PARLAMENA TÝRK BÝ CÝVÎNA NE VEKÝRÎ DÝXWEZE ÇÝ BÝKE ?


PARLAMENA TÝRK BÝ CÝVÎNA NE VEKÝRÎ DÝXWEZE ÇÝ BÝKE ?

Kurdistaniyên hêja !
Civîna parlamena Tirkan ya ne vekirî di êvara 23.01.2007an de civiya. Bê guman di civînê de çi hatiye qisedan em nizanin. Jixwe dê axaftinên di civînê de deh salan bi dizî bimînin. Lê her kes jî dizane ku civînên Tirkan yên bi dizî bi taybetî li ser û li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd in. Ez bawer im mirov dikare li ser sê îhtîmalan bisekine ku di civîna parlamena Tirkan de çi hatiye peyvandin.
  • Bê guman îhtîmala yek li ser êriþa Kurdistana Azad e. Jixwe van dawiyana serokwezîrê Tirkan di her derfetê de di dermafê Kerkûkê de Baþûrê welatê me bi tehdît dikir.
  • Îhtîmala dudiyan jî li ser haziriya êriþa Amerîka li dijî Îranê ye.

    DYA hefta borî berpirsiyarê siyasî yê wezareta derve Nicholas Burns þande Anqerê. Nicolaus Burns him bi generalan re him jî bi wezareta Tirkan ya derve re dan û standin pêk anî û berê xwe da Îsraîl. Ji ber ku di vê navberê de çapemenî di dermafê qetilkirina rojnamegerê Ermenî Hrant Dink de kilît bûbû, loma hatina Nicholas Burns li Anqerê bala çapemeniyê zêde nekiþand.
  • Ez bawer im îhtimala sisiyan jî li ser hatina Nicholaus Burns û þîretên DYA ne, ku Tirk aqilê xwe topî serê xwe bikin û li gorî wê jî gavan biavêjin. Dibe ku Amerîka bi awayekî pir bi nazîk Tirk tehdît jî kiribin ku ew bi behaneyên Kerkûkê dest ji bandorkirina Kurdistana Azad berdin. Lê di vê navberê de gotareke dîplomatê Tirkan yê berê Özdem Sanberk di rojnama Tirkan Zamanê de jî pir bala min kiþand û ez dixwezim bi xwendevanan re parve bikim.

    Özdem Sanberk behsa tiþteke nû dike û dibêje, ku di pirsgirêka Kerkûkê de hên hemû riyên dîplomatîk nehatine xetimandin û behsa planeke nû dike, ku Tirk dikarin bi Siûdî Erebistan, Misir, Urdin û Îsraîl re rê li ber Kurdistana Azad bigirin. Özden Samberk sedemên wan jî rêz dike ku ev dewletana hemû jî li dijî referandûma Kerkûkê ne û naxwazin ku Kurd bi bajarê Kerkûkê hêza xwe xurt bike.

    Çavkanî rojnama Zaman :
    http://www.zaman.com.tr/webapp-tr/haber.do?haberno=491351

    Tirk dixwazin çi bikin bila bikin, va ye di 24.01.2007an de civîna parlamena Kurdistana Azad jî pêk hat û gelê Kurd bi îradeya xwe niyeta xwe ya durist jî, helwesta xwe jî bi awayekî vekirî ji raya giþtî re aþkere kir. Gelê Kurd aþtî dixwaze. Çavê gelê Kurd li mal, erd û milkê ti kesî nîne. Lê gelê Kurd ne amade ye bibe koleyê xelkê jî. Gelê Kurd ne amade ye ku mal û milkê xwe bi dagîrkeran re parve bike. Yên êriþî Kurdistana Azad bikin, dê wenda bikin. Heger wêrektiya Tirkan heye bila wê þaþiyê bikin. Emê wê hingê bibînin ku dinya ji Tirkan re çend koþe û quncik e.


    Almanya, 27. 01. 2007 -


    FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

    fuadsipan@yahoo.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=500