirajedî jî qewimî. Zîdanê bi koka xwe Ereb e bi hemû quweta xwe serê xwe kulpand singê lîstikvanê Îtalya û ew giran birîndar kir. Di despêkê de hakem ew tevgera wî nedîtibû, paþê ji hakemê dev û dorê pirsî û di dawî de karta sor rayê Zîdan da û ew ji nava maçê avêt. Zîdan bi vê tevgera xwe ya xerab rewþa xwe xiste gellek aloziyê.

Baweriya pir kesan di serî de ew bû ku yan Arjantîn û an jî Brazîl, dê bibe þampiyonê Kûpayê. Jixwe faforiyê min û yê bavê min jî Birazîl bû. (Bavê min 72 saliye û gellek kêfa wî ji topê re tê û me herduyan bi hev re li topê temaþe dikir. Dema wexta min tineba ku li maçan temaþe bikim, min hemû înformasyonên xwe ji bavê xwe werdigirt.) Lê Birazîl vê carê perfomanasa xwe ya hostatiya lîstika topê rayê neda. Birazîl li hember Firansa qels ma û di dawî de 3 gol xwar û ji maçê derket. Hêjayî gotinê ye, ku toplîstin li welatên Amerîkaya Latînî pir pêþ de çûye û lîstîkvanên di cîhanê de yên herî baþ jî ji wê derê dertên. Lîstîkvanên berê yên wek Pelê, Maradona û yên niha Ronaldo, Ronaldînyo û hwd. yên herî navdarin. Spor, lîstika topê êdî di civata hemû gelan de perçeyek ji çand û kultura gelane. Cihê kêfxweþî û serfiraziyê ye. Spor herwiha reqabete û reklama herî mezin ya cîhanê ye.

Xwezil bi wan rojan ku taximeka Kurdistanê jî rojekî bi rengê pîroz, bi ala Kurdistanê kesk, sor û zer di cîhanê de bêye li bakirin. Hêvîdirim ku ev dengê me bigihîne hukumeta Kurdistanê ku di demên pêþ de ji bo taximeke Neteweyî li Kurdistana azad haziriyan çêbikin ku em Kurd jî bi wan rojan bi ser bilind û kêfxweþ bin.

Ji ber ku maça cîhanê li Almanya bû, Alman hindik mabûn bi taxima xwe ya qels bi manîpûlasyonan, bi dek, bi dolab, bi fêl û fêlbazan bibin þampiyonê cîhanê. Ji bilî wê van dawiyanan Almanya li ser maça topê em biyanî hetikandin. Pozbilindî, quretî û Arogantî li Almanya serî girtibû û dawî nedihat xuyakirin. Hema hema her Almanekî/ê aleke xwe dabû destê xwe, li ser erebe-seyare û malên xwe de dardakiribûn, li ser çavên xwe çêkiribûn, li xwe alandibûn, pêçandibûn. Beriya maça ku Almanya û Îtalya bi hev re bilîze, rojnameyên Almanan bi sernûçan hinika digotin, ewê Îtalya wek Pizza bixwin û yê din jî digotin, ewê Îtalya wek makarona daqultînin. Almanya ji wan êriþ û kirinên xwe yên bi kirêt re jî digotin, ku goya ew mazûvanên gellek baþin. Yên ku nizanin bila werin ji me biyaniyan pirs bikin, ku Alman çiqas mazûvanin? Alman ji bo quriþekî bîst û pênc teqlan didin, dê çawa bibin mazûvan? Ew kesên ji dev re ji bo maça topê hatibûn Almanya tûrîst bûn û wan jî ji kîsên xwe dixwar. Min di jiyana xwe de qasî Almanan gellekî birçî û çav li derve nedît. Mentalîta Almanan eve, ”jixwe re ji xelkê çi dikarî bigirî, bigire, lê ti tiþtekî xwe nede kesî” Mezinên Almanan zarokên xwe bi vê mentalîtê perwerde dikin, hîn dikin. Mazûvaniya Almanan jî eve. Almanan maça topê êdî ji sînorê edebê derxistibûn, bi awayeke nemerdî êriþî Îtalya dikirin. Lê di nîvfînalê de Îtalaya derzî di pa hustuhê Almanya re kir, kêfa Almanya vemirî, temirî, xewn û xeyalên wan yê Kûpayê ketin nava avê.


Wêne yê : Gogbaz'ên Werzîþa Îtalya. Ji çep Fabio Grosso û Alessandro Del Piero

Ez heyrana çavê wî bim, Fabio Grosso di 04.06.2006an de li Stada Dortmundê di pê nîv seat dirêjkirina maçê de di xuleka 119an de gol avête Almanya kêfa Almanan di ber wan de hîþt û hundirê alîgirên taxima Îtala hênik kir. Xulekekê di pê gola Grosso re vê carê jî Alessandro Del Piero gola duduyan avête Almanan û guhê me çend rojan ji dengê tûtik û fîtikan Almanan qirand. Îtalya di pê gola dudiyan de êdî bûbû agir û pizot di Almanya geriya. Heger lîstika topê hinekî dîsa jî berdewam bikira, dê Îtalay di serê her xulekê de golek biavêta Almanya. Alman wisa pijyanîne ku di pê lîstika bi Îtalya re mirov dibêje heft heramê reþ qet tiþtekî li Almanya nebû û qet Almanan ew gotinên bi kirêt li hemberî Îtalya negotin, qet nijandperestî nekirin û Alman bi yekcarekî lê dixwebitin ku ew hemû kirin û gotinên xwe yên pîs ji bîr bikin. Niha jî destpêkirine pesnê xwe û qaþo mazûvaniya xwe dikin.

Ez qet wan Kurd, Tirk û biyaniyên din li Almanya fêhm nakim ku bûbûn alîgirê Almanya û ji Almanan re þelafîtî-dalkavukluk dikirin û don di nanê Almanan de didan. Almanan ti demê ew hîs nedane biyaniyan ku ew perçek ji civata Almanane. Hin beyanî hene ku ev 50 sale li Almanya dijîn, lê Alman hêjî wan ji civata xwe hêsab nakin û ji wan re dibêjin “Gast” yanê mêvan. Alman nikarin du rojan mêvanekî xwedî bikin, dê çawa 50 salî mêvanan xwedî bikin, hey gidî? Çewtiya Almanan di vir de ye.

Ji destê topê nijadperestiyeke wisa li Almanya dest pê kiribû ku sînorê wê nemabû. Almanan ji nijandperestiya xwe re digotin welatperwerî. Rastiya civata Almanan ew e ku di civata Almanan de nijandperestiya latent(veþartî) kok girtiye û dema derfet û firsatên wiha jî dikeve destê Almanan niyeta wan ya ji dil bi yekcarî derdikeve ser avê. Bi raya min ne Alman, ne jî Tirk xwedî mafdarê tiþtên wiha nin. Çimkî dîroka Tirkan û Almanan bi kirête û ew sînorê welatperweriya xwe nas nakin, bîhna nijandperestiyê û faþîzimê ji welatperweriya wan tê. Mirov dikare bibêje ku Alman û Tirk li ser komkujiyan li dijî gelan dibin pismamên hev.

Destê Swîserland (isviçre) sax be ku wan sala par xezebeke wisa anî serê Tirkan ku ew qet vê carê nikaribûn têkevin maça Kûpayê jî. Û Tirkan di ser de jî li ser kirinên xwe yên xerab li dijî lîstikvanên Swîsre cezayên giran wergirtin.

Alman li ser wendakirina lîstika topê li hemberî Îtalya hinekî lûvandin û vê carê jî hemû quweta xwe dane ser rêza sisiyan û li hemberî Portekîz roja 08.06.2006an de li bajarê Stuttgartê bi 3-0 golan bi ser ketin. Alman niha lêdixwebitin ku dilê xwe bi rêza sisiyan li ber dilê xwe didin, dixwezin moralê bidin xwe. De bila Alman herin bilûvînin ku çima ew di maça topê de nebûn þampiyon. Mirov dikare tenê di warê organîzasyonê de hinekî pesnê Almanan bide. Jixwe wekî din wan qet heq nekiribûn ku têkevin nava maça cîhanê jî. Lê ji ber ku maç li Almanya bû, loma bi awayeke automatîk mafê wan yê lîstikê di maça cîhanî de hebû.

Almanya, 11. 06. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=469