BIJÎ KURDISTAN BIJÎ HEWLER!...

Fuat Akpinar


Gelê me îro li baþûrê Kurdistanê mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û çalakiyeke protestoyî û xurt bi beþdariya bi sedhezaran kes li dar xist û raya giþtî hiþyar kir ku ew dagirkeriya Dewleta Tikr ne di bin bandora Amerîka de û ne jî bi serê xwe qebûl nakin. Ew daxwazên gelê me yê li baþûrê Kurdistanê di hemû nûçe û rojnameyên ewropî de bi awayekî berfireh cih girt.

Hêviya me ew e ku ew çalakiya li Hewlêrê û nerazîbûna gelê me ya li dijî Dewleta Tirk hem ji hêla Dewleta Tirk û hem jî ji hêla DYA’yê ve baþ bê famkirin ku gelê me leþkerên tirkan li baþûrê Kurdistanê naxwazin.

Tiþtekî herî balkêþ jî îro ji bo kurdan ev e ku çapemeniya Ewropa û ya Amerîka ev cara yekem e bi vî awayî dengê gelê kurd û Kurdistanê digihîjîne raya giþtî. Ev rûpeleke nû ye li cîhanê ji bo gelê kurd. Her wiha ev cara yekem e ku biryara Parlemena Kurdistanê di hemû nûçeyên cîhanê de cih digire û daxwaz û ramanên gelê me bi awayekî rasteqînî tê belavkirin.

Senatorê Amerîka Joseph Biden ku di meha 12’an a sala 2002’yan de çûbû baþûrê Kurdistanê û di Parlemena Kurdistanê de axaftineke kiribû û di vegera xwe de di televîzyona CNN de qala baþûrê Kurdistanê kir û li ser kurdan wiha digot: “Kurd di nava 12 salan de gelek bi pêþ de çûne û li welatê xwe bingeha demokrasiyê avêtine.“

Îro di televîzyoneke Amerîkayê de Joseph Biden dibêje ku baþûrê Kurdistanê serbixwe ye. Birêz Joseph Biden ji Partiya Demokrat a Amerîka ye û dibe ku di hilbijartina Serokdewletiya DYA’yê de bibe namzed û berendamê Serok dewletiyê. Hêvîdar im George W. Bush û berpirsiyarên DYA’yê dengê gelê me bibihîzin, baþ fam bikin û der heqê baþûrê Kurdistanê de nekevin nava þaþiyeke mezin û gelê me hêvîþikestî neke û þaþiyên ku Amerîka di salên 1970’yan de kiribûn dubare neke.

Hêviyeke me ya din jî heye ku partî û rêxisinên baþûrê Kurdistanê jî van bûyeran baþ binirxînin da ku ew þaþiyên ku berê hatine kirin dubare nebin.

Bila gelê me yê li baþûrê Kurdistanê baþ bizane ku em kurdên li Ewropa bi wan re ne û wan tu car bi tenê nahêlin. Emê bi hemû îmkan û derfetên xwe li Ewropayê seferber bibin ji bo ku dagirkerên Dewleta Tirk û devrûtên wan nikaribin baþûrê Kurdistanê jî dagir bikin û bixin bin desthilatiya xwe. Gelê kurd êdî tu car OKKUPATÝON’ê qebûl nake.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=59