ÇEND GOTIN JI QAÞO ÇEPÊN TIRKAN RA

FUAT AKPINAR

Email: akpinar@t-online.de

ALMANYA 13.04.2003




Van rojana dîsa qaþo çepên tirkan li ser þerê li Iraqê bi awayek dijwar êriþî kurdan dike û serê gotina wan: ”Emperiyalîzim wiha bû” û binê gotina wan ”Emperiyalîzma Amerîka wiha çû” û hwd. Û gelê meyê Baþûr biçûk dixînin û dixwazin aqil bidin me kurdan.

Berî her tiþtî bila çepên tirkan herin di cihên xwe de rûnin. Ew êdî nikarin aqil bidin gelê kurd û mîsyona wan êdî xelas bûye. Gelê kurd êdî ew jariya ku wan li kurdan dabû baþ dizane.

Gelê kurd êdî ne tenê bi partî û rêxistine, gelê kurd xwedî dewlete û dizane çi bike. Çepên tirkan ji hebûna xwe hetanî niha xwe herdem wek dewleta tirk þefên kurdan dîtiye. Çepên tirkan qaþo bi siyaseta xweya sosyalîzm û konmînîzmê jarî berda kurdan û hetanî niha jî hê kurdên bê fam ji jariya wan xelas nebûne. Bi navê gotina înternasyonalîzmê kurdan dixapînin û ew tiþtên dewleta tirkan nikaribû li ser kurdan tesîr bike û bi kar bîne, bi destê çepên tirkan hate pêk anîn. Çepên tirkan bi navê biratî û înternasyonalîzmê ji kurdan ra çêran dikin û tevgera Kurdistanê li baþûrê welatê me biçûk dibînin û jêra heqaretan dikin.

Piraniya çepên tirkan kurdên bê famin û ji xwere dibêjin em înternasyonalîstin û nifaqê nakin nav gelan. Ev gotin hemû derewin. Eger mirov çepên tirkan baþ analîz bike, tê da vî rastiyê dibîne ku piraniya çepên tirkan bîhna gemara Kemalîzmê jê tê. Pir mixabim ku bêjim ew kurdên di nav çepên tirkan da cih girtine piraniya wan kurdên Elewîne. Ew an ji Dêrsim, Mereþ an jî ji Meletiyê ne. Eger zanebûna wan hebe, li dîrokê binêrin û ewê tê da baþ bibînin ku Kemelîzmê bi navê laîq bûnê birînên pir kûr li ser wan bi cih hîþtiye. Lê belê piraniya Elewiyan hêjî bawerin ku Kemalîzm laîqe û ew di saya Kemalîzmê da li ser piyane.

Em kurd jî hê qîmetê didin çepên tirkan û wan di televîzyona xwe de derdixînin, didin qisedan, îmkanê didin wan di rojnamê xwe de ji me kurda ra çêran bikin û tevgera me biçûk bixînin. Ez berpirsiyarê Televîzyona Medya TV û Rojnama Özgür Politîka bim, ne çepên tirkan di televîzyonê da derxim û ne jî di rojnamê da nivîsên wan derdix û nahêlim ew di nava baxçê min ra derbasbin.

Ez ne antîdemokratim ku van gotinan dinivîsînim, ji ber ku piraniya çepên tirkan di pirsa kurd û
Kurdistanê da ne duristin û xerabiyên wan li ser me kurdan pir çêbûye, loma van gotinan dinivîsim. Eger ew di pirsa Kurdistanê de duristin, bila berî her tiþtî navê welatê me rast bêjin. Ew jî ji baþûrê Kurdistanê ra wek dewleta tirk û çapemeniya tirkan dibêjin ”bakurê Iraqê (Kuzey Irak)”. Ne hewceye ku ez li vir navê wan yeko, yeko binivîsim. Ew jî dizanin ew kîne, Medya TV û Özgür Politika jî dizane ew kîne.

Çepên tirkan siyaseta pergela Kemalîzmê ku dewleta tirk nikarîbû heta niha li dijî gelê me pêk bîne û bi ser bikeve, mîsyonek daye ser milê çepên tirkan ku ew kurdan di nav xwede bihelînin û bînin ser riya Kemalîzmê.

Ew kurdên di nav çepên tirkan da ji xwere dibêjin, em înternasyonalîstin, nikarin bibin înternasyonalîst. Kesên berî pêþîn li netewa xwe, koka xwe, ala xwe, axa xwe û li welatê xwe xwedî der neyên ne dikarin bi kêrî xwe, ne jî dikarin bi kêrî xelkê bên û ne jî dikarin bibin înternasyonalîs. Ew ancax dikarin ji xelkêra nokeriyê bikin.

Çepên tirkan ji bilî zerar û nîfaqê ku têkin nava kurdan tu kara wan ji kurdan ra çênebûye. Divê em kurd vê yekê baþ bizanibin û îmkanan nedin wan da ku ew jî nekaribin bi îmkanên me, zimanê xwe li ser me dirêjî bikin.

Ez bangî hemû kurdên di nav tirkan da ji bo wan kar dikin, dikim û ji wanra dibêjim hê zûye ne derenge ji bin baskên tirkan derkevin û vegerin hêlîna xwe û riya netewa xwe biþopînin.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=47