NEMEYEKE VEKÝRÎ JÝ RAYADARÊN KURDÝSTANA AZAD RE


NEMEYEKE VEKÝRÎ JÝ RAYADARÊN KURDÝSTANA AZAD RE

Ji serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî re.
Ji serokê parlamena Kurdistanê birêz Ednan Miftî re.
Ji serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî re.


Birêzên bi rûmet !

Li Kurdistana Azad di 21.09.2006an de 11 kes bi biryara dadegehê ji ber ser sedemên kar û barên terorîstiyane hatin xeniqandin. Bê guman ti kes wan terorîstan naparêze. Çimkî wan bi awayekî hovane însanên bê sûc qetil kirine. Di cîhanê de ji 193 dewletan, ji sisiyan yek êdî xeniqandinê li dijî mirovan bi kar nayne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNO û rêxistinên mafên mirovan xeniqandina mirovan, sûcên wan çiqas giran dibe bila bibe napejirîne.

Ew dewletên mirovan dixeniqînin, di serî de dewletên Ereb yên hov û hin dewletên din yên dîktatorin. Bi raya min xeniqandina terorîstan ji bo wan xelasiya herî baþe. Çimkî ew êdî ne nerihet dibin, ne diêþin û ne jî wijdana wan li ser kirinên wan yên hovane û terorîstiyane dilerize. Ew terorîstana êdî ne dikarin bibînin û ne jî dikarin bibîhizîn ku wan li dijî mirovatiyê çi hilweþandinên mezin kirine. Bi raya min, dê cezayê herî giran ji bo terorîstan cezayê muebed ba, ku ew heta hetayê jiyana xwe di zîndanê de derbas bikin.

Divêt Kurdistana Azad qet bi vê kirinê þa nebe ku ewê bi xeniqandina kesên terorîst ser bikevin. Ewên karên terorîstiyane bikin, ji karên terorîstî natirsin. Loma xeniqandina wan jî ne çareserî ye.

Divêt Kurdistana Azad xeniqandina terorîstan ji xwe re layîq nebîne. Welatên hov û dîktator bi salane bi vê metodê ti pirsgirêkên xwe çareser nekirine. Bi raya min xeniqandina terorîstan bê çaretiya siyasî ye.

Kurdistana Azad bi xeniqandina mirovan ( ew mirovên hov û terorîst jî bin ) qedir û qîmeta xwe di qada Navneteweyî de dixîne û nizim dike.

Ez vê helwesta Kurdistana Azad qet ji bo Kurdan bi xêr nabînim û ditirsim ku rewþ her biçe xerabtir bibe. Bê guman bi xeniqandina terorîstan dilê mirovan hênik dibe, lê heger Kurdistana Azad xwe ji vê siyaseta kîn û heyfgirtinê xelas neke, dê kontirolkirina pergalê jî pir zehmet be. Dê wê hingê wek dewletên dagîrker li Kurdistanê her kes xwe qanûn û nîzam bibîne. Divêt em ji bîr nekin ku Kurdistana Azad hên nû ye û zimanê xelkê dê zû li ser Kurdistanê dirêj bibe.

Ez helwesta serokkomarê Iraqa Federal birêz Mam Celal Talabanî pir pîroz û payebilind dibînim ku ew dibêje, dê îmza xwe navêje binê xeniqandina Saddamê dîktator. Ev helwesta Mam Celal esaleta Kurdan rayê dide û rola Kurdan di qada Navneteweyî de xurt dike, rûmeta Kurdan bilind dike.

Dewlet û hukumet tenê bi demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Alternatîva duduyan tine ye. Ewên alternatîva kuþtinê ji xwe re hildibijêrin zû an jî dereng mala xwe xerab dikin û hilweþandinên mezin dertînin holê. Bi raya min, qet nayê fêhm kirin ku hên jî mirovên têne tawanbarkirin bi qanûn û biryarên Saddamê dîktator têne dadigehkirin. Ew biryarana hemû jî di dema xwe de li dijî Kurdan hatine bikaranîn. Divêt Kurdistana Azad bi lez û bez parlamena xwe biþixulîne û xwe ji zagonên Saddamê dîktator xelas bike.

Ez wek nivîskar, siyasetmedar û herwiha neferekî Kurd ji cenabê We hêvî û daxwaz dikim ku hûn li ser vê nameya min bisekinin û ji cenabê we li hêviya bersiveke erênî me.

Bi rêz û silavên min re
Fûad Sîpan


Almanya, 27. 09. 2006



FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=481