Deh þehîd ji malekê Deh þehîd ji malekê Ne hindikin Werin deh mal Nê gundikin Ger bên û govendê bigirin Mila bidin êk Dê xemlînin govendê Pêkve bên û li hev bi civin Suhbetê bikin Dê birewþ êxin civatê Bên û sîngê wan xweyîn xwara Þerî bikin Dê wan þkênin bicarekê Hizar silav li ser canê wan Her zindîne û Qed namirin * * * * Sebir bu wê Eu dayîka Êk û êk Di landikêda Nivandine Li derbiderîyê Bi rezaletî Li ber singê xwe Xwedan kirne Berdestê wê Fehmabîn Ta bîn zelam Rojikê ji rojan Bê xeberîya wê ne kirine Hizar silav ser canê wan Her zindîne û qed namirin * * * * Gelo çi dil Evan kula Dê hebînit Gelo mejî Bi çî rengî Evan xema Dê revînit Eger darbît Yan jî berbît Yan pîlabît Dê hiþk bitin Dê helît Dê bîte ax Hizar silav ser canê wan Her zindîne û qed namirin * * * * Çonkî kurdistan Li hemî tiþtî Bi qîmetire Ji cegerê þirîn tire Bawer bikin Eger bên û Sîngê dayê bikelêþin Nabînin Dilê wê da Bes Evîna kurdistanê û Kurd perwerî û Gêrêdana Bi serok barzanî Hizar silav ser canê wan Her zindîne û qed namirin * * * * Her êk eve ne êdî Camêr û qenc û çeleng Her êk eve ne êdî Zelam baþ û bi qîmet Hemîd û yunis û selîm Teyar û reþîd û rebah Cangîr û tehsîn Seid û mislih Dilê me danin Pêþ çavêt mene heta heta Ji bîr naçin Þehîd ketin Canê xwe kirin qurban Ji bu kurd û kurdistan Li ser rêka barzanî Meþîyan û xweyîn rijant Hizar silav ser canêt wan Her zindîne û qet namirin * * * * Sedîq Sindavî |