PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Stranêd - kurdî



Cankurd



Mûşê şewitî bi zebeş e, de lo lo de lo lo

Bi ser da xar bû Xamirpêta şewitî, Xaçê reş e

Çewan cara vê carê li şayistan kirin çekê reş e



Bihar e, qore hat û bihortî de lo lo de lo lo

Evî Romî selefa nîzamî ji me girtî

Xwedêxirab bike malê şûreçiyan çewan cara vê carê

Vistine nîzamê xortê tehr î taz e bê dezgirtî

Nîzam e xweş Nîzam e, de lo lo de lo lo

Çewan cara vê carê berê nîzamdan e [Welatê m e]



Ji vir Mûş çiqa erd e, de lo lo de lo lo

Desta Nîzam taz e bigirin kevin perde

Ji diho (Diho) bavê xortan ra, bila nebe kul û derd e



Çewan ewre nabe sayî, de lo lo de lo lo

Ezê destê Umer begê goranî bigirim

Herim xe (xwe) bavêm tora Mîralayî

Belkî bike rica dêlka vê peyayî



Mûşê şewitî bi gav û herî, de lo lo de lo lo

Çewan van şayistan rengê xwe guhirîn

Xweday lûkê (lawkê) min xelas bike bi xêr vegerî


* * *


30. 05. 2004

Cankurd