Helbestên curbe cur - 9 Mizgîna Çeleng : ____________ Keça dilþewat, daket nav civat Destpêkir xebat, xebata zêrîn Þêra me Kurdan silav da Tetwan Tevî hevalan dikir tekoþin Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin Di vê biharê daket kenarê Yanzde Gulanê rojek pir bêtî Þera me Kurdan silav da Tetwan Tevî hevalan dikir tekoþin Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin Gulle diavêtin pêsîra dujmin Komên faþistan berjor difirîn Þêra me Kurdan silav da Tetwan Tevî hevalan dikir tekoþin Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin * * * * : Hewlêr : __________ Hewlêr lorîka dayîkan Hewlêr qîrîna zarokan Hewlêr kilê çawên bûkan Hewlêr bi xwîna þehîdan Te navê xwe kir berxwedan Hewlêr Hewlêr Agirê serhildan e qelayê berxwedan e Hêlîna þehîdan e Hewlêr Hêlîna Egîdan e Hewlêr Hewlêr ji nû ve dayik bû Hewlêr bi pêt û agir bû Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan Hewlêr Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan Hewlêr Hewlêr namîne wek caran Wê bibe gora xayinan Bi xwîna Helîn û Salihan Geþ dibin çîçek û sorgulan Hewlêr Hewlêr Agirê serhildan e qelayê berxwedan e Helîna þehîdan e Hewlêr Helîna Egîdan e Hewlêr * * * * : Payîz e : _________ Payîz e ew dema çû Ber zivistan derd giran bû Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû Çendîn havîn wê derbas bûn Agirê dilêm derman nebû Kela þînê, derya jînê Ez kuþtim ax wê evînê Payîz e mij û dûman Berx ketiye sofra guran Çendîn deman, çendîn salan Her mane li cîh û waran Em mane bin cîh û waran Kela þînê, derya jînê Ez kuþtim ax wê evînê * * * * : Þêr e : _________ Þêr e, Þêr e, Þêr e... Çi jin e yan çi mêr e Çûye nav bajêr e Evîna min jê re Mêr e... Ew bûye Þoreþger e Mêr e, Mêr e, Mêr e... Di dest de tewr û bêr e Çûye gundê jêr e Kama dilê min bi wê re Mêr e... Ew hemî Þoreþger e Ew doza Kurdistan Qet nîne rawestan Welatê serbestan Ji jor we heta jêr e Þêr e, Þêr e, Þêr e... Çi jin e yan çi mêr e * * * * : Ser banîka : ____________ Keçik dîbûm li banîka Xezal dîbûm li banîka Enya gewher, enya zirav Tunçkê enyê bin þewqê ra De bila bîra te were Çawa ez û tu l’ser banîka Em dilîstin ser xanîka Derd û kulê me giran e Welatê me bin destan e Heta azadiyê em nebînin Li xwe nakin kincê bûk zavan e De bila bîra te were Çawa ez û tu l’ser banîka Em dilîstin ser xanîka * * * * : Bejna zirav : ____________ Bejna zirav þiva zêro Poz bi qulê xizêm têro Bejna zirav þiva zêro Poz bi qulê xizêm têro Ez xebitîm, tu xebitî Gewra min mayî-j xelkê ro Ez xebitîm, tu xebitî Rinda min mayî-j xelkê ro Lê lê dînê keça dînê Kiras sorê pêþmal þînê Lê lê dînê keça dînê Kiras sorê pêþmal þînê Haydê-m hevdî birevînin Xwe bavêjin dor Mêrdînê Were-m hevdî birevînin Xwe bavêjin dor Mêrdînê Çi ewrekî reþ û tarî Berf û baran jê dibarî Çi ewrekî reþ û tarî Berf û baran jê dibarî Ya ko hate serê min û Ya ko hate serê min û Keçka delal nehat serê Lê lê tolê keça tolê Pêþmal þînê gol bi golê Lê lê tolê keça tolê Pêþmal þînê gol bi golê Te xortê xelkê dîn kirin Har kirin û berdan çolê Te xortê xelkê dîn kirin Har kirin û berdan çolê Lo Xwedêo, xweþ Xwedêo Av di konê me bize wo Av di konê me bize wo Keça malê rabe pêo Çi bejnekek zirav lêo Çi xeftanê þamî lêo Her alîkî cêbek lêo Her cêbekê sêvek têo Kes nizanî rizqê kêo Bejna zirav þiva zêro Poz bi qulê xizêm têro Bejna zirav þiva zêro Poz bi qulê xizêm têro Ez xebitîm, tu xebitî Gewra min mayî-j xelkê ro Ez xebitîm, tu xebitî Rinda min mayî-j xelkê ro Helbest: Kilam û Stranên Kurd M. Bayrak û Þêxo * * * * : Evînperwer im : ____________ Mebine pîr û kal im Þev û rojan dinalim Mebine pîr û kal im Þev û rojan dinalim Evîndarê cemal im Perwerdayê evîn im Perwerdayê evîn im Serbestî ye riya min Azadî hêviya min Serbesti ye riya min Azadî hêviya min Were bike bi ya min Rû geþ bike bi bînê Rû geþ bike bi bînê Ez dibêjim ji bo te Dilpaqij im ji bo te Ez dibêjim ji bo te Dilpaqij im ji bo te Dil dikujim ji bo te Hevalê-xemrevînê Hevalê-xemrevînê Eger divê ciwan bim Gernas û pehlewan bim Carek divê ciwan bim Gernas û pehlewan bim Ez þevgerê þevan bim Derman bike birîne Derman bike birîne Ez im Memê di zîndan Girêdayî bi bendan Ez im Memê di zîndan Girêdayî bi bendan Tu bigre mûm û findan Wer derxe min, tu Zînê! Wer derxe min, tu Zînê! Ez sond dixum b’serê te Bi wan sîng û berê te Ez sond dixum b’serê te Bi wan sîng û berê te Naçim ji ber derê te Çibkim malê cîhanê Çibkim malê cîhanê Helbest: Cîgerxwîn * * * * : De hora hora : ____________ De hora hora, de hora hora Li me ferman e, li me ferman e De hora hora, de hora hora Gaziya çiyan e, gaziya çiyan e (Dîsgotin) De hora hora, de hora hora Li me ferman e, li me ferman e De hora hora, hêviya salan De hora hora, hêviya salan Ya bav û kalan, ya bav û kalan Germiya nan e, germiya nan e (Dîsgotin) De hora hora, stêrka sibê De hora hora, stêrka sibê Fîte-fîta bê, fîte-fîta bê Loriya avan e, loriya avan e (Dîsgotin) De hora hora-me, xatir xwestiye De hora hora-me, xatir xwestiye Soz guhastiye, soz guhastiye J’dost û yaran e j’dost û yaran e (Dîsgotin) Helbest: Kemal Burkay * * * * : Dîroka mirovan : ____________ Birano ev çi hal e ji we pirskim Xuþkino ev çi hal e ji we pirskim Mirov bûne cengewarê hevdu Mirov bûne hemû neyarê hevdu Kevr û zinaran bixun ji we tirsim Ba û bahoz direvin ji ber van Ba û bahoz direvin ji ber van Hevdî dikujin û hevdî dimijin Hevdî dikujin û hevdî dimijin Kedxwar in xwinrêj in tev mêr û jin Kedxwar in xwinrêjin tev mêr û jin Nizanim ji wera hin çi bêjim Axa reþ fedî dike j’mirovan Axa reþ fedî dike j’mirovan Mirov hene jiyanê þêndikin Mirov hene jiyanê þêndikin Hezar salan b’keda xwe çêkirin Hezar salan b’keda xwe çêdikin Vê cihanê bi zêr û zîv hêlin kirin Hêvi û evîna min li cem wan Hêvi û evîna min li cem wan Ez hozanekî bi derd û kul im Ez hozanekî bi derd û kul im Mirovên cîhan ra nû bangdikim Mirovên cîhan ra nû bangdikim Zarok û kulilkên tên xwe bîrnekin Berdin þer û fêsadî û derewan Berdin þer û fêsadî û derewan Helbest : Þêxo * * * * : Dilê bêmal : ____________ Dilo menal xweþ bihar e Kulîlk dikin zare-zar e Dibên rabin temaþekin Welatê me birîndar e Dibêm rabin temaþekin Welatê min birindar e Dilê’m dîsa xeyidiye Derket çûye xerîbiyê Min bîra welatê xwe kir Dil þewiti wek xwelî ye Dilo bêmal bihar þîn e Ev dilê min kul-birîn e Carekî felekê pirskin Ji Kurda ra çi xayin e Herin wê felekê pirskin Ji Kurda ra çi xayin e Dilê’m dîsa xeyidiye Wekî berfê cemidiye Dost û heval wendakirin Pir þevitî wek xwelî ye Dilo menal xweþ havîn e Kulilk dikin qîrqîrîn e Dibêm êdi j’xewnê rabin Ev dinyakê derewin e Dibêm j’xeva tarî rabin Ev dinyakê derewîn e Dilê’m dîsa xeyidiye Derket çûye xerîbiyê, bîranîna xelkê xwe kir Dil þewitî wek xwelî ye Helbest: Kilam û Stranên Kurd M. Bayrak û Þêxo * * * * : Ez nizanim çi bêjim : __________________ Heval ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ax hevalo çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewþa neqþê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Ax delalo çi bêjim Sivik çû bihara min Ter bûn pelê dara min Dûr dûr diçî yara min Ez nizanim çi bêjim Ez ne xan im ne Xanî Ne Zerdeþt û ne Manî Li xwe kir bargiranî Ez nizanim çi bêjim Ji bo we ez wê sazê Xweþ lê didim bi gazê Bi daxwaz û niyazê Ez nizanim çi bêjim Di rostê de çi merd im Dil bi kul û bi derd im Xwîna þehîdê Kurd im Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjenim bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Ez dengê wan hezaran Ketim þax û zinaran Ez ew binê sêdaran Ez nizanim çi bêjim Keko ez Cegerxwîn im Dil bi kul û birîn im Van ayetan dixwînim Ez nizanim çi bêjim Helbest: Cigerxwîn * * * * : Narê : ____________ Kaniya li binya malan Þewq davêt gulyê daran Kaniya li binya malan Þewq davêt gulyê daran Me qet karê xwe nekir Sibê li me bûn êvaran Me qet karê xwe nekir Sibê li me bûn êvaran Narê narê hey narê Narê narê narê hoy narê Narê çûye ber avê, ser avê Kinc þûþtî avêt tavê (Dîsgotin) Narê narê hey narê Narê narê narê hoy narê Narê çuye ber avê Kinc þûþtî avêt tavê Narê çûye ser avê Kinc þûþtî avêt tavê Narê narê hey narê Narê narê narê hoy narê Narê quye ser avê Kinc þûþtî avêt tavê Narê çûye ber avê Kinc þûþtî avêt tavê Hoy narê narê narê Narê narê narê hoy narê Hoy narê narê narê Narê canê min xwarê Narê biskê xwe þe kir Hinne li destê xwe kir Rinde biskê xwe þe kir Hinne li destê xwe kir Fîstan li bejna ziravkir Serê dilanê xweþ kir Fîstan li bejna ziravkir Serê dilanê xweþ kir (Dîsgotin) Rindê were nav zebeþan Ez êsirê van çavreþan Rindê were nav zebeþan Ez êsirê van çavreþan Ketim derdê xerîbiyê Mayim bê aqil û heþan Ketim derdê xerîbiyê Mayim bê aqil û heþan (Dîsgotin) Helbest: Kilam û Stranên Kurd M. Bayrak û Þêxo * * * * : Rabin rabin : ____________ Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin Keçno rabin rabin, Bûkno rabin rabin Xortno rabin rabin, Merdno rabin rabin Xuþkno rabin rabin, Birano rabin rabin Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin Ev dîlana Kurdan e Xwe ser hevda berdane Ev dîlana Kurdan e Xwe ser hevda berdane Hemberê hevdu zêrdane De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin Hemberê hevdu zêrdane De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin Bûk û zava xemilî Dayka bûkê dinalî Bûk û zava xemilî Dayka bûkê dinalî Dilê zavê dikeli De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin Dilê zavê dikeli De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin Destên xwe bi destê hevkin Govendê rengîn çêkin Destên xwe bi destê hevkin Govendê rengîn çêkin Carek jî ti lî lî bangkin De rabin rabin, birano rabin rabin Carek jî ti lî lî bangkin De rabin rabin, birano rabin rabin Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin Þepik, þepik, þepik Ji bo bûkê ra þepik Ji bo zavê ra þepik Ji bo xwesû ra þepik Ji bo xezur ra þepik Ji bo hevalan þepik Bo ve hemûyan þepik Bo me hemûyan þepik Helbest : Þêxo * * * * : Mamûro : ___________ Mamûr, mamûr, mamûra Ketme kodê tenbûra Mamûr, mamûr, mamûra Ketme kodê tenbûra Ketme oda maqûla Ketme devê sakûla Ketme oda maqûla Ketme devê sakûla (Dîsgotin) Hay dê nayê, hay dê nayê Tu xezala l’ ber çemayê Tu keroþka l’ nav lemayê Tu kevoka li ber çayê Tu kevoka li ber çayê hayyyy... Mamûr, mamûr, mamûra Ketme kodê tenbûra Mamûr, mamûr, mamûra Ketme kodê tenbûra Mamûr hatî ji Terê Xwendî qoqana kerê Mamûr hatî ji Terê Xwendî qoqana kerê Mamûr ez li bextê te me Kerê m’ mexe defterê Mamûr ez li bextê te me Kerê m’ mexe defterê (Dîsgotin) Mamûr hatî ji Xirbika Deftera kera we ka Mamûr hatî ji Xirbika Deftera kera we ka Terya kerê Xeliko Di qoþa jina xwu veka Terya kerê Xeliko Di qoþa jina xwu veka (Dîsgotin) Helbest: Kilam û Stranên Kurd M. Bayrak û Þêxo * * * * : Þoreþ : _________ Þoreþ destpêkir qêrin û gurmîn Gulle barandin li hawir xurmîn Li jor Firoke li jêr tang û top Ji xwînê sor bûn hemî der û þop Lê Kurdên gêrnas ketin ser çiya Dixwazin bigrin axa Midiya Naxwazin bimrin reben û bindest Lê divên bijin azad û serbest Li hawîr þewat li hawîr kuþtin Di nav welat da tiþtek nehiþtin Hemi þewitîn dar û ber û rez Dane ber lingan dexl û dan û pez Em tev tên kuþtin ne suc û sebeb Ji me çi dixwazin Tirk, Fars û Ereb? Heqê mirovan ji wan dixwazim Çima nadin me bê þer û gazin Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev Stranên dostî bibêjin em tev Doza me tevan bibî azadî Bi hevra rûnin xweþ û dilþadî Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev Stranên dostî bibêjin em tev Helbest: Cîgerxwîn * * * * : Hawar hawar : ____________ Hawar hawar, hawar hawar Van dijminan qada me xwar Talan birin, wan dexl û pêz Çeper çirandin ketne rez Dijmin bi zor û serbilind Ji ber me girtin þar û gund Hawar hawar, hawar hawar Van çûçikan genmê me xwar Em tevde rabin, mil bi mil Êriþ bikin dijmin ji dil Destan bi paki bidne hev Welat bihêlin bo xwe tev Hawar hawar hawar hawar Wan qimbilan canê me xwar Wan çûçikan dexlê me xwar SEYDA CÎGER tev buye XWÎN Disa li min derbûn birin Biþkî timî sermayedar Dilxweþ bijîn em peyadar Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Bilind e bejn û bala te : ____________________ Bilind e bejn û bala te Li ser taca te ezman e Nêrgizan reng sipî daye Li ser zozan û çiyan e Ferat û Dicle û Xabûr Di ser bejnê da berdane Ji xwîna min tu lêv sor î Ji bîna min gula sor î Evîna te kirim þeyda Birîndar û pêriþan im Ji van lêvên þirin maçek Ji derdê dil ra derman e Bi qurbana te bin cana Hezar mîr û beg û axana Ezim ku te ji destê wan Neyaran derxim mêranî Serî min daniye vê rê Dibêm bigême armancê Çeka min zor û zanîn e Bi bîr û bawêr û daxwaz Helbest: Cigerxwîn * * * * : Namûs e rabin : ________________ Sorgul ji baxê ciwanim weþîn Bilbil li þaxê umrêm dikin þîn Hêstir ji çavêm xuþîn û meþîn Hevalno rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bistan Dîsgotin Çendi bilind im serê min sar e Cobar ji çavêm xweþ têne xwar e Sîh sale deng û qîr û hawar e Dîsgotin Kûr kûr menale em tev biriþtin Qurban metirse va em gihiþtin Yan ew te bigrin, yan bêne kuþtin Dîsgotin Helbest: Cîgerxwîn * * * * : Nizanim : ____________ Xeyda ji min xeyidye Rû sar û pir cemidye Li ser wê ez dikalim Wekû bilbil dinalim Tenê dibê nizanim, nizanim ez nizanim, Nizanim ez nizanim birano Dibê dûrî min here Te yek diye ji xwe re Ez û tu bûne dijmin Êdi bes were cem min Dîsgotin Min go: bêje kiye ev Li ser dibêm roj û þev Go: min çi jê ye heyran Hûn pîroz bin ji bo hev Dîsgotin Go yekê pozbilind e Gelek delal û rind e Bê xwedî û xwedan e Navê wê Kurdistan e Dîsgotin Tu tim li ser dibêjî Pir ronîkan dirêjî Wê zor daye girînê Çav sor bûyê ji xwînê Dîsgotin Min ew da ber milê xwe Min pê xweþkir dilê xwe Bi qurbana te Seyda Navê te kirye Xeyda Dîsgotin Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Bi ser çiyan ketim : _________________ Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi þev, di hayê hayê, Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev, Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîþan Hê jî birîne nuha, qemuþk girt û gîha hev, Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim þer Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev, Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo þer Êrîþ bikin neyaran, wekê mêran hemî tev, Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Here here : ____________ Here here keko here Dayê here bûkê here Bira here xuþkê here Xalo here apo here Ez bi te re em bi te re Dijmin kete Kurdistanê Kesek nîne li meydanê Ev dem dema ber dîlanê Rabe here roja þere Bi destên xwe top û tiveng Rabe here buye dereng Wekê þêr û wekê pileng Herin dijmin em bi were Divê welat bê sitandin Eger bimrin dewlimendin Serfiraz in serbilind in Dema dijmin derxin der e Rja cengê tev jin û mêr Pêþve herin piling û þêr Welat bigrin ji dest neyar Çûyîn here bê vegere Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Kurd in serbilind in : ____________________ Kurd in serbilindin, naxwazin bindest Azadîxwaz in divên tim serbest Kurdistana me ye l’bin destê dijmin Bi roz û rêzanî divê em derxin Êdî em hestan Nîne rawestan Xencer bi destan Divên Kurdistan Kurd in serbilindin, naxwazin bindest Azadîxwaz in divên tim serbest Gelek xoþ û rind e pak û serbilind e Tev bajar û gund e gelek dewlemend e Êriþ e êriþ Ey gelê Kurdan Divê em bigrin Bizor Kurdistan Da zêncîr biþkên derkevin meydan Bigrin em tola Kurd û Kurdistan Kurd þêr e li dijmin, zêncîr li mil pêçan Gernas û mêrxas e,lê teng bûye meydan Dijmin pê da ser, divê herin þer Bi zor derxin der, bigrin Kurdistan Helbest: Cîgerxwîn * * * * : Sebra dilê : ___________ Yek sebr û mala min tu ye were Dost û hevala min tu ye were Gula xeyala min tu ye were Carek were sebra minê were Dilxwazê dîdara te me were Herdem di gulzara te me were Wek rojî êvara te me were Carek were sebra minê were Çavên te har û dîn kirim were Birhên te dil birîn kirim were Îro te ez bê dîn kirim were Carek were sebra minê were Sebra minê mala minê were Newroz û sersala minê were Herdem di nêv bala minê were Carek were sebra minê were Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Ax welato : __________ Ax welato tu pir dûr e Derdê te’l dilê min kûr e Heval were emê terin Çima tu bimine l’dûr e Ustî xwar in xuþk û biran Bese mekþîn derdê giran Hawar dikim ker û koran Ev vênasî agirê sor e Em goçer in bi þîr û lor Ka dewê tirþ ka genmê sor Rûçik kirin nemaye por Welatê min ez bi gorî Helbest û Muzîk : Þêxo * * * * : Heseno : __________ Hêli day hêli day Heseno hêli Hesen zava ye day xwadê bihelî Hat ji gundê me day kaxitek sor e Çu ji gunde me day kaxitek sor e Hesen zava ye day zavakî zor e Hat ji gundê me day kaxitek reþ e Çû ji gundê me day kaxitek reþ e Hesen zava ye day zavay keleþ e Hat ji gundê me day kaxitek zer e Çû ji gundê me day kaxitek zer e Hesen zava ye day zavakî qember e Gotin û Muzîk: Gelêrî * * * * : Keko ziman dirêj im : ___________________ Keko ziman dirêj im Mexeyde ez çi bêjim Ez xêrxwaz û dîlovan Bê toz û bê qirêjim oy oy Ziman ê min û teye Nisk û genim û ceye Gelek zîwan têde ye Niha jêre werbêjim oy oy Genim hemî zîwane Bê rûmet û erzane Bi ser hevda berdane Lê ez jêre girbêjim oy oy Zimanekî kevnar e Çend sale ko beyar e Di bin lingê neyare Bi ser we de navêjim Ez ne þêxim ne mewla Li kes nakim teþqela Ji ber wan derd û kula Bê roji û nimêjim yo oy Tim dixwazim azadi Divêm xweþî û þadî Bê zor kesek heq nadî Ne zordest û xwînrêjim oy oy Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Newroz : ____________ Cejna azadî newroz Xweþi û þadî newroz Bo me murad î newroz Piroooz Hezaran pîroz Sedhezar pîroz Milyonan pîroz Tu cejna me kurdan î Seranserê cihan î Ew bo remz û nîþan î Bijî cejna biharê Bîst û yekê adarê Mizgîna dost û yarê Tu dermanê jinê yî Him agirê kinê yî Tu roja evînê yî * * * * : Gulê heynarê : ____________ Gulê heynarê bi narê narê Dînê heynarê bi narê narê Gulê min çavê di belek xwarê Dînê min çavê di belek xwarê Dîsgotin Gulê sêva sur-li guliyê darê Dînê sêva sur-li guliyê darê Gulê di-go davê min were xwarê Dînê di-go davê min were xwarê Lê gûlê tu qismeta vê carê Ax dinê tu qismeta vê carê Dîsgotin Gulê gultapo li ciki duzê Dînê gultapo li ciki duzê Gulê þir meyandye buye buze Dînê þir meyandye buye buze Gulê bi-þev doste bi ro balduze Dînê bi-þev doste bi ro balduze Dîsgotin * * * * : Kulê serdilan : ______________ Hevalno welatek hate þevitîn Gul-nergiz ser erdê hatin çevitîn Ji dilên milletan xwînek dirijî Bo ala Azadî Kurdistan bijî Kurdistan Kurdistan kulek ser dilan Roja sor weriye xwastina gellan Eger dijmin te ji bin erdêxiye Bi hezaran gûlên werin ser dinye Sedhazaran gûlên werin ser dinye Bi milyonan gûlên werin ser dinye Dîsgotin Ew çiye herkesek xwedi pirsiye Zar û zerçên me-li çolan birçiye Ew þiyare dijmin medi tirsiye Bo ala Azadî Kurdistan bijî Dîsgotin Helbest : Þêxo * * * * : ____________ Keko ziman dirêjim : ___________________ Keko ziman dirêjim Mexeyde ez çi bêjim Ez xerxwaz û dilovan Bê toz û bê qirêjim Ziman ê min û te ye Nisk û genim û ce ye Gelek zîwan têde ye Niha jêre werbêjim Genim hemî zîwane Bê rûmet û erzane Bi ser hevde ber dane Lê ez jêre girbêjim Zimaneki kevnare Çend sale ko beyare Di bin lingê negare Bi ser we de vavêjim Ez ne Þêxim ne Mewla Li kes nakim teþqela Ji ber van derd û qula Bê roji û nimêjim Tim dixwazim azadi Divên xweþi û þadi Bê zor kesek heq nadi Ne faþist û xwinrêjim Çi hatiye serê min Bar girane kerê min Ez lê didim mexel tê Nizanim ez çi bêjim Heftê salin Cîgerxwîn Dil û kezab bûn birin Gelek fersende me din Zanibî ez ne hêjim Helbest: Cîgerxwîn * * * * : Pîr û kal im : ____________ Pir û kal im, kûr kûr dinalim Ey evîna min were roniya min were… Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat Sebr û male tim li balê, Ken-þîrîna min were… Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda Piþt þikesti xwar û xûz, xwar û xûz Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan Xemrevina min were, de were dilbera min were Kengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek? Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were… Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,… Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were… Helbest: Cîgerxwîn * * * * : Sêvê : ________ Di baxê jînê sêvek gihaye, aax þêrin û tal e Ji þewq û vînê sebra’m nemaye, aax heþê’m li bale Min dest dirêjkir ser þax û kate, ax me bi zor anî Ev sêv li ser min gelek biha tê, ax kes pê nizanî Ev sêv çi sêvê ne wek tû sêva, ax ne tirþ û xave Me bi zor ani gihande lêva, ax çi þewq û tave Xweþi giha dil, dil pê nexweþ bu, ax ji ber me ta girt Þêrîn þekir bû çiqasî xweþ bû, ax dilê me dagirt Dostên te pir bûn hawir xebat e, ax qêrin û nalîn Kes dil weki min arzan neda te, ax lew bûm Cîgerxwîn Bayê ji biska te ez revandim, ax rengê kelemper Derya evînê bi xwe gihandim, ax ez jê neçûm der Ê ko evîna sêvê kedi dil, ax divê ne pirsi Sêv nayê destan bê derd û bê kul, ax divê ne tirsi Tehlî nebênî xortê evîndar, ax naxwî tu þêrîn Pir kes di vê rê dil bun birîndar, ax bûne Cîgerxwîn Helbest : Cîgerxwîn * * * * : Xabûrê : __________ Ey Xabûr Xabûr ey Xabûr Xabûr Wek daxwaza min pir dirêj û kûr Kêferata te xum xum û lew lew Nayên bira te ne razan ne xew Nayên bira te ne razan ne xew, ne razan ne xew Herdem dinalîbi qîrîn bi gazî Lê kes nizanî ka çi dixwazî Armanca teye xurtî pêþveçun Cîhê te tenge divê firehbûn Cîhê te tenge divê firehbun, divê firehbun Pêlan didî xwe, qîr û feryad î Te jî wekî min divê azadî Singa vê erdê te çirand bi zor Nizanim çima tu naçî berjor? Nizanim çima tu naçî berjor, tu naçî berjor? Xwezka min bi te bê derd û bê kul Diji bi þadi bê meji û dil Tuji weki min ger bibuna Kurd Ev xurtiya te dibe kul û derd Ev xurtiya te dibe kul û derd, dibe kul û derd Helbest : Cîgerxwîn * * * * : |