XEWNA NE XEWIN![]() XEWNA NE XEWIN Were te dilê min kire ar Perengekî sincirî Hinavên min disincire Wekî agirkî geş dibhure Sînga zivistanê min na parêze Barana hûr dil dixapîne De were yara winda … Min tû li ser hêviya ragirtibû Tû ĵi xewna ne xewn windibe Bi şevên dirêĵ şevên buhirtinê Li ber çavên min rondikên te Li ber şewqa roĵê wêneyek zindî Ti taryê de tiwî sitêr De were min şiyarbike Ĵi xewna ne xewin … Were lê te ez hiştim li ber Deriyên bê sitûn Li roĵên bê roĵ ?... Windadibim ;;; Di himbêza sûrbûna gulê de Sazek bê deng Û xewna ne xewn Xewna renge reng Hêviyên sitêra şeveqê Dewre te birîn li min arand Xwîn ĵi can paland Xewna ne xewin Dil û can li min heĵand 10.09.2004 Dildar Îsmail dildarismail@hotmail.com |