BARZANÎ NE ZIRT Û GEFAN DIKÊ LI KURDISTANÊ BI XWEDÎ DERDIKEVÊ !



BARZANÎ NE ZIRT Û GEFAN DIKÊ LI KURDISTANÊ BI XWEDÎ DERDIKEVÊ !

Kurdistanîyên hêja !

Di rojhilatanavîn de daxwîyanîyên serkirdayetîya sîyasîya Kurdistanê a rêzdar Meshud Barzanî, ji bo hemû rejimên statûkoker, diktator û dagirker bû kabûsa mirinê, derbe xwarin.û Ji qehra di xewde balgehê dibin serê xwede didin ber geza

Siyaseta sifîl-Leþkerî a Tirk û çapemenîya wan li ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî miftekirîbû we. Tevayê sîyaseta dewletê bi devê Erkanê Herb, bi mejîyê generalên wî hereket dikin, êrîþên xirab dikin. Barzanî kirine nav lêvên xweyên qirêj, hemû nekamîyan ji mejîyê gelê Kurd re dibêjin.

Îdîa dikin ko helwêsta Barzanî li ser Tirkiye „gef û zirtin“ nayê qebûl kirin. Dibêjin; emê bi tedbîrên „sîyasî, aborî û leþkerî“ bersîv bidin….

De binêrin van hovên ko hêji di destpêka sedsala bîstan de ko dijîn. Di fikirin ko Kurd, Kurdên berî sed salan e, bê dest û pên e……

Pênûsa medya Tirk bi qirêj e !
Pênûsa medya Tirk inkara netewa Kurd e, li dij heyîna netewa Kurd e, koletîya sîyaseta qirêj a leþkerîye, ji bo ko gelê Kurd ji holê rabikin herwextî dilopên xwûnê ji pênûsa wî(ê)niqûtîye. Herwextî sîyaseta leþker demoqrat daye naskirin û nasandin

Dewleta Tirk modelek dest bi xwûn û bi qirêj e !
Dewleta Tirk a Leþker di rojhilatanavîn de xwe xwedî demoqrasî, laîk, dewleta model, hêza yekemîn di hesiband û bi dagirkirina coxrafya Kurdistanê jî xwe dewleta herî sitratejîk di dît. Bi vî mejî li dij gelê Kurd bêsînor þöwewenîstî û nîjadperestî domandiye . lê destê wê di xwîna gelê Kurdeye û modelek dest bi xwîn û bi qirêj e.

Dewleta Leþker ketîye nav tirsa herêma Kurdistan a azad û federe !
Dewleta leþker wêca niha ketîye tirsa dewleta Federe a Kurdistan. Dîsa di xwazê qetilama destpêka sedsala bîsta bi karbînê û Kurdistana azad hilweþînê ! Bi taybet ji tirsa gelê Kurd naxwazê nûbûna cîhanê bi pejirînê. Di xwazê li dij gelê Kurd siyaseta qirêj, qetilamên nû û inkara gelê Kurd berdewam bike. Lê tirs ne çare ye, bi destê xwe gora xwe di kolê!

Tirk bêrûmetî û baxîtîyê li gelê Kurd dikin !
Roma Reþ xwe berpirsîyarê hemû gelê Kurd ko di cîhanêde heye dibîn ê, Kurdistana þêrîn tapûwa bavê xwe di hesibînin, naxwazin Kurd hiþyar bin, xwedî dost bin li xwe bi xwedî derkevin, wekî hemû gelên cihanê bibin xwedî rûmet, azad bibin û bibin dewlet.

Hemû dagirkerên Kurdistanê di fikirin azadbûn û serxwebûna gelê Kurd mirina wa û hilweþandina dewleta wa a bêrûmet bi qirêj e.

Roma Reþ di xwazê di hemû cîhanê de daqoqê serê gelê Kurd bê !
Roma Reþ sîyaseta tehdît û gefan li hemberî Barzanî bi taybet herêma Kurdistan a azad û federal bi rêvedibin. Weke wexta Osmanlîyan di fikirin ko serkirdayetîya Kurd walîyê waye, wan kirîye walîyê Kurdistana azad. Dixazin serkirdayetîya Kurd di xizmeta wande bê, ko çi bibêjin divê serî li ber wan bitewînê û bêjê belê…..

Tirkên rûrêþ di xwazin herêma Kurdistanê a federe û azad hilweþînin !
Ji bo ewleyîya sînorên Mîsaqê-Millî a Dewleta Tirk di garantîyêde bijî, yekîtîya Dewleta Iraq û sîyaseta wê dikin e hêncet û eþkera destwerdanê dikin. Di xwazin Tirkoman û hin kêmnetewe li dij destketinên Kurda bi kar bînin
Ji bo Kurdistana azad hilweþînin Tirkiye destê xwe bê sînor dirêjî pirsên navxweyîyên Iraqê bi taybet Kerkuk û Baþûrê Kurdistanê dike, tevliheviyan di herêmê û di Kerkukê de dikê Tirk ji bo rola xwe û jîya dagirkerîya xwe dirêjtir bikin û ji bo Tirkîye piçûk nebê, çi ji destên wan tê dikin., lê heyhat e tîr ji devê kevan filitîye !

Dewleta rûreþîya dewletên cîhanê, gelo dijminatîya Kurda ji xwere çawa maf dibînê ?

Sîyaseta Tirk hêjî bi xîyalên wexta Împaratorîya Osmanli di fikirê, ji bo rojhilatanavîn û Kurdistanê biryaran didin û fermanan belav dikin. Wêca pirsgirêk ko Kurd têdebin ji bo wan Împaratorîya Osmanlî nehilweþa ye.û Kurd nikarin di ti herêmên Kurdistan de azad û serbixwe bibin!

Tê zanîn ko Tirkiye di pirsa Iraq de bibe xwedî maf wê bi destê xwe ewleyîya Iraqê, Kerkukê û Baþûrê Kurdistanê têxê nav xeterê! Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî vê sîyaseta dagirker,-tehdîtkar baþ nas dike, bi tî awayî na pejirênê, serî li ber dagirkeran nadeynê û bi bawerî li serxwe sekinî ye

Tirkîye ko Kurdistana Federe bi pejirînê, pirsgirêka Bakur jî otomatîk tê pejirandin !

Di pirsgirêka sîyaseta Kurd a ji bo çareserkirina mafênçarenûsî de Dewleta Tirk ketîye nav tengasîyek e mezin de. û li navhev ketine. Di nûqteyên giring li pêþya Dewleta Tirk hene.

1 - Tirkîye An dive li Baþûrê Kurdistan herêma Federe bi pejirînê an li dij derkevê. Ko erêkir pirsgirêka Bakurê Kurdistan jî otomatîk tê pejirandin Lê Tirkîye ji bo vê ne amade ye.

2 - Tirkîye piþtî ko ne amadeye pirsgirêka gelê Kurd û Kurdistan çareser bike, dive bi hemû þêweyan li dîj destxistinên gelê Kurd li Basûr, Rojhilat, Baþûrê Rojava û Bakûrê Kurdistan derkevê. Ev jî wê bibê sersebeba hilweþandina dewleta dagirker.

Ma raste ko Dewleta Tirk demoqrat e û xwedî demoqrasî ye?
Dewleta Roma Reþ ji roja ko hatîye damezrandin heya niha heroj ji maf û demokrasî xeberdidê, lê ti cara ne maf û ne demokrasî ne parastî ye.

Di serîde yek ji þertên demokrasiyê, lê bixwedî derketina pêvajoya ewleyî, civakî nasandina mafên bîngehîn ên mirovî, grub, civak, nasnameya kêmnetewan û neteweyî ye…. Lê dewleta Leþker heya niha yek ji van erkên demokrasiyê pêk ne anî ye

Bakurê Kurdistanê dayîka Kurdistanê ye. Di Tirkiye de bêhtirî 30 milyon Kurd dijî heya niha ji bo gelê Kurd ti maf nehatine naskirin, naxwazê bibînê û qebul jî nake! Eksê wê ji bo gelê Kurd hemû maf hêjî berevajî ye, ev nayê berdewam kirin jî û gelê Kurd wê berhema têkoþîna xwe a sedsalan bidest bixin Tirk wê nekaribin rê li xebatê bigrin, siyaseta înkar, asimiliasyonê li hemberî xebata netewa Kurd bi sernakevê û çareserî pêwist e

Ji tirsa tevgera Kurd, Tirkiye di hejê !
Sîyaseta dewleta eþkere û a kûr bi tirsa tevgera gelê Kurd dijî. Her tiþt bi Kurd û Kurdistanê ve girêdayî maye, pêwiste siyasetek rasyonel bide pêþ. dev ji vê siyaseta inkar û imhayê berde. Lêborînê ji gelê Kurd bi xwazê, aþtiya Tirkiye jî di vêre derbas dibê. Rewþa Kurd gûherî ye, di qada navneteweyîde hat nasîn û dinasê. Tirk dive hînî Dewleta Kurd û cîrantîyê bibê, dev ji hilweþandina herêma Kurdistana azad û federe berdê. Bi dîrokên salaye Dewleta Leþker bi neyaretî û dijminatîya Kurda bi sernexist, ji îro û pêde jî bi ser nakevê.

BARZANÎ LI KURDISTANÊ BI XWEDÎ DERDIKEVÊ NE GEF Û ZIRTIN !

Parastina herêma Baþûrê Kurdistan a azad û Federe erkê hemû welatparêz, Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwera ye. Bersiv û daxwîyanîya rêzdar Meshûd Barzanî lê bi xwedî derketina Kurdistanê ye, ne gef û zirtin. Berdevkîya gelê Kurd û hestê neteweyî ye.

Li hemû deverên Kurdistanê û cîhanê hestê neteweyî geþ kir û cara yekemîn e ko Kurd hefqas nêzîkî hevbûn e. Hingî diçê piþtgirîya hestên Barzanî xwirtir dibê, ji ber ku berdevkîya hest û helwêsta netewa Kurd dike. Hêjaye ko gelê Kurd bê nîqaþ bi can û mal piþtgir bê

Di rojhilatanavîn de daxwîyanîyên serkirdayetîya sîyasîya Kurdistanê a rêzdar Barzanî, ji bo hemû rejimên statûkoker, dictator û dagirker bû kabûsa mirinê û derbe xwarin.

Divê Dewleta Surî, Eyran û bi taybet dewleta leþker a Tirk rastîyê bibînin û þaþ ne nirixînin. Mînaka Sadam û rejima wî ji bo dagirker û dîktatorên Kurdistanê nayê ji bîrkirin e. Tirk û Tirkîye divê vê baþ bi zanibin.

M.Þerîf Mûþtak
25. 04. 2007

Serif.muestak@gmx.de


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg



M.Þerîf Mûþtak
25. 04. 2007

Serif.muestak@gmx.de


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=508