Bêjin Hewlêr Bela negrî Bêjin Hewlêr Bela Negrî Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Raste .. kezîyên agir vêketin Di nav golên xwîna Samî Ebdurehman û Þewket Þêx Yezdîn , Seed Ebdula û Mihdî Xoþnaw de , Di nav xwîna Ekrem mentiq û Du xesro yên soran de , Lê Xesro Pîrbal bi Mêvanên cejnê re Derket bû Û sed mixabin ... Li vegerê , Ne Samî dît , Ne Þewket dîtn , Ne Mihdî dît , Ne Newzad dît , Ne Seed dît , Li ber termên Þêr û mêran Ew jî nîvkuþtî bû ...; Raste ... Çavên bendewar Di sibeha Cejna qurbana reþ de Li ber stiranên mirinê Hatin rijandin ...; Xewnên xweþ û pembehî .... Di bin pêyên Leþkerên tozê de Bi navê ola islamê Û mîrên musilmanan Tev perpitîn û çiriyan ... ; Ew nizanin ku Tovê xewnên me Li ber bayê Ala rengîn Û siya Azadiya Kurdistanê Têne vejandin û xwe nûdikin ... ; Nizanin ku gelek Pirs û pirsok , Ji hembêza mirinê xwe Vedidizin ; Gelek xal û bêhnok Ji ser rêkên bê armanc Vedigerin ...; Û gelek hêvî û omîd Ava berfê û lîlavê ... Bi ser agirê qederê ve Digvêþin û wî agirî Vedimrînin . * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Erê raste ew Xwezîyên xwekujiyê Li ser sînga wê Peqandin ... Gelek kezîyên Reþ û sor û zer Ji qurm ve jêkirin ...; Gelek diranên tûj Ji þikefta dev hilpekeandin ; Kaniyên xwînê di Sikak û kolanên Wijdanên reþ û Mejîyên genî de Bi destên terorîstên Xab , xedir û xiyanetê Di nav mij û tozê de Herikandin ...; Lê Hewlêr nehejiya ... Ew pir û peravên Navtêdan û xwepêþandanên Duhok û Silêmaniyê û tev Kurdên li ser goka zemîne .. , Ew xencera Barzaniyê nemire , Ku li ser hustê Çaldêran û Cezair Hatiye danîn ..., Ew hêsir , xwêdan û peyvên Ku di lûlikên tivingên Pêþmergên qehreman de Dibin gulle û Di þûna her gullyekê de Termekî þehîdaye Ku canê xwe daye ji bo Felat û azadiyê ... * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Bela dilê wê ji Birayên wê Yên musulman nemîne !!! Bela dilê wê ji Der û cîranan nemîne !! Tu berjewendî û têkiliyên wan Bi rijandina Xwîna tahir nîne !! Kezeba dayik û bavan , Dost û yaran Ne bi destên wan hatin Qelaþtin û sotin ...!! Bela dilê wê Ji ol û oldarên Islamê nemîne ; Ne valane ji dilopên Hêsr û xwîna Welatên ber serjêkirinê re !!! Bela dilê wê ji Camiya Ezher a þerîf nemîne !!! Ne valaye ji miletan re !! ( Welîme Lîaþab Elbehir ) û ( Wesaya fî Iþq Elnîsa ) ... Þerefa wê li erdê xistine , Îro ketiye þer û berê Tolhildana namûs û þerefê ...; Ji xwe Camiya Zeytûnê Xwe ji þeref û namûsê Bêrî kiriye , Sîng û berên zeriyan dike Textên reþ û Bi dîwaran ve dadileqîne ..; Tew camiya Emewî Xwe keroke dike dengnake , Ew hêlîna kevokaye û Haj û bajê wê Ji kevokên serjêkirî nîne ...; Na..na bela qet dilê wê Ji der û cîranan nemîne .. * * * Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Ew qublegeha pêximberên Kurdayetiyê ye ..; Gotin : Berxwedan jiyane ; Ew nizanin ku Jiyan berxwedane û Hewlêr vîn û jiyane , Pêþmerge û çiyane , Gula welatê rojêye ...; Çiyayên Kurdistanê Ji Zaxoka Behdînan Ta bi Xaniqîna Soran Dibêjin : Bela Hewlêr negrî ... Ew warê Sinbil û sembolaye ; Paytexta dîroka | Resen û windaye ; Ew YÛSIV ê pêxmbere , Ku birayên wî bi xapandinê Ew xistin çala mirinê , Lê YÛSIV nemir Ew bi sebrê bûye Melekê Misrê , Û Hewlêr namire ... Ew paytexta rojê ye , Wê yazde kewkeb û Der û cîran Jê re herin sicûdê ...; Bêjin Hewlêr Bela negrî ... Ew buhuþt û gulîstane ... Paytexta Kurd û Kurdistane . * * * * * * 28. 05. 2004 Bêwar Ibrahîm |