GÜNTER GRASS PÝÞTÎ 61 SALAN PEJÝRAND KU EW DÝ SALA 1944AN DE BÛYE ENDAMÊ LEÞKERÊ NAZÎ YÊN TAYBET KU JÊRE WAFFEN - SS DÝBÊJÝN


GÜNTER GRASS PÝÞTÎ 61 SALAN PEJÝRAND KU EW DÝ SALA 1944AN DE BÛYE ENDAMÊ LEÞKERÊ NAZÎ YÊN TAYBET KU JÊRE WAFFEN - SS DÝBÊJÝN

Xwediyê Xelata Nobelê nivîskarê Alman yê navdar Günter Grass di 12. 08. 2006'an de di hevpeyvînekê de bi rojnama “Frankfurter Allgemeine Zeitung” re cara yekem pejirand ku wî di pirtûka xwe ya nû de ku li ser jinenîgariya xwe nivîsandiye, ew di sala 1944an de ji fedîlê dilê xwe, yanê bi dilxwazî beþdarî refên êriþê yên Adolf Hîtler yên bi taybet ku jêre Naziyên Waffen - SS dibêjin bûye. Niha li ser vê bûyerê li Almanya gengeþiyeke pir mezin çê bûye ku çima? Günter Grass ewqas dereng qebûl kir ku ew di 17 saliya xwe de li Danzîgê bûye endamê leþkerê taybet yê Naziyan. Günter Grass li ser vê bûyerê di televîzyona Almanya ARDê de got, ji ber ku ew ne amadebû û wî fedî dikir, loma li ser vê bûyerê neaxiviye. Raya giþtî li Almanya li ser du sedeman disekine ku çima? Grass ewqas dereng maye.

1 - ) Heger Günter Grass berê bigota ku ew di 17 saliya xwe de bûye endamê leþkerên taybet yê Hîtler, dê ti demê ne mimkûnba ku ew Xelata Nobelê werbigire û di qada Navneteweyî de bibe nivîskarekî wiha navdar û jê re rêzeke bilind bêye kirin.

2 - ) Ji ber ku dê di sala 2007an de deriyê arþîvên îstixbarata Almanya ku jêre Staatssicherheitsdienst (STASI) dibêjin vebibe, ku her kes bikaribe lê temaþe bike, loma Günter Grass ji aliyê hin kesan ve ji zû de hatiye agahdarkirin ku ew vê rûreþiya xwe ji niha de bipejirîne ku paþê jêre serêþiyên mezin çê nebin.

Ev herdu nêrînên li jor jî bi mantiqin. Lê niha pir kes bi dengê bilind dibêjin, ku divêt Günter Grass Xelata Nobelê þûn de vegerîne, û an jî heger ew vê Xelatê þûn de nede, divêt Xelat ji aliyê weqfa ku biryara Xelata Nobelê dide ji wî bêye stendin. Weqfa Xelata Nobelê jî daxuyanî da ku ewê daxwaza þûn de vegerandina Xelatê ji Günter Grass nekin. Çimkî di dîroka Xelata Nobelê de tiþtekî wiha nebûye, mihtemele ku dê di demên pêþ de jî tiþteke wiha nebe.

Tiþtên bala min di çapemeniya Almanya de kiþand reaksiyonên xwendevanên rojnama “Der Tagesspiel” e. Mirovek bi navê Peter Bruns wiha dibêje “Grass hat klammheimlich "Katz und Maus" mit uns allen gespielt” ( Grass bi dizî, bi me hemûyan re lîstika ‘pisîk û miþkê’ lîst ) Mirovekî din jî bi navê Andreas Krinke wiha dibêje “Grass sollte für alle Schäden persönlich haften. Ehre kommt von Ehrlichkeit. Beides trifft für Herren Grass nicht zu. Er hat das wichtigste verloren, unser Vertrauen” ( Divêt Grass bixwe berbirsiyarê ziyanê xwe be. Rûmetî ji rastiyê tê. Herdu jî ji bo birêz Grass derbas nabin. Ewî ya herî girîng, baweriya me winda kir )

Xwendevanê bi navê Andreas Krinke dibêje, rûmetî ji rastiyê tê. Bi raya min ev xwendevana pir mafdare ku wisa dibêje. Mirovên ewqas bi qurnasî rastiyê 61 salan veþêre ku goya wî fedî kiriye rastî negotiye, ewî Xelatwergirtina Nobelê jî heq nekiriye.

Wekî din di vê malpera înternetê de http://www.perlentaucher.de/artikel/2916.html ji çapemeniya Almanya û ya cîhanê yên herî navdar nêrînên pir nivîskarên cîhanê li ser Grass hene. Hin ji wan jî bi awayeke tund êriþî Grass dikin, wî durû, qure û wek qurnas û pijyayî rexne dikin. Jixwe heger ev bûyer beriya Xelatstendina Grass bihata zanîn, Grass di cîhanê de biba ferîþtah jî, dê ew Xelata rûmetê wernebigirta. Ji bilî jina Grass ti kesî, herwiha zarokên wî jî hetanî daxuyaniya wî nizanîbûn ku bavê wan di sala 1944an bûye endamê Waffen-SS. Di bîogirafiya wî de tê gotin ku ew di wan salan de li bajarê ku têde jiyaye, li Danzîgê çûye leþkeriyê ya mecbûrî. Danzîg wê hingê axa Almanya bû. Lê di pê þerê cîhanê yê dudiyan de kete nava sînorê Polonya ku niha jêre Gdanz dibêjin.

Bê guman mirov nikare sûc û gunehê Naziyan biavêje hustiyê Xortekî 17 salî wek Grass tenê, çimkî civata Almanan wê hîngê ji sedî 99 hemû jî dabûn pê dûvikê serokên xwe Hîtler. Xortekî 17 salî dikare di wan salan de pir þaþiyan jî bike. Ev jî suriþtiye û mirov dikare fêhm bike. Lê tiþta paradoks ew e ku Grass ewqas sal û zeman yanê 61 salan ev bûyera bi dizî hîþt. Ev bûyera ne bûyereke wisa bû ku mirovekî wek Grass biavêje piþt guhê xwe û dema ku bihîst dê rûreþiya wî di sala 2007an de derê meydanê xwe mecbûr dît ku ji carekî ve qebûl bike ku ew bûye endamê Naziyan. Grass dikarîbû li ser vê bûyerê bi dehan pirtûkan binivîsîne û hin tiþtên tarî yên rejima Hîtler ya faþîst belkû hê jî nehatiye zanîn eþkere û zelal bike. Wek li jorê jî hat gotin, niha ji ber ku dê di sala 2007an de arþîvên STASI vebibin, loma Grass xwe mecbûr dît ku vê bûyerê eþkere bike.

Du tiþtên girîng û balkêþ jî hene ku hêjayî gotinê ye li ser Günter Grass û endametiya wî ji bo Naziyan bibêjim. Wek têzanîn Adolf Hîtler di sala 1933an de hate ser text û propogandeke pê perwa li dijî Cihûyan li dar xist. Hîtler di sala 1939an de bi êriþa Polonya dest bi þerê cîhanê yê duwemîn kir. Hetanî sala 1944an bi deh mîlyonan mirovên bê sûc û guneh di komkujiya Hîtler de derbas bûn. Wê hingê him li Ewropa û him jî li derê din di cîhanê de kevir li ser kevir nema bû. Jixwe Almanya jî êdî li ber hilweþandinê, belavbûnê bû. Saleke an jî çend meh/heyv maye ku þerê cîhanê bi dawî bibe. Günter Grass jî di demeke wiha de dibe endamê Naziyan. Di demeke wiha de heger hîsên nijadperestî xurt nebe mirov nikare di pê ewqas hilweþandinan de bi daxwaza dilê xwe here bibe endamê Rêxistina Hîtler ya bi taybet. Ya din jî bi raya min Grass pir qurnas e. Wî zû de ev bûyera ku dê endametiya wî ji bo Naziyan di sala pêþ me de bi eþkerekirina arþîvên STASI ji hevalên xwe, ji sosyaldemokiratên Almanya bîhistiye, lê jixwe re li firsenda demê geriyaye. Ew civata Almanan baþ nas dike û dizane ku di pê lîstika Kûpayê de xwîna piraniya Almanan li ser nijadpersetiya wan hevraz diçe. Loma dem jimartina daxuyaniya Grass di rojnama “FAZ” de û eþkerekirina pirtûka Grass ya ku ew vê rûreþiya xwe qebûl dike jî pir balkêþ e.

Bi bîr û baweriya min Grass çiqas jî di qada Navneteweyî de wek nivîskarekî baþ bêye xuyakirin, ez wî wek nivîskarekî baþ nahesibînim jî. Ne tenê, ez pir nivîskar û analîzzanên baþ li Almanya wek min difikirin. Lê mixabin carê stêrka Grass çirisûye û ew bi taybetî bi romana xwe ya bi navê teneke û dahol bû nivîskarekî navdar û di ser da jî bû xwediyê Xelata rûmetê. Ez bawerim Grass ê bi vê pirtûka xwe di cîhanê de rekora nû biþkîne. Çimkî carê sihûda wî þixûliye û ew ji Nazîtiyê bûye mirovekî xwedî Xelatwergirtina Nobelê ya rûmetê.
Lê belê bi raya min heger hinekî morala Günter Grass hebe, dê bixwe Xelata Nobelê ku ji bo rûmetê hatiye dayîn þûn de vegerîne.

Çavkanî rojnamên Almanya

Der Tagesspiegel

Frankfurter Allgemeine Zeitung

Die Welt

Û HWD.

http://www.tagesspiegel.de/kultur/nachrichten/guenter-grass/70536.asp

http://www.faz.net/s/Rub475F682E3FC24868A8A5276D4FB916D7/Doc~
EF9C972E548D949F98925B9431733847E~ATpl~Ecommon~Scontent.html


http://www.faz.net/s/Rub7FC5BF30C45B402F96E964EF8CE790E1/Doc~
E405E110A92BE45B7A76B55CF4698239D~ATpl~Ecommon~Sspezial.html


http://www.welt.de/data/2006/08/16/999725.html

http://www.perlentaucher.de/artikel/2916.html


Almanya, 29. 08. 2006


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=477