AHÊ ROMAREÞ HÝLWEÞANDÝNA KURDÝSTAN E !



AHÊ ROMAREÞ HÝLWEÞANDÝNA KURDÝSTAN E !

Kurdistanîyên hêja !

Hêrsbûna Romareþ li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kiþînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan biþkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leþker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin.

Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta þer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareþ pirsa Îraqê û Kurdistanê ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêna herêma Kurdistanê ya stratejîk e.

Bremen, 19.10.2007 - Serokwezîr Erdogan dibêjê „Di kûdêrere zirav dibê bila di wire bi qetê, emê bi kevin nav axa Kurdistana azad, em ji hesab û danêre jî amade ne“.

Bi vê mebestê Meclisa Tirk ji bilî 19 dengan, bi 507 dengan piþtgirî ji nîjadperestîyêre kir û ji bo têkevê axa herêma Kurdistana azad li dij gelê Kurd biryar wergirtin.

Gotinek ya bavûbapîran heye: Di bêjin “Ko hilweþandina Morîyê tê, çengên wê çêdibin” Rewþa dewleta Romareþ jî diþibê vê kevnegotina bavûbapîran.

Kurd, Emerîqan, Alman, Ingilîz,,,,,,, Rûs û hw ko kî pozitîf di derheqa Kurdande bi axivê, zilma ko Tirk li Kurdan dikin ne pejirînin, Romareþ wê got ew PKK ne.

Niha jî kî dibêjê Romareþ hûn nikarin bi Kevin Kurdistana azad, ne ji mafê heweye, ji wanre dibêjin “Ew PKK ne hevalbendîya PKK û terorîstan dikin”.

Ma weye kî hevalbendîya Romareþ nekê, rexne bike ew PKK ye, piþtgirîya PKK û terorîsta dikin? Gelo Romareþ ma te çi ta di navbera xwe û gelê Kurdde neqetayî hiþtin e ?

Wêca ez Romareþ ne ko tenê rexne dikim, ez Komara bêbavê Kemal bi wan êrîþên bêhempa ko liser gelê Kurd - Kurdistanê dikê, bi tûndî tawanbar dikim û tif jî dikim serû çavên vê komara rûreþ ko herwextî destê wê di nav xwûna gelê Kurd û Kurdistande ye.

Îro rojeke tenge lê pêþî fereh di xwîyê. Bila hemû Kurd weke mi tif bikin nav serûçavên komara Kemalê bêbav ko li ser bingeha inkara gelê Kurd-Kurdistan hatîye damezrandin.

Ji Tirka weye ko Kurd Kurdên berêne, rewþa Kurda weke heyamên borî ye. Di fikirin ko Kurd li bendêne hema baþ-xirab ko radyo an þaþa televîzyonekê nave Kurda bi kar bînê. Nizanin ko Kurd xwedî serwerî û berpirsîyarîya sîyasî ne. Tirk hêjî napejirînin ko di rojhilata navînde Kurd ketine nav hemû hisab-kîtab û biryarên hemû cîhanê de.

Biryara Meclisa Tirk biryareke bê hempa û bêhesab e. Kurd di karin li dij wê biryara ji bo imhakirina gelê Kurd, di warê sîyaseta navxweyî û sîyaseta dîplomasîde encamên baþ bi dest bêxin. Pêwistîya sîyaseta biratî, Kurdistanî derkevê pêþ û wext dîsa neborê.

Rizqên biryara Meclisa Tirk ji feydê wan bêhtirin. Li dij vê Kurd di Karin berjewendîyên xweyê Milli-Neteweyî, dîplomasî pêþde bibin û pêþya sîyaseta Kurdistanî baþ fereh bikin.

Bi bawerîya mi Romareþ rê liber yekitîya neteweyîya gelê Kurd da vekirin. Bila ti rêxistin, þexsîyên Kurd nebin sersebeba vê firsetê ji dest gelê Kurd derkevê. Bila em firsetê bidin hev di þaþa televîzyon, Radyo û rojnameyande karibin baþ nîqaþan bikin li hev bigerin, bi hev bi þêwirin û rê li mejîyê Kurdewarî - Kurdistanî bidin vekirin enîyek ava bibê. Ev ji bo hatina jîyana zarok û nevîyên gelê Kurd e, rê lêgirtina êrîþên hovane ya Romareþ e.

Bila fikir û ramanên cida cida ne sersebeba ji hev dûr ketina yekîya Kurdistanî-Neteweyî bê. Ji bo berjewendîyên neteweyî wextê li hev rêzgirtinê hatîye. Proja sîyaseta PKK moral da dijmin, li ser gelê Kurd bêhtir kirîye êrîþkar. Pêwiste PKK vê di ber çavre derbas bibê

Ev nêrîna mi ji bo berjewendîyên gelê Kurd e. Ko xeta Kurdistanî derkevê pêþ morale dijmin wê hilweþê, moralê Kurdistanî wê derkevê pêþ. Hingî wê kevir û kûçên Kurdistanê jî dijmin nehewînin, gel wê ji hemû bedelanre amade bibê.

Bê þik û þibhe gel ji hemû fedekarîyanre amadeye, lê morale Kurdewarî - Kurdistanî û millî ji bo gelê Kurd gelekî giringe. Divê kes nebêjê ev kopalê min e. Divê herkes bibêjê eva ez û bi kopalê xweve ji bo yekîtî biratî û berjewendîyên Kurdistanî li hemberî dijminê Kurd-Kurdistan amade me. Herkes bi yek dengî bibêjê “Bijî serkirdayetîya sîyaseta Kurdistan”

Ji bo miho karibê naveroka vî karî dagirê ”Bedel wê çibin ?”

Ma ji bo Kurdistanek azad û serbixwe hijmara þehîdan hindiktir bibin an gelektir ?

Jibo sîyaseta navxweyî û dîplomasî xwirttir bibê an lawaztir ?

Ma xwisara aborî, þer û dijîtîya navxweyî nebes e, ma çi pêwistî pêheye kû Kurd bêhtir bibin perçe, di nav xwede terorê bikin, ji hev bi tirsin hev xencer bikin û qet bibin ?

Ma piþtgirtin û arîkarîya aborîya ko gel dikê jibo dijminatîya navxweyî û qet kirinê ye ?

Ma ko tevgera neteweyî van kêmasîyan nekê YE, DEY û hemû cîhan wê li Kurda bêhtir pozitîf nenêrin ?

Ji ber van nexweþîyên navxweyî ma wê heya kengî Kurd bindestbin û aborî wê di tinebûnêde bimînê ?

Dilêþ û kina ko van rojan di dilê mede gihaye herî qada bilind û bi mire pirskirina van pirsa derxist pêþ. Hevîdarim ko ev pirs pirsên hemû welatparêzên Kurd bin

Em tev bi kûl û kederên “Yekîtîya Neteweyî” ne, lê em herkes xwe ji kêmasî û þaþîyên rêxistina xwere navmil nivzîyan dikin, zerer zîyanê didin Mejîyê Kurdistanî û Kurdewarî gelo çima ?

Wexta ko þerê Kendavê derketî hingî roj roja “Yekîtîya Netewî” bû gelo çima bi paþ dikevê ?

Gelo ji wexta “Þerê Kendavê” û virde Kurda çend þervan ji hev raxistin ma hêjî nebesê ?

Bila hemû welatparêz û sîyasîyên Kurd þewqa xwe danin ber xwe pirsa ji xwe bikin çima ?

Weke korê di þeva tarîde li Tirka hatîye. Þer ji Iraq xilas dibê ew di xwazin ji nûve þer têxin nav xaka Kurdistana azad, bi mebesta PKK Kurdistana azad hilweþînin.

Tirk di fikirin menfîeta wan di þerê Kurdistana azadde heye. Na fikirin ko herin þerê Kurdistana azad wê bibin sersebeba damezrandina “Kurdistana mezin”. Divê em hemû li dij Romareþ bi madî û manewî ji hemû bedelanre amade bin.

Em yek netewene zerer zîyan, êþ û jana dilê me yek e. Di van rojên tarîde em bi hevre derkevin pêþberî dijminê gelê Kurd, pêþberî Artêþa Romareþ û sîyaseta wayan bi qirêj. Bila cîhan liserserê Romareþ bi hejê. Em Kurdistana azad bi canê xwe sênc bikin.

Pêwiste hemû îcraat derkevin hole. Kî çi qewet hebê bi qeweta xwe derkevê pêþberî dijmin. Divê Kurdên bakûr li dijî êrîþên Romareþ derkevin û di Anatolyayêde tiþtên pêwist çine li gorî kiryarên dewleta hov Kurd jî dest bidin berxwe. Tirk di xwazin di Kurdistanê de çi bikin, bila Kurd jî di Anatolyayêde xwedî plan, sitratejî û hazirîyên praktîkî bikin.

Bi Kurtayî Hêrsbûna Romareþ li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kiþînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan biþkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leþker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin.

Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta þer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareþ pirsa Îraqê û Kurdistanê ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêma Kurdistanê ya stratejîk e.


18. 10. 2007
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de

Dema weþana nivîsê : 02. 05. 2008



M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=518