Rojavayê Kurdistan - Tevgera Kurdî


Rojavayê Kurdistan - Tevgera Kurdî

Wekî tê xuyakirin ku di dema îro da guhertin bi rengekî zûtir tên çêkirin. Di rojhilata navînda jo bo pênce salên werê da pilanên nû têne çêkirin. Wekî tê xuyakirin ku Amarika û Euopa bi hevdûra gavan davêjin, ji bo dikaribin pilanên xwe bi karbînin.

Di nav pilanên wanda girînge ku em dikaribin Kurdistane kê serfîraz bikin, ji bo ku pilanên wan dikaribin herin serî. Divê em hebin.

Li vir pirsek xwe derdixe meydanê. Gelo tevgera Kurdî bi vî rengê xweyî ji hevketî, wê dikaribe ji bo doza Kurd tu armancan bi serbixe ?

Di bîr û bawerîya minda ev rengê ku îro tevgera Kurdistana rojava pê kardike wê tu carî nikari be tu bersîvan bide doza Kurd. Em divê xwe bi vê tevgerê nexapînin. Eger ku tevger, ev þêweyê xwe yê kevnar û bê kêr neguhere, wê tucarî nikaribe berpirisyariya dîrokî hilgire. Gor ku ez dibînim berî ku em têkevin xefikên dîrokî, divê em xwe biparêzin. Îro ji me tê xwestin ku em rastîya gelê xwe derînin meydanê. Wekî ku em hemî dizanin bi vî rengê ku kar tê kirin tu Kurdistan ava nabin. Ji ber wê divê ku Aternativên nû bên peydakirin, ji bo ku em dikaribin doza Kurdî derbasî rîya rast bikin .

Alternative wê çibin ? ....

- Divê tevgera kurd rastîya xwe ji bo gel aþkire bike.
- Di piþtra divê ku ew tevgera Kurdî hemû hêzên xwe bikin yek.
- Divê ku tevger xwe dibin sîya tu rijîman da veneþêre.
- Divê dev ji sîyaset û programa xweyî berî çel salî berde.
- Divê ku tevger sîyasetek nû, û îstratîcak nû, bi þêweyekî nû, derîne medanê.
- Divê tevger amadekarîya xwe ji bo karekî sîyasî û çekdarî bike.
- Divê ku tevger doza Kurdistanî û fedralî bang dike.

Wekî ku berê hinek ji wan ji bo xwe kirine armance, bi vî rengî wê tevger dikaribe daxwaz û armancê gelê Kurd berbihevdû bine. Eger ku ev guhertin çênebe wê tucarî ev tevgera îro bi vî rengê xwe. Ji bo Kurdan tu armancan nikaribe bibe serî. Bang û hawar ew ku hemî kes û hêzên Kurdî bi evîna xweyî netewî û welat parêz bi dil û can derkevin rîya rast.


15. 10. 2006


Hejarê Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=483