Selwa Gulî Orkêstira þînêOrkêstira þînêEz ji zû ve digerim,xwe vediþêrim..! Ji revdên gurga û dîlana davdoz. Li peyvedavên dilfiroþa, hilingiftim. Birîn kûr bûn. Dilê zengil xamoþ.. dibê. Gazinda.. ji bo miriya vedigêrînim. Di.. sewda seriya sipêdê da, li sîtavka xwe digerim. Mijistanê kanînka çaven min kavil kir. di bihinvedana dil da, þîniya xwe ve di gi rim. Bi neynokên hilkêþayî, besta dikelêþim. Xwezîkên min, ji bilindahiya.. xewna dikevin, dibin hevrist û þîrmar jê didoþan. Jîngeha eþqa min pê helkola. þehbazê reþ li hindava kûmira hestiya dibezê, xwe bi rondiken þine tahir dikê. Gunehên xwe li wargehê min diçînê. Ew dûkêla ji nav herdû ebrûyêd min diçe. Li ser pêlên hîviya, sindirîka sînga min , her kêla. Babirka zestane dibê hevpiþk, Derazinka min diþêlê, dibê neqþê loleperî, li ser.. tevna pîrhevoka di req sê. Toza þahiya biþkurîna min bazbend dikê. Ji dêmatiya.. dilê xamoþ … li ser.. orkêstira kenogiriya xwe, xelmaþ dibim. Di xewnên derwêþa de, xwe dibînim. Li nav.. bîst derya pîroz dibim, dibim êvarek sibera xwe ji bo jînê diçemînim, heta bibim 124 hezar awaz! Sinfoniya eþqê dê bo çerxê.. nezan Ve Lo Rî Nim. Göteborg : 09. 02. 2003 Helbesta : Selwa Gulî Selwa Gulîhttp://www.pdk-xoybun.com |