DI NAV PKK DE NÎQAÞA CUMHURRÎYETA DEMOKRATÎK Û DEWLETBÛN Ê !

Xulasa' ya ( Kinûkurtî' ya ) nivîsê :

PKK di nav xwe de jî kîjan sîyasemedar li dij vê rewþa xirab derketi bê, serwerîsgirên PKK bi dijwarî çûn e serserê wan kesa, gelekên wa ji holê dane rakirin, kesên ko mane di jîyanê de, weke ajan mît di çapemenîya Kurd e imaja wan dane xirakirin û di nav girsa gelde bê tesîr hiþtin ê. Ewên ko ji PKK veqetehan e, di bêjin wan "mît û ajan" in, ordîya wan niha ji a PKK bêhtir bû we.

PKK di sîyasetê de ji jor ber bi jêr tê, heroj navekî nû li xwe dikê. Alîgir, çapemenî û dîplomasî êdî nikarîn fêrî navên heroj di gûherê bibin.

Niha PKK ji bo gelê Kurd, gotara "Dewlet û Gel" bi perspektîfên sîyasî red dikê, ne dewletbûn, ne Federasyon û ne Otonomîyê ji bo gelê Kurd na pejirênê, bi dîrektîfên Imralî ketîye pey daxwaza "Cumhurrîyeta Demokratîk û Tirkîyebûn"ê. Dewleta ûnîter, Ala Tirk, sînorên Mîsakê - Millî di parêzê ji dil û can lê bi xwedî derdikevê.

Despêk'a nivîsê :

Weke tê zanîn PKK di sala 1978 de li gûndê Dîyarbekir - Fîsê hat damezirandin. Tê gotin Apocîyan navê DDKD / KIP kopya kiribûn li rêxistina xwe kiribûn û navê xwe kirin PKK. Apocîyan weþana rêxirawîyê kovara PÊÞENG, navê KIP ( PKK ) çawa bi dest xwe xistibûn heya niha ji alîyê çapemenî a Kurd ve nayê zanîn û bi fermi daxwîyanîyek nîn. Ez jî bi mebesta vê nivîsa xwe, ji bo rehnî kirina dîrokê, bangî berpirsîyarên KIP ( PKK ) kesên di jîyanê de dijîn dikim, ko bûyerê rehnî bikin. Bi bawerîya mi ko roja ewil li ser vê babetê bi hate sekinandin diba ko baþtir ba, tengasîyê di nav tevgera Kurdewar-Kurdistanî de ko derketin holê ne biban sersebê hevqas zayîat û tevgera Kurdistanî xwirttir ba.

PKK ji roja ko hatîye damezrandin heya niha ti caran ne karîye ko sîyasetek e Kurdewar û Kurdistanî bi kar bînê. Kîjan rêxistinên Kurd gavên li pêþ avêtibin, weke wê kiribê lê bi xwedî derketîye, pirsîyarî hatibin kirin xwestine bi êrîþan xwedîyên karên Kurdewarî û Kurdistanî bêdeng bikin.

PKK bi vî qarekterî di herçar perçên Kurdistan de þerê hemû rêxiravên Kurd kir. Di qada nav neteweyî de, di alîyên dîplomasî û dîplomatîkde jî zerer zîyanên ko perespankirin ( tamir ) ên wê zehmete dane kirin, Kurd êxistin nav îmajek e gelek xirab de, ticara ne xwest ne di hindirûwê welat de, ne li dereveyî welat, ne di nav rêxistinên Kurdistanî de xwe ji þaþîyan bi parêzê, weke destekê xirab û eþkere di navde di lehîzê.

PKK di nav xwe de jî kîjan sîyasemedar li dij vê rewþa xirab derketibê, serwerîsgirên PKK bi dijwarî çûn e serserê wan kesa, gelekên wa ji holê dane rakirin, kesên ko mane di jîyanê de, weke ajan mît di çapemenîya Kurd e imaja wan dane xirakirin û di nav girsa gelde bê tesîr hiþtin ê. Ewên ko ji PKK veqetehan e, di bêjin wan "mît û ajan" in, ordîya wan niha ji a PKK bêhtir bû we.

PKK bi soza bi þerê çekdarî "Dewleteka Kurd ji herçar perçên Kurdistan bi yekbûwî, serbixwe û azad damezrênê" bi rêxistin bi bû. Di sala 15.08.1984 de ji Erûh û Þemdîlî dest bi þerê çekdarî kiri bû. Lê PKK ticaran li vê soza xwe bi xwedî derneket û di soza xwe de bê istiqrar ma ye.

Serokê PKK Abdullah Öcalan bi mebesta agirbesta di sala 1993 de li Bekea yê daxwaza federasyonê kiribû, di sala 1999 de ko ji sûrîye hate derxistin, li Italya daxwaza Otonomîyê, li Imralî dakete Cumhurriyeta Demokratîk. A. Öcalan di dadgeha Tirk de jî ketibû nav rewþe ke xirab.

PKK di sîyasetê de ji jor ber bi jêr tê, heroj navekî nû li xwe dikê. Alîgir, çapemenî û dîplomasî êdî nikarîn fêrî navên heroj di gûherê bibin.

Niha PKK ji bo gelê Kurd, gotara "Dewlet û Gel" bi perspektîfên sîyasî red dikê, ne dewletbûn, ne Federasyon û ne Otonomîyê ji bo gelê Kurd na pejirênê, bi dîrektîfên Imralî ketîye pey daxwaza "Cumhurrîyeta Demokratîk û Tirkîyebûn"ê. Dewleta ûnîter, Ala Tirk, sînorên Mîsakê - Millî di parêzê ji dil û can lê bi xwedî derdikevê.

Sedema red kirina "Dewlet, Federasyon, Otonomî" bûna gelê Kurd di nav PKK û girsa wê de bûwe nîqaþ. Nîqaþ ketîye nav girsa gelde jî. Alîgirên PKK êdî nikarin xwe li ber rexnan bigirin. Ko rexne li sîyaseta wan têkirin, ne bi þîûra xwe êrîþan berdidin ser welatparêzên Kurd. Di zanin ko di þaþîyek e mezin de ne. Hingî diçê di nav alîgirên PKK de tengasî û nîqaþ ber fereh û bilindtir dibin.

18. 08. 2006


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=473