PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend Kilam û Sitranên Din


Jiyan :
_________

Gelo çima dijî mirov
Ji bo çîye û çi nîne
Ger xirabî ger çêyî
Herdem hertist li ba wîye
Dil û jîyan bikin yeke
Xwe nexapînin bi malê dunê
Rastî bêjin rastî bijîn
Hevra bibin yek dil û cane
Êdî bese rabin serxwe
Bigerin bi hevra sema
Têla tembûra min dibê
Zulfiqar sûrê heqane

*******


Tew Zerê :
____________

Jorda hatî refik qazo
Wî dilo yo yo yo yo
Jorda hatî refik qazo
Tew zerê wez mêvanê teme
Hêvrî girtî gaz bi gazo
Wî dilo yo yo yo yo
Ez çýbikim dewet bê sazo
Tew zerê wez mêvanê teme
Jorda hatî refik cuko
Hêvrî girtî sûk bi sûko
Ez çibikim dewet bê bûko
Tew zerê wez mêvanê teme

******


Sîpan :
_________

Kî here axa Tetwanê
Wê bibine çiyayê sipanê
Cih ware siyabend û xecê
Xeml u rewsa Kurdistanê
Sipan sipane xelatê
Bilind bun çiqas li te tê
Ava te ava qudretê
Gulên te gulên cunetê Te kul u xem pir dîtye
Zulm u zorê te pir dîye
Xwezgînî hate girtne
Soz u peyman wan dane

*****


Sebra min :
____________

Ji xwe dipirsim sebrate kanî
Gelo wenda ye kê ew hilanî
Nikarim bijîtim bê te lê yarê
Dilêmin diêse ji berte yarê
Canê min diêse ji berte yarê
Evinê birine ez pir bê halim
Delalê xezalê ez kur dinalim
Sirinê delalê ez pir be halim
Xezalê delalê ez pir bê halim
Pelê te gulê sorê sor ave
Wek birîna min hîn jî bê nave
Dibê bibînim çavên kildayî
Ev demên sirîn biskên badayî
Bi tenê nabe bê te xew nakim

*****


Þev :
________

Wa dîsa bû þev
Xwewa min nayê
Van þevên tarî
Dawî lê nayê
Tenahî zore
Sebramin nayê
Dîlber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê
Dimînim sîyar
Di gel xeyalan
Sevhêrkêm diçin
Tev puç û vala
Dijmêrim derdan
Dirêsim kulan
Dilber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê

****


Keçika Cindî :
____________

Hana na keçika cindî
Tu çiqas rindî poz bilindî
Tu ji vî gundî ez ji vî gundî
Nizanim çima tu poz bilindî
Hana na na cana na na
Na na na simik sorê
Simikan derîne were jorê
Min bi xulama te por sorê
Hana na na cana na na
Na na na simik resê
Simikan derîne were hewsê
Min bi xulama te por rese

*****


Kurmeþ :
___________


Kurmeþ biþewute li ber gaze
Xebera xirab ji me çi dixwaze
Wez ji qu kuva terim narim
Xebera kotî di pêþyamin dibeze
Were eman eman eman eman
Wez helîyam dayê teva nemam
Ro weket di gazê da warbû
Derd û kulê me dihevda rabûn
Þevaka payîzê sibebû
Derd û kulê me ne eylebûn ne sarbûn

*****

Çima :
_________

Çim çim çima nay çima
Esmer çima tu nayê
Çim çim çima nay cima
Dîlber çima tu nayê
Çavêm kor bû ji hêsiran
Lawo tu li xerîbîyê mayî
Veger were cem dayka xwe
Welat li hêvya te maye
Berfa welatê me helîya
Bihar hat tu nehatî
Gul û sosin tev rengîne
Dilê dayîka te bi xemgîne

*****

Hêviya min :
____________

Hêvîya min Ji te heye ey hîcrana can
Wer dermanke van birînan bi gul û rihan
Hun gazincan ji min nekin derdem girana
Evina dijwar bila neyê serê gurana

Pir havîn zivistan va çun dîsa deng nehat
Ma ke dîtîye gelo van birînên xedar
Ew ne li vir ez durketim li xeribiye
Buye zindan jîyana be evîndarîyê

*****


Axû Dax :
___________

Ax û daxû derdî le dest dunyayê
Pesew û bê halim derd bê duwayî
Em sersamîya
Bê aramiya
Dil nakamîya
Key dîye kotayî
Bûhar çûye derom pêy xirabtirim
Nasre wê dilêy pir li agirim
Ne li nav gulîzar
Nelay xizmû yar
Ne li dest û sar
Oxre nagirim

*****


Lo Lawiko :
____________

Binê malê me bi rê ye
Tûncik topa rimê ye
Dikim delal revînim
Bavêm kela Wanê ye
Delal Delal delal wî delal
Ax delal lo lawuko
Sêva sor bê dendiko
Ba xelkê ne tisteko
Li ba min teberiko
Delal delal delal
Hamdi li gir fitili
Te di li gir fitili
Neynik dani xemili
Xweskam yara xwe biditi
Li ser kevna ewulî
Delal delal delal

*****


Agir :
_________

Agirê sewata dilê dayîkan
Disewute venamire
Agîre hezar salan
Disewute venamire
Agir agir roj agir
Tîna dilê me agir
Sewata azadîyê
Hesreta Kurdan agir
Tim buharê li newrozan
Ronî dide dest û cîyan
Agîrê dilê sehîdan
Disewute venamire

*****


Sivano :
__________

Sivano cos dibi tu li dest û diyaran
Nabînî tu ruyê ne derd û xedaran
Sadibî tu herdem bi berx û bi karan
Xwezil ji berxên te jî yek ezbama
Heyla lawo sivano
Ez heyrana sivano
Heyla lawo sivano
Ez qurbana sivano
Pif dikî bilûrî tu li sevên tarî
Top dibin pezên te tev li te dikin guhdarî
Ci dibê tu ji wanra tu bi kîjan zarî
Xwezla ji guhdarên te jî yek ezbama

*****


Leyla min :
____________

Cepikan lêxe ji dil were leyla min
Bi kena bi lêvên sor gulîstana min
Soz û qirar ji tera were leyla min
Tû ya mini de were gulîstana min
Le le leyla min ...
Bêje bêje ji dil were leyla min
Digo vebin ew sor gul gûlistana min
Baxcê evîna me avda were leyla min
Renge jîyana me bi nasta gulîstana min

*****


Lero Lero :
____________

Warê heyder berz warano
Lero lero lero lero
Warê heyder berz warano
Mayto qirbo cim sîyay mino Car car meskên ziracono
Lero lero lero lero
Car car meskên ziracono
Day to qirbo gil surmino
Kerîm kisto co nîzono
Kerîm kisto co nîvano Goyne kerîm mi ciqaya
Pêceng wirdiyes ar îdaya Kerîm kisto kêrd kocano
Kerîm zomay poncrecono
Lero lero lero lero
Mayto qirbo cim sîyay mino

*****


Ronîbe :
_________

Te da min derd û kule
Ronî be cevên te dilêm
Dilê min da birîn vekir
Ronî be cevên te dilêm
Ev cend sale tu ya min buyî
Dara Jîyana min te hilsand
Evinek nû min ji xwe ra dît
Ronî be cevên te dilêm
Kanî ev sozin te da min
Min sewûtand û kust û cû
Dilê min da birîn vekir
Ronî be cevên te dilêm

*****