BAVÊ ELFEZYA SIWARÊ EZNAWIR : FERZENDE BEG Ferzende Beg, ji Eþîra Hesenan mêrxas û þerkerekî çak e. Yek ji pêþewayên “Serhildana Agiriyê” ye. Di vê tevgera navborî de navê wî, piþtî Ýhsan Nûrî Paþa û Bro Hesko (Brahîm Paþa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paþa), Elîcan, Reþoyê Silo, Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û piraniya van navan, di gotin û kilamên dengbêjên welêt de, bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandin. Ferzende Begê Hesenan, beriya Tevgera Agiriyê, di sala 1925’an de beþdarî Serhildana Þêx Seîd dibe û bi taybetî li dorhêla Melazgira Mûþê mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dide. Li gorî hinek çavkaniyan, piþtî têkþikênandina Serhildana Þêx Seîd, Ferzende Beg ligel 150 siwariyên xwe derbasî nav sînorên Ýranê dibe. Dîsa li gorî van çavkaniyan, gava ev dixwaze xwe li sînor bixe, ji hêla leþkerên tirk ve tê birîndarkirin. Piþtî ku ew derbasî aliyê Ýranê dibin, hêzên Ýranî ji wan daxwaza teslîmkirina çekan dikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. Di navbera hêzên kurd û hêzên artêþa Ýranê de þerên dijwar derdikevin û tê saloxdayîn ku di encama vî þerî de, Þemsedînê Xalid, Bavê Ferzende Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî û Evdilbaqî jiyana xwe ji dest didin û Ferzende Beg jî birîndar dibe. Yên ku ji ber gule û barûdên leþkerên Ýranî filitîne, xwe spartine hawara Simko Axayê Þikakî. Li gorî hinek çavkaniyên din, ev derbasbûna hanê, ne piþtî têkçûna Tevgera Þêx Seîd, lê piþtî Têkçûna Tevgera Agiriyê pêk hatiye. Lewre jî di dîrokê de navê þerê di navbera kurd û iraniyan de, wekî “Serhildana Makoyê” tê zanîn ku di sala 1931’î de pêk hatiye. Di vê serhildanê de hêzên leþkerên Ýranî, raserî 6-7 hezarî ye û wekî fermandar, li ser serê wan Kelb Elîxan Nexsîwan heye. Hejmara leþkerên kurd, ku di nava wan de kesên wekî Ferzende Beg û Bro Hesko Têlî jî hene, ji 900 kesî pêk dihat. Piþtî vê serhildanê, Kelb Elîxan Nexþîwan jî di nav de, bi qasî 700 kesên ji hêzên îranî, ji hêla Serhildêrên kurd ve têne kuþtin. Serhildana navborî, piþtî lihevkirin û yekbûna hêzên tirk û îranî hate têkþikandin. Her çiqas me got, navê Ferzende Beg û kesên din di Serhildana Þêx Seîd û Serhildana Agiriyê de jî derbas dibe, di rastiya xwe de mêrxasî û cengaweriyên van ciwamêran, di kilam û gotinên dengbêjan de bi salan e ku derbas dibin. Li gorî van kilaman ku emê yek ji wan li jêr bidin, qewimîn û bûyer piþtî têkþikestina Serhildana Þêx Seîd pêk hatine. Ev yek di pirtûka nivîskarê kurd Rohat Alakom a bi navê Hoybûn Örütü ve Agri Ayaklanmasi (Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agiriyê) de jî hatiye pesendkirin. Niha jî beriya ku em derbasî kilama li ser Ferzende Beg bibin, kerem bikin em cih bidin beþek nirxandinên li ser Ferzende Beg ku di heman pirtûka Rohat Alakom de cih ji xwe re peyda kiriye: “…..Ferzende Begê ku di Serhildana Þêx Seîd de nayê girtin û derbasî Ýranê dibe, di sala 1927’an de ji bo ku beþdarî li Serhildana Agiriyê bibe, dizivire. Bi awayekî aktîf beþdarî li Þerê Agiriyê dike û mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dixe. Êrîþ û sabotajên mezin li dijî hêzên neyar pêk tîne. Serekê Serhildanê Ýhsan Nûrî Paþa, di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg nirxandinên balkêþ dike. Qedrî Cemîl Paþa di di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg gotina “abîdeya zindî” bi lêv dike. Osman Sebrî, di nivîsa xwe ya bi navê “çar leheng” de Ferzende Begê wekî “lehengê yekemîn” bi nav dike. Di þerekî de du alay leþker bi ser wî de diþînin. Ferzende Beg bi 60 kesî li dijî vê hêzê þer dike û qehremaniyeke mezin bi dest dixe. Fermandarê tirk, piþtî vê têkçûnê, raporeke sexte amade dike û diyar dike ku tevahiya gundên derdorê piþtgirî û alîkariya Ferzende Beg kirine û leþkerên wan kuþtine. Li ser vê yekê bi qasî 80 gundên li Geliyê Zîlan wêran dikin û diþewitînin. Osman Sebrî di nivîsarekî xwe de diyar dike ku ji ber qehremaniya Ferzende Beg 80 gund hatine þewitandin. Hesen Hiþyar jî di heman baweriyê de ye…..” Le axao hey li min li min li min Bê maqûlo hey li min li min li min Le Asyayê bi sê denga bang lê dike Dibê de lê lê Besrayê rebenê sibe ye Þereka li me çêbû Qaleka li me qewimî Le Kil Ýskender Li sûr û bedena Salim Begê Li hewþa kafirê Emer Tûman Dayê rebenê vê sibê Li ser kaniyê way ax way Le belê ji êvara Xwedê ve Li gohê min xweþ tê Dengê gula topê li me sil kir Sewtêna mîrata vê boriyê Gule û barûdê vî kafirî Li me dibare dayê mînanî Tevana gelo li ber taviyê Le Asyayê bi sê denga bang lê dike Dibê de lê lê Besrayê Hey lê agirê Helebê Bi derê mala bavê te ketê Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê Tu bêje Ferzende mala te xirab be Lo bila mala min jî pê re Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’ Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im Xwedanê kuçik çapliya me Rojê qale qalê oxirmê giran Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de Mêr di ser min re qet tune ne Evya ne þerê me û Hesenan e Ne þerê Heyderan e Ne þerê Cibiran e Ne þerê Sînikan e Ne þerê duwazdeh bavê eþîratê giran e Evya ecem e ‘bêþincî mezheb’ e Ne dîn e ne îman e Li gorî qarþî þerîeta Mûhemed Li qarþî me disekine me dixapîne Ji êvara Xwedê ve Cinazê Silêmanê Ehmed Bi tevî komê Hesenan ve Gelo li pêþ miqabilî çavê min e Ezê bi du gulê tometîka vî kafirî Birîndar im Destê min têtikê mîrata modoliyê Modoliyê nagire dayê rebenê Pêçîka min a þahidê li min nagere Heyfa min nayê li kuþtina mêran û þêran Heyfa min tê li wê heyfê Çar heb ji tûxayê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim digirtin Dixistin nîþanê Hemîdiyê Le Axao wile nabe bile nabe Ýþev sê þev û sê roj e Þer ketiye ser milê Keremê Qolexasî Mêrekî çê tê kuþtinê Bi du gula birîndar e Bi sonda mezin sond xwariye Tê kuþtinê lo bira jê venabe Erz û eyalê Mala Emer Ýþev sê þev û sê roja Li kavila Ýranê digere nagere yêr nabîne Ji xwe re li ser piþta kihêl û malekiyan Lo bira peya nabî Kerem dibê wez Kerem bim Ez Kerem bim Ez firar û qaþqûrê mehkûmê Dewletê bim Berxê Mala Emer bim Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine Dibên tivingên destê xwe deynin SALIHÊ KEVIRBIRÎ salihkevirbirî@hotmail.com Çavkanî : http://www.avestakurd.net |