PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 10


Zerdûþt :
__________

Erê Hurmuz tu hatî
Bi xêr û xweþî hatî
Li welatê þevêzeng
Tu roja nûhilatî
Îro pîr hate Laleþ
Ronahî da þeva reþ
Li asmanê çîk sayî
Cot xuya bû roja geþ

Pîrê min Zeradeþt e
Þûn warê wî bihiþt e
Hemî rûbar û kanî
Hemî seyran û geþt e

Îro þêrîn Newroz e
Pîrê min bi koloz e
Barê wî bi Laleþê
Bergeha wî pîroz e

Pîrê min çendî ciwan î
Pîrê hemî merdan î
Bi xemla xwe ya pîroz
Ronahiya çavan î

Erê Hurmuz bihar hat
Ehrîman çû ji welat
Bo welatê þevtarî
Tu yî roja nûhilatî

Helbest: Dildar Þeko

* * * * :



Xanima Osmanliya :
___________________

Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye
Him û guma wê ye
Li ser serê min û te zalima qe rê nedaye
Qurban heta sala çûnê
Taximê bax û boxazê memkê te ye
Gul û mirwarî xweþikê min bû
Wê lê lê îro çend roje nizam kê konê xwe li ser dadaye
Ax de were lê lê
Ez aþiqê bejn û bala te me
Ax ji min ra bêje lê lê
Hay hay hay hay

Xanimê dev piçûkê
Wey xanimê dev piçûkê
Destê xwe bide destê mina
Herin xopana Dêrikê
Bavên eskerê gumrikê
Çû Midyadê gilî bike
Berê xwe da cem hakim
Bi ramûsankê razî dike
Xwe ji Rûto berdide
Li ser Xidirko qeyd dike
Derdê dila xanimê hay hay hay hay

Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî
Qurban ji eþqa dilê min û te ra
Daran pelê xwe weþandin
Mane rût û tazî

Keçê te goþtê laþê min helandî
Tu ji hestîkê min çi dixwazî
Ax lê de were lê lê
Wez meraqliyê te me lê lê
Wez aþiqê bejn û bala te me ax
Ji min re bêje lê lê hay hay hay...

Xanima Osmanliya
Wey xanima Osmanliya
Qirik dirêj, çar tilî ya
Dostê Xidirkê Omeriya
Ketim dilê min êþiya
Kabikê min l’rê heliya
Reha navê min qetiya
Derdê dilan xanimê

Gotin : Xidirkê Omerî

* * * * :



Xewna me :
____________

Xewn e hemî êþa me
Xewn e zîndan û kerba min
Çawan jî gîhîþte salan
Wek çarînekê dirêj serpêhatiya min

Nizanin ku çawa
Em li hev geriyan
Nizanin ku çawa
Me ji hevdu hezkir
Du keserên winda lo lo
Du parçe can

Helbest: Ahmed Arîf
Verger: Dildar Þeko

* * * * :



Yar bêylim :
____________

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Dayê ev çi hat serê me dayê
Çend û çend salan berî wiyan
Li ser çiyayê me þerekî mezin hebû
Di wî þerî da kalik û bapîrên me serê xwe dan

Wext hate vî wextî...
Dîsa li ser çiyayên me kesk û zer þîn bû
Ji bo wê em jî ketin vî þerî
Êêê.. niha ji te ra dibêjim dayê
Mirin xweþ e an jîyan
Bêje dayê bêje

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Hat kerwanê kerwanê kerwanê
Hat kerwanê Gergeran
Hat kerwanê Hêrikan
Hat kerwanê Koçgîran bêlimo…

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo
Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Welle tu gunek î lawo lawo
Tu gunek î lawo lawo
Welle tu menale
Berxê min lo
Welle tu hesret î
Tu hesret î lawo lawo
Ar berdan canê we
Dijmin reþ bû

Wî de malê malê malê...
Wî de malê malê malê...
Ne lê tu nedan Þayê dane kalê

Wî de mîran mîran mîran...
Nê le caran tirk ji me ra nebû cîran
Tu mala xwe barke were
Macîran
Li cem min bibe cîran
Wi de malê malê malê...
Wi de malê malê malê...
Ne lêê tu nedan Þayê dane kalê

* * * * :


Gulfiroþ :
__________

Ez ji xew rabûm
Min gulfiroþek dî
Pir gelek þa bûm
Gul bi dil didî

Hebû me yek dil
Tev jan û kul bû
Nebûme bawer
Gul bi dil didî

Bazar me kir go:
”Ser bi ser nadim”
Ê gulperest bî
Can bi dil didî

Min go kî didî
Can û gul bi dil?
Go ev bazar e
Dil bi gul didî

Min can û dil dan
Dil kiriye qêrîn
Go ho Cegerxwîn
Dil bi gul didî

Helbest: Cegerxwîn :

* * * *



Yar gijlokê :
____________

Yar gijlokê gijlokê
Yar gijlokê baranê
Te digot pelkê darê
Yar gijlokê baranê
Xew xweþ e li paþla yarê
Yar gijlokê baranê

Yar gijlokê gijlokê
Yar gijlokê baranê

Te digot pelkê guzê
Yar gijlokê baranê
Xew xweþ e li paþla qîzê
Yar gijlokê baranê

* * * * :


Zîlan :
_________

Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin
Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin
Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexþan bixemlînin.

Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin
Ew delale, rêhevale

Lê lê dayê mij dagirtîye her derê
Lê lê dayê çav çavan nabîne
Lê lê dayê ên ku wenda dibe
Mirovahiye hedî hedî
Pêtî pêtî ji me kêm dibe
Çima, bêdengin hîna?

Ma me soz dabu wan þehîdan
Li ser agir û li ber rojê
Carna mirin pîroze bi qasê jiyan
Wekî rêheval Zîlan.

Gotin : Rotînda

* * * * :



Meso dûr :
___________

Serva tora buti
Mi ye xo kerdo kêm
Ju yo di bom wazena
Meso dur meso
Serva tora buti
Mi yo xo kerdo kêm
Ju yo di bom wazena
Ezo hîta derro

Ooo paye ki na dana xo
Ooo çi vesayiye

Qesey ke tu vanena
Tê de kemer vorena
Rastiye de senena
Kam mire bivano
Ça honde xo deznena
Tew tew mire çi derdo

Gotin : Quto û Erdal

* * * * :



Avaþîn :
__________

Þev tarî lê tu diçirusî
Wek heyva çarde þevî
Pir sînî pir zelalî
Hevalê meyî tu Avaþîn
Te kî dî kî nedî Avaþîn
Te pir merxas û Egît nasî
Ser singa Zagros diherikî
Wekî xwînî ji axamere
Rê bide Avasîn rê bide
Ney xezebê li hember wan
Ew hevalin wekî te zelalin
Himezke wan bi pêlên xwe.

Gotin : Rotînda

* * * * :



Bihiþt :
_________

Dol û newal dema havîne
Zozan buharin
Serê çiyan tim bi berfe
Tîpî û bagere
Çar demsal jiyan dike
Kurdistan bihiþte

Qelinê te xwîna þehîdane
Tu evîna rojê, sebra dilê urdayî
Bihiþtekî axa te nadim hemû dinê
Xeml û rewþa te çi xweþe Kurdistanê

Kul û hêsan re hewa welatê min
Wekê dermane
Bê emsale avên rubaran
Çem û kahniyan
Xweza dewlemede
Çîçek bi heft rengin.

Gotin : Rotînda

* * * * :



Tu were :
___________

Dinêrim duriyan
Li kûriyan, li deriyan
Deregiyan þevan,dengekê were
Gohdar dikim wekê dînan
Were kezîzera min
De were tu were gel min.
Were were were
Tu were gel min

Tu were gel min zivistan bibe buhar
Tu were gel min xweza bixemle bi heft rengan
Tu were gel min wê roj ji nuva derkeve

Tu were gel min dert keder kul namîne
Tu were gel min temenê min bi be ciwan
Tu were gel min ezê bifirim ji þabûna
Were gel min kezî zera min

Tu were gel min erd û asîman bigê hevdu
Tu were gel min xiyal dakevin jiyanê
Tu were gel min avên behra þîn bibe

Gotin : Rotînda

* * * * :



Benda te me :
____________

Çavê min diçin cîhekê dûr
Dilê min digere li wandera hur hur
Nikarim bisekinim
Diçim melûl melûl
Benda te me dewere

Benda te me
Li benda te me dewere
Tu gula çiyan
Tu sebra dilan
Heviya gelê min
Sosina þoreþê
Benda te me
Xem nine bimirim jî
Bo evîna te.

Sebra min bi tenê li çiyan tê
Tu heyî li her dol û newal,
çem û rubar de
bîhna te tîne bayê
dimeþe sibe êvar
li benda te me dewere.

Gotin : Rotînda

* * * * :



Koçberî zor e :
____________

Te þikand dilê min
Dîsa nizam çima
Serê min dêhþê serê min
Min nizani bû ku
Koçberî ewqas zore
Dilê min digrî dilê min.

Ji te dûr bê navim
Lê dîsa evîndarim
Na bê te wek dîn û harim
Na nabe zore
Koçberî bi jane

Ez mam li paþ heft çiyan
Bi hesreta te me
Dilê min digrî dilê min
Tu tim li ber çavê minî
Dixwazim werim cem te
Dilê min digrî dilê min.

* * * * :


Qêrîn :
__________

Qêrînek ji dûr
Hat gohê min
Min go belkî kezeba min
Qetan ji kûrve

Dizanim
Veqetin zore
Bi jane wek birîna þûr.

Hesreta dilan
Kû dide çavan
Zore zore zore…

Heywax mala min
Rabin ji pêþiya min
Ezê bajom dozê
Hildim tola wî
Berxa min
Ji êvara xwedê da
Agir dadan li ser singa min
Berxa min
Mêvanê þeva dawî
rewiyê jiyana bê mirin.

Gotin : Rotînda

* * * * :



Çarçêla :
___________

Dimeþî dimeþî naqedin çiya
Pir bilindin Zagros bi qasê xweda
Kurêjehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla
Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev livra
Ne Iskender, ne Timur, ne Erep ne Fars
Dest hildarî nestandin li ser van çiyan
Her kû serê gelê Kurd ketî tengasî
Hilkiþiyan Zagrosan ji bo azadî

Konaxa þervananî tu Çarçêla
Nav girê Zagrosta a herî delalî
Çîroka Çarçêla pir bi jane
Çarçêla wek çarperçê Kurdistane
Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile
Bihiþta Zagrosa tu yî Çarçêla

Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye
Piroze livir jiyan, pir kevne dîrok
Rengîne xweza livir, bi xemlin zinar
16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan

Gotin : Rotînda

* * * * :



Gimgim :
__________

Wekî baxçê gula bi cîh buye
Di navbera çemê Sus û ava Xoþan de
Kanya sar girê Sedo, Goþkarbaba
Sê golê germikê li binya wê ye
Gimgime, Warêtoye

Inaq û Xirbaqup
Ziring û Alingoz
Dadînan û Xoþan
Golabêbinî pir kûre
Gimgime…
Kimsoryan û Dêrik
Badan û Baskan
Tatan û Anêr
Cîbran û Xormekan
Gimgime Warêtoye

Çiyayê hezargolê li piþta wê ye
Welatparêzin tev þêniya wê
Govendê Gimgimê dewlemende
Min bîriya axa te kiriye

Gotin : Rotînda

* * * :



Here welatê xwe :
________________

Ket nava valahî kî
Kur dirêj û reþ û tarî
Çewa derkevi ji wir
Nizanim nizanim
Direvin tên ji Kurdistan
Durdikevin ji eslê xwe
Bê xwedîne li wan kuçan
Sutalin sutalin

Here welatê xwe bo ku bibî mirov
Here welatê xwe bo ku bibî azad
Here welatwe an na tu wek parsekan
Bigevizî li van deran.

* * * * :


Naygotin :
___________

Kerba dilê min bûye bahoz
Fikrê serê min bûnin aþît
Nikarim li ber bisekinim
Çewa bînim ziman nizanim.
Naygotin
Pir hînê te bume
Bê te wekê mirî me
Dema navê te dibihîsim
Av li çema kêmdibe
Nay gotin

Di vê dema teng da
Min hustu xwar nehêle
Tu dirêjke destê xwe
Ez þerm dikim
Bêjim ji te hesdikim
nayê gotin

Gotin : Rotînda

* * * * :