TIRAJEDIYA SIYASETA KURDÊN BAKUR -II-

FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

Almanya, 22.12.2003



Min di nivîsa xwe ya yekem de tirajediya siyaseta Kurdên Bakur hinekê vekiribû û dixwezim vê mijarê dîsa bi hin mînakan bidomînim. Bêguman mirov nikare siyaseta bi sal û deman tenê bi gotarekê û an jî çend gotaran bîne ziman.

Armanca min ne ew e, ku bi kûr û dûr li ser pirsa tengasiyên siyaseta Bakurê Kurdistanê bisekinim. Ez bawer dikim, ku hemû partiyên Kurdan û welatparêz baþ dizanin, tengasiyeke mezin li ser siyaseta kurdan, him li Kurdistanê û him jî di qada navnetewî de heye. Lê pir mixabin li ser vê mijarê zêde nayê sekinandin, an jî di çerçoveyeke pir teng de li ser têye sekinandin.

Partî û rêxistinên Kurdên Bakur hên jî xwe ji îdeolojiya Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim, Sosyalîzim û Komînîzimê xelas nekirine. Kemalîstên Tirkan ev îdeolojiya qaþo sosyalîzimê ji welatên qaþo sosyalîst kopya kirin û di kurdan gerandin, ku tevgera kurdan bi gotinên derew meþxûl bikin û bi vî awayî tevgera me biþkînin. Kemalîstên tirkan bi siyaseta qaþo sosyalîzmê ev bi salan e kurdan dixapînin û heta niha jî di vî warî de bi ser ketine.

Ez fêhm nakim, ku çima? Kurd vê rastiyê nabînin?!. Dema hin kurdên ji partiyên cida diqetin û têne ba hev, ku partiyeke nû ji bo kurdan ava bikin, serê gotina wan sosyalîzm e û binê gotina wan sosyalîstî ye û hwd. Van kesana prosesa guhertina cîhanê nabînin, xwe gorî rewþê naguherînin, tenê bi îdeolojiya sosyalîzimê xwe xeniqandine û tu dibêjî qey di cihanê de ji bilî vê îdeolojiyê wekî din tu tiþt nîne û sosyalîzim li ser wan hatiye dapo kirine.

Sosyalîzim, Komûnîzim, Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim û hwd.

Karl Marx û Friedrich Engels Fîlozofên pir jîr û jêhatî bûn, ku teoriya Hegel pûç kirin û hîmê îdeolojiya Sosyalîzim û Komûnîzmê avêtin. Bêguman him Karl Marx û him jî Friedrich Engels bi niyeteke pir pak û durist ji bo kêra gelan îdeolojiya sosyalîzimê ava kirin. Lê bi bîr û baweriya min qasî ku Karl Marx û Friedrich Engels bi niyeteke pak û dirist bûn, ewqas jî xeyalperest bûn. Çumkî wan ol (dîn) red kirin û wek efyon dîtin, loma bi ser neketin. Lê li aliyê din, wan jî nizanîbûn, ku dê piratîka pergala sosyalîzimê çawa be?. Piratîk jî di dawî de bû felaket.

Hewceyê gotinê ye, ku bêjim xerabiyên bi navê sosyalîzim û komûnîzimê hatine kirin, Karl Marx û Friedrich Engels di vê mijarê de hatin bi kar anîn. Lenîn bi destê zorê hate ser text û Stalîn jî bi navê sosyalîzimê teror kir û Fîdelê dîktator jî hên bermayînê sosyalîzimê diparêze û hwd. Îdeolojiya ku dawiya wê felaket be û ne mimkin e, ku di nava civata kurdan de bingeh bigire, gelo çima? Kurd ewqas ji bo vê îdeolojiyê îsrar dikin. Îdeolojiya sosyalîzimê teorî ye û dê wek teorî jî bimîne. Ez tu carî bawer nakim, ku ev îdeolojiya dîsa wek pergal di pêþerojê de ser bikeve.

Divê em tiþtekî tu carî ji bîr nekin, ku ol (dîn) di civatan de rola herî girîng digire. Di civata kurdan de jî wisa ye. Piraniyan kurdan ji ola îslamê ne. Îslamiyetî di civata kurdan de wisa bingeh û kok girtiye, ku loma tu hêz û quwet nikare vê rewþê biguherîne û bi kopiya îdeolojiyan gelê Kurd îqna bike. Pirsa olan ne tenê di civata Kurdan de, her wiha di hemû olên din yên di cîhanê de hene, ola xiristiyaniyan, ola cihûyan û hwd. jî wisan e. Rola olan di civatan de ne tenê li ser civatê û jiyana sosyal heye, her wiha tesîra olan li ser siyaseta dewletan jî heye. Ger em di cîhanê de qiyasek li ser þeran çêbikin, þerên di dîrokê de çêbûne, ji sedî nod zêde li ser olan çêbûne. Loma ol di jiyana civatan de wisa kok girtiye, ku ji bilî daxwaza demokirasiyê tu tiþtek nikare bikeve nava civatê û xwe bide qebûl kirin.

Ji ber ku kemalîstên tirkan kêmasiyên kurdan baþ dizanîbûn û hên jî wisa ye, loma wan bi hemû quweta xwe gelê Kurd bi tiþtên bê bingeh meþxûl kirine û heta niha jî bi ser ketine.

Divê partî û hêzên kurdan berî her tiþtî bi siyaseteke nû û nûjen, bi bîr û bawer derên ortê û dest ji vê îdeolojiyê berdin; û bila bi siyaseteke pirrengî û pirdengî têkevin nava civata Kurdan. Siyaseta ku helwesta kurdan rast û durist neparêze, ew siyaset ji tengasiyan xelas nabe û dê têk here. Gelê Kurd bira pezê kesî nîne û tu kes jî nikare têkoþîna gelê Kurd bi gotinên vala û bi parastina bermayiya (döküntü) Kemalîzimê biparêze. Dijminê kurdan yê herî mezin Kemalîzim e û yê dudiyan jî îdeolojiya sosyalîzmê ye. Yan Kurd viya fêhm dikin û an jî bila dest ji serî tevlihevkirinê berdin û rê ji mirovên jîr û jêhatî re vebe, ku ew siyasetekî bi gorî daxwaza gelê Kurd û gorî rewþa cîhanê bidomînin. Siyaseta Kemalîzim û Stalînîzmê ji bo kurdan siyaseteke herî ye.

Li aliyê din partiya ku nû ava bûye (KGK) ji xwe re dibêje, ku goya ew bi tevayî ji îdeolojiya Lenînîzmê xelas bûne û partiyeke nû ye. Ka em binêrin rastî wisa ye an na? Ev partiya ji xwe re dibêje, Kongira Gel A Kurdistanê. Partiya ku bêje, Kongira Gel A Kurdistanê, yanê xwe tenê xwediyê gelê Kurd dibîne. Di vir de navê gel tê bikaranîn. Kongira Gel A Kurdistanê xwe di destpêkê de pir baþ bi navê xwe eþkere dike, ku ew hên ji pîskolojiya Marksîzmê, Lenînîzmê û hwd. xelas nebûne. Çumkî navê gel dane ser xwe û xwe wek xwediyê gelê Kurd dibînin û tu dibêjî qey gel li ser wan hatiye dapo kirin.

Kesên beriya hilweþandina qaþo welatên sosyalîst dîtibin, baþ dizanin, ku wan dewletan jî di her kirinên xwe de bi navê gel diaxivîn û tevdigeriyan. Navê teþkîlata polêsên wan, leþkerên wan, meydan û kolanên wan jî bi gotina gel dest pê dikir. (Polêsên Gel, Leþkerê Gel, Meydana Gel, Kolana Gel û hwd.).

Partî bi guhertina nav û hin naverokan tenê nikarin xwe biguherînin. Ev mantiq gelê Kurd wek malê xwe dibîne. Di cîhanê de gel nabin mal û milkê tu kesî û tu kes jî nikare gel li ser xwe qeyd bike.

Hewceyê gotinê ye, ku li ser serokatiya Abdullah Öcalan jî çend gotinan bêjim. Wek tê zanîn KGK di destpêka damezrandina xwe de biryar da, ku ew Abdullah Öcalan wek serokê gelê Kurd dibînin. Di dinyayê de li tu welatekî serokên gelan tune ne, serokên partî û dewletan hene. Ev bûyera ku Abdullah Ocalan serokê gelê Kurd e, di cîhanê de bûyereke nû ye, ku kenê dinya-alemê jêre tê.

Mantiqê serokê gel di bingehê de ji faþîzima Kemalîzim û ji faþîzma Hitler û Mosolînî tê. M. Kemal xwe wek kalê (mezinê) tirkan bi biryara parlemanê îlan kir. Adolf Hitler jî ji xwe re digot, ”Führer” (serok). Hitler bi destê zorê gelê Alman dida qêrandin, ku jêre bêjin “Heil Hitler” (bijî Hitler).

Tolê Tîkrîtê, Sadamê qirþ û qalê dîktator, bermayiyê ereban jî xwe wek serok îlan kiribû û wî jî bi destê zorê erebên Iraqê didan qêrandin, ku bila di þeqamên Iraqê de jêre bêjin “bi can bi xwîn em bi te re ne hey Saddam”.

Mirovên ku kompileksê wan yê biçûk bûnê hebe, baweriya wan ji wan tune be, pisîkolojiya wan xerab be, tirsonek û newêrek bin, êdî nizanibin çi bikin, hewceyê tiþtên wiha dikin.

Ji me kurdan re rêberên zana, jîr û jêhatî lazim in, ne serokê gel. Pêwîst e, Kurd welatên ku têde demokirasî hene, wek Amerîka û Ewropa ji xwe re bikin mînak, ne welatên dîktator û hov.

Alternatîfa demokirasiyê di cîhanê de tune ye. Yan Kurd vê fêhm dikin û yan jî dê ew tucarî di siyasetê de ji tengasiyan xelas nebin û bi ser nekevin.

Di nava Kurdan de, ne ku mirovên jîr û jêhatî tune ne. Ez bawer dikim, ku potansiyeleke pir mezin heye, lê ev potansiyel, xwedî rêxistineke demokratîk nîne. Bi taybetî kesên ji siyasetê dizanin û dikarin ji kurdan re rêberiyê bikin, yan bêdeng in, yan xwe hên ji hin tengasiyan xelas nekirine û yan jî ji bo wan astengî têye derxistin.

Rêxistinek û siyaseteke çawa? Ji kurdan re dibê? Ezê dîsa vegerim ser mijarê.






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=69